Nûçeyên Iraqê
Civak

''Kolana Çandî'' tevgera hunerî li Felûcayê vedijîne

Seyf Ehmed li Enbarê

Helbestvanekî Îraqî semînarekê di vekirina projeya Kolana Çandî de li bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê pêşkêş dike. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Helbestvanekî Îraqî semînarekê di vekirina projeya Kolana Çandî de li bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê pêşkêş dike. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Her hefteyê, nivîser, hunermend û helbestvanên Îraqî li ser peravên Feratê li bajarê Felûcayê yê parêzgeha Enbarê dicivin bo beşdarîyê di çalakîyeke bi navê "Kolana Çandî" bikin.

Kombûna heftîyane ya hunermend û rewşenbîran li beşê rojavayî yê bajar beşek ji pêngaveke gelêrî bo vegerandina keşûhewaya hunerî û wêjeyî ya bajêr e paş derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hunermend hemû derfetên gengaz vedikin bo nîşandayîna karên xwe û tevlîbûn di çalakîyên çandî de li tenîşt xelkê Felûcayê û derverên din ên Îraqê.

komelgeha wêjeyî û hunerî ya Felûcayê xwedan roleke kara bû di damezrandina Kolana Çandî ya nû de, çavdêrê projeyê Ebdul Selam Husên Mouhemedî, ku ew bi xwe helbestvan e, got.

Ciwanên Felûcayê pirtûkan di çalakîya Kolana Çandî ya heftîyane ya li ser peravên Çemê Feratê tê lidarxistin dedifroşe. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Ciwanên Felûcayê pirtûkan di çalakîya Kolana Çandî ya heftîyane ya li ser peravên Çemê Feratê tê lidarxistin dedifroşe. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Projeyê sirûşa xwe ji Kolana Mûtenebî ya afsaneyî li Bexdayê wergirtiye -- ku ew devereke dîrokî ye ku mişt pirtûkxane û çayxane ye ku bûye penageheke nivîser û rewşenbîran.

Wî ji Diyaruna re daxuyand ku proje şermezarkirineke ji hizirê tundrew re, û da zanîn ku Felûca "bajarekî çand û zanistê ye, lê DAIŞ li dijî zanist, helbest û şanogerîyê ye".

Wî bi bîr xist ku rêxistinê hemê nîşanên çandî qedexe kiribûn dema ku wê dever kontrol dikir.

Wê herwiha pirtûk ûpirtûkxaneyên dîrokî şewitandin li gelek deveran mîna Mûsilê.

Muhemedî got ku ji bilî Felûcayê, projeya Kolana Çandî li navçeyên din ên Enbarê hat pêkanîn, bi çalakîyên ku her Înê piştî demjimêr 1 a.m tên lidarxistin.

Ligel kolkên pirtûkan û pêşkêşkirinên helbestê, çalakî bazareke xêrxwazî dihundirînin, bo dahata wê bo malbatên ku kesên wan li ser destê DAIŞê hatine kuştin bê dayîn.

Tehedîkirina DAIŞê

Festîvala Kolana Çandî ya heftîyane "tehedîyeke mezin ji DAIŞê re ye", endama encumena parêzgeha Enbarê Emîra Odey ji Diyaruna re ragihand.

Wê got ku cihê festîvalê, ku aniha platformeke mirovî, çandî û wêjeyî ye, deverek bû ku endamên DAIŞê li wir sivîl eşkence kirin û kuştin û kelaşên wan avêtin Feratê.

Odey got ku desthiladarîya herêmî ya Enbarê di birêvebirina projeyê û piştgirîkirina çalakîyên wê de alîkarîyê dike, û da zanîn ku jin jî di çalakîyên çandî de, weke helbestvan, wênekêş û fotografer cih digirin.

"Nîşangehên wênekêşî û şêwekarî û herwiha platformên bê beramber, karên dest, û kolkên xêrxwazî û meydanên karê xêrxwazî, û pêşbazîyên hunerî û wêjeyî li Kolana Çandî li Felûcayê tên dîtin," wê got.

"Me hemû hêsankarî û rêdanên ewlehî yên pêwîst ji Kolana Çandî re dabîn kirin," şaredarê Felûcayê Îsa Sayir ji Diyaruna re ragihand.

"Kolan" ji pira stîl a Felûcayê heta bi Pira Nû, bi dirêjahîya peravên Çemê Feratê li beşê rojavayî yê bajêr, dirêj dibe.

"Xelkên Felûcayê bi awayekî berfireh li çalakîyên Kolana Çandî hazir bûn," wî got, û da zanîn ku berhemên şanogerî û dîdarên helbestê xwedan pêşwazîya herî mezin in.

Wî got ku beşdarîyeke mezin ji hêla xwendevanan ve heye.

"Nameyeke aştîyê"

Wî got ku tê payîn ku delege ji parêzgehên din ên Îraqî di çalakîyên "kolanên" çandî de cih bigirin, û ew dê hindikahîyên Îraqê jî bihundirînin.

Wî got ku proje "serkeftî bû di şandina nameyeke aştîyê de di nav gelên Îraqê de bi rêya bikaranîna çand, wêje û zanînê".

"Kolana Çandî projeyeke jîyandar û serkeftî ye, û li ser şopa modêla Kolana Mûtenebî ye, û armanc jê belavkirina çandê ye," rojnameger Nebîl Azemî ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku "nîşandanên şanogerî û komîdî yên taybet" ên Kolanê rol gerandin di peydakirina atmosfîreke erênî de li bajêr.

Wî got ku ne tenê şênîyên Felûcayê ji vê çalakîyê sûdmend in, belê "gelek hunermend, nivîser, romannivîs û herwiha rewşenbîr ji navçeyên din ên Enbarê mîna Remadî, Hît û Hedîsayê dê amade bibin".

"Kolana Çandî bûye qadeke guhertina hirzên wêjeyî û helbestê, zanînê û ezmûnan," Cînan Anî, seroka Navenda Jinê ya felûcayê ragihand.

"Hazirbûna jinan di çalakîyên Kolana Çandî de mezin bû," û da zanîn ku ligel nîşangeheke karê dest û bazareke xêrxwazî, hunermendên jin bi karên hunerî û helbestan beşdarî kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500