Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tundîya li Idlibê dibe sedema bêwarbûneke berfireh

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarekî agirvemirandinê yê Xûzeyên Sipî agirekî vedimirîne, agirê ku tê gotin ku piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li gundewarê Idlibê qewimî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xebatkarekî agirvemirandinê yê Xûzeyên Sipî agirekî vedimirîne, agirê ku tê gotin ku piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li gundewarê Idlibê qewimî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalagerekî herêmî dibêje ku pêleke teqînên bi bombeyên bidestçêkirî rewş li parêzgeha Sûrî û derdora wê xerab kiriye, û bû sedema kuştina sivîlan û belavbûna tirsê di dilê xelkê de.

Kuştî di nav rêzên Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din ên li herêmê de hene, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Idlibî got ku bêhtir ji şeş bombeyên bidestçêkirî li çend deveran li bakur rojavayê deverê di her 24 demjimêrên dawî de qewimîne.

Wî got ku pêla nû ya tundîyê bizdan di nava sivîlan de bi cih kir, yên ku ji ber êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê li ser hawîrdorê parêzgeha Idlibê dinalin.

Xûzeyên Sipî paş teqînekê bi bombeyeke çandî li bajarê Idibê di tevgerê de ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî paş teqînekê bi bombeyeke çandî li bajarê Idibê di tevgerê de ne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî got ku li bajarê Idlibê, çar teqînan hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam armanc kir, û hejmarek ji endamên wê kuştin û birîndar kirin, lê tu amarên teqez ne berdest in.

Idlibî got jî ku sê teqînên din ên bi bombeyên bidestçêkirî li bajarokên Sermeda, Xan Subul, Atmayê hebûn, û hejmarek ji bombeyên bidestçêkirî li gundewarê Idlibê yê li kontrola Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê teqiyan.

Wî da zanîn ku teqînekê serkirdeyên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê li bajarokê Cindirêsê û Urm Kubra armanc kirin, û du ji çekdarên wê hatin kuştin.

Herî kêm 19 kuştî hene di teqînekê de li bazara Ezazê

Idlibî got ku teqîneke mezin bi bombeyeke bidestçêkî li nêzî bazareke gelêrî li bajarê Ezazê qewimî, li bajarê ku ne li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Herî kêm 19 kes, di nav de çar zarok, Yekşemê di teqîna Ezazê de hatin kuştin, û bêhtirî 20 kesan birîndar bûn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Gelek kes ji nimêjên êvarî vedigerîyan dema ku teqîn qewimî," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ji AFP re ragihand.

Cîhad Biro, pizîşkekî tawanzanîyê li nexweşxaneyekê, got ku kiryarên ku cil û dîyarî dikirîn pêş bêhinvedana Cejna Remezanê di nav kuştîyan de bûn.

Wî got ku sazîya pizîşkî mişt qurbanî û xizmên wan bû.

"Odeyên tengavîyê mişt bûn, û kelaş li erdê raxistî bûn," wî got.

"Ev bobelateke mezin pêş bêhinvedana Cejna Remezanê," Biro got.

Idlibî got ku di heman demê de, êrîşên asmanî yên dijwar ên balefirên şer ên Rûsî û Sûrî bajarokên Maara Hurma, Maar Şorîn, Xan Şêxûn, Faqî, Bidama û Hobêt û gundê Şêx Mustefa armanc kirin.

Êrîşên asmanî hejmarek ji sivîl kuştin û hinek din birîndar bûn, û herwiha agir bi zevîyên çandinîyê li nêzî cihên niştecihbûnê ket.

Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) agir bi alîkarîya xelkê vemirandin.

''Bêwarbûna herî berfireh''

Rêxistinên sivîl ên Sûrî zêdebûna tundîyê li Idlibê Înê şermezar kir, û wan got ku ew bûye sedema mezintirîn pêla bêwarbûnê ji destpêka şer de, AFP ragihand.

Rêxistinan di konferansekî rojnamevanî de li Stanbolê got ku tev kuştina bi dehên sivîlan, bordumanên dawî yên hêzên Sûrî û Rûsî li bakurê rojavayê Sûrîyayê hiştin ku 300,000 kes ber bi sînorê Turkîyayê de birevin.

"Ev mezintirîn bêwarbûyîn e li Sûrîyayê ji destpêka qeyranê de" sala 2011an, wan wiha di daxuyanîyekê de got.

Wan da zanîn ku bêhtir ji du sêyekên koçberan bê penageh dijîn, û kampên li ser sînor du qatanbêhtirî karîna xwe vedihewînin.

"Êrîşa herî dawî di Adarê de dest pê kir û ji 26ê Nîsanê de dijwar bûye, û bûyeke komkujîyeke rojane," serokê Xûzeyên Sipî Raid Salih got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Înê got kudora 950 hatiye kuştindi pevçûnên dawî de li Idlibê.

Komên mafên mirov bang li Encumena Ewlehî ya NY kirin ku destêwerdaneke bi lez bike bo bidawîkirina şer û fişarxistin bo danûstandinan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump Yekşemê ji Sûrîya û Rûsya re got ku "dojeha topbaranê" li Idlibê rawestînin.

"Bihîstin ku Rûsya, Sûrîya, û bi awayekî kêmtir Îran parêzgeha Idlibê li Sûrîyayê topbaran dikin, û bê tirs gelek kesên bêsûc dikujin. Cîhan li vê hovîtîyê temaşe dike. Ev çi mereme, û encama wê çi ye? Rawestin!" wî li ser Twitterê got.

Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov Duşemê teqez kir ku artêşa Rûsî "terorîstan" li Idlibê armanc dike, û ew bi agirbarana sivîlan û hêzên Rûsî tawanbar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500