Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Polîsê Diyalayê 2 mumewilên sereke yên DAIŞê digire

Xalid Taî

Tîmên Berevanîya Sivîl ên Îraqî alîkarî bi cotkaran re kirin daku agirê bi zevîyekî genim ketiye li parêzgeha Enbarê vemirînin di 30ê Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sîvîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmên Berevanîya Sivîl ên Îraqî alîkarî bi cotkaran re kirin daku agirê bi zevîyekî genim ketiye li parêzgeha Enbarê vemirînin di 30ê Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sîvîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya polîsê parêzgeha Diyalayê Duşemê (3yê Hezîranê) îlan kir ku wan du endamên "Dweleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, yên gef dixwarin ku ew dê agir bi zadan bixin eger xwedîyên wan pereyên parastinê nedin.

"Hêzn polîs, bi piştgirîya ajansên hewalgirîyê û yên Dijî Terorîzmê du endamên DAIŞê girtin di operasyoneke bikwalîte de li bajarokê Qera Tepayê yê çandinî," peyvdarê fermandarîyê eqîd Xalib Etîya ji Diyaruna re got.

Yên girtî bersûc in ku wan pere bi zorê ji cotkarên ku zevîyên wan ên genim li bajarok hene distandin, "wan gef li wan dixwarin ku ew dê zadên wan bişewitînin eger gelek pereyean ji bo parastinê nedin", wî got.

"Yên gumanbar mikur hatin ku wan weke mumewilên sereke ji DAIŞê re kar dikir, pere di rêya bazarê û bi zorê didane hev da ku piştgirîya şanên razayî û şanên ku endamên wan xwe li deverên dûrdest vedişêrin bikin," wî got.

Agirkujên Îraqî agirekî vedimirînin Yekşemê (2yê Hezîranê) li nav bistanekî li parêzgeha Diyalayê li bajarokê Xan Benî Saed. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîyê ya Sîvîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Agirkujên Îraqî agirekî vedimirînin Yekşemê (2yê Hezîranê) li nav bistanekî li parêzgeha Diyalayê li bajarokê Xan Benî Saed. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîyê ya Sîvîl a Îraqî hatiye wergirtin]

Girtin beşek ji zincîreke tedbîran bû da ku çekdaran bigirin piştîku agir bi rûberên berfireh ji erdên çandinîyê ket li gelek parêzgehan, Etîya got.

Agir gelek deverên berfireh ên bi genim û ce çandî dane ber xwe ber mûsimê palayîyê û gelekî dijwar bû li gundên çandinî li parêzgehên Nînewa, Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê.

Li gorî Berevanîya Sivîl a Îraqî, 155 agir bi erdên çandinî ketin li seranserî Îraqê di navbera 8 û 28ê Gulan.

Bi giştî 7,814 donim bi agir bandor bûbûn, wê di daxuyanîyekê de got.

Cotakar alîkarîyê bi polîs re dikin

Etîya got ku li parêzgeha Diyalayê, tîmên berevanîya sivîl karîbûn çar agirên ku bi bistanên li bajarokê Xan Benî Seidê ketibûn vemirînin.

Wî got ku agiran "bi sed doniman erdên çandinîyê" wêran kir li bajarokên parêzgeha Diyalayê Xaneqîn, Buhriz û Qere Tepa.

Wî got ku Fermandarîya Diyalayê bi xwedîyên erdan re kar dike daku samanên wan ji şewitandina bi qesd biparêrêze. "Pagerên me hene li nav zevîyên çandinîyê digerin û navndên pasvanîya hevbeş bi niştecîyên xwecihî re ava kirin, bi taybet li gundên dûr."

Etîya got ku kêzên ku li xalên pêşkinînê kar dikin ferman hatiye weşandin ku hêsan bikin ku navgînên şehnê yên çandinîyê ku ber bi navendên berhevkirina zadan ve diçin û depoyan misoger bikin da ku mûsimê aniha serkeftî be.

Wî not kir ku hin ji agiran ne ji ber şewitandina bi qesd bû, lêbelê ji ber "paşguhkirina ji alîyê gotkaran ve bû û wan guh neda şîretên ewlehîyê gava wan erdin hatî çinî dişewitan da ku ji mûsimê tê re amade bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ nemaye. Çima ev yek li taxên me naqewimin? Jiberçavrakirin û Xemsarî. Kî sûrê ji vê yekê werdigire???

BERSIV BIDE

Tirsonekên lanetlêbûyî! Ew nikarin dest ji xiyanetê berdin... heta bi qûtê jîyana hejaran jî. Xwedê serketinê bixwe para Îraqê û miletê wê yê qenc.

BERSIV BIDE

Sipas bo agahîyên bisûd û bo çalakî û xebatên di rê de.

BERSIV BIDE