Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî rexneyan li milîsên alîgirên Îranê dike ji ber ew xelkên xwe paşguh dikin

Faris Omran

Navgînên milîsa Hereket Nuceba di 16ê Nîsanê de tên dîtin dema ku ew alîkarîyê ji kesên ku ji ber lehîyê ziyan gihaye wan re dibin. [Wêne di rêya malpera Hereket Nujebaa re]

Navgînên milîsa Hereket Nuceba di 16ê Nîsanê de tên dîtin dema ku ew alîkarîyê ji kesên ku ji ber lehîyê ziyan gihaye wan re dibin. [Wêne di rêya malpera Hereket Nujebaa re]

Pisporên Îraqî dibêjin ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike rastî rexneyan hatin di welatê xwe de ji ber ew bi bez çûn alîkarîya Îranê piştî lehîyên wêranker ên vê dawîyê berî ku ew guh bidin hewcedarîyên welatîyên xwe.

Dema ku milîsên Îraqî bi lez çûn da ku alîkarîyê di xebatên hewarçûnê ji ber lehîyê li Îranê bikin, kesên xeyidî yên ku medyaya civakî bi kar tînin wêneyên karwanên Îraqî par ve kirin, karwanên ku li deverên ku rastî heman bobelatê hatibûn li Îraqê, bêyî ku rawestin û alîkarîyê bikin.

Wn got ku ev yek destnîşan dike ku van milîsan giranî dida qayilkirina rejîma Îranî, rejîma ku ew rahênan kirin û bi çek kirin, li şûn ku alîkarîyê mirovî dabîn bikin.

Ji nav milîsên ku piştî lehîyan bezîn Îranê di nav wan de Esaib Ehil el-Heq, Hereket el-Nujebaa, rêxistina Bedir, Lîwayê Seyid el-Şuheda, Hereket Hizbulah û Lîwayê Ebû Fedil Ebas.

Endamine milîseke ku Îran piştgirîya wê dike li Îraqê di meşekê de tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine milîseke ku Îran piştgirîya wê dike li Îraqê di meşekê de tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Van milîsan "bi dehan karwan bi dora 400 ton pêdivîyên xwarinê, derman, kon û betanî û herwiha embulans şandin deverên Îranî yên ku ziyan gihane wan ji ber lehîyan", lêkolînerê kar û barê siyasî Ebdul Qadir Nayil got.

"Ya herî nexweş,berî ku ew derbasî Îranê bibin, ev karwan di bajarokên Îraqî yên sînorî yên ku herwiha ew jî ji ber lehîyê ziyan gihabû derbas bûn," wî ji Diyaruna re got.

Herwiha niştecîyên van bajarokan jî "bê pena bûn û derdê kêmbûna xizmetguzarî û piştgirîyê dikişandin", wî got.

Piştî lehîyê, milîsên Îran piştgirîya wan dike yekser çûne cem xwedîyên kargehên xwecihî li başûrê Îraqê û "zor li wan kir ku pêdivîyên xwarinê û materyalên gerek ber bi Îranê ve biguhêzin", Nayil got.

"Ew amade ne her tiştî bikin da ku Îranê qayil bikin, heta li ser hisabê bercewendîyên Îraqê û xelkên wê yên ku êşê dikişînin," wî anî ziman.

Gendelî berbelav e

Li Îraqê hat dîtin ku ev milîs dudilî nebûn ku bi bobelata lehîyê re li Îranê bidin û bistînin, wan bi rûmet neda û nestand dema ku 120 kesan jîyana xwe ji dest da di bobelata qeyika Mûsilê de di 21ê Adarê de.

Gava ku Esayib Ehil el-Heq a ku Îran piştgirîya wê dike hat bersûckirin ku destên wê di binavkirina qeyikê de hebû, berpirsên xwecihî got ku endamine komîteya kifşkirina rastîyê fişar li wan hatibû ku astengîyê ji peygerînê re çêkin daku hin kesayetan efû bikin.

Gendelîya ku belav bûye li deverên ku ev milîs lê hene edstên wan di trajîdyayê de hene, el-Nayil got, herwekî ku bidestxistina destkeftîyên madî berî ewlehîya giştî ye.

"Daku vê tawanê binixumînin, ew aniha hewl didin ku astengîyê ji tîma pergerînê re çêkin û nahêlin ku ew derbasî girava geştyarî bibin," wî got.

Bûyera qeyikê xweza û asta gendelîya darayî ya komên çekdar ên ku têkilîyên wan bi rejîma Îranî re hene eşkere kir, Xazî Feysel Husên, şêwirmendek di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî, got.

Ev milîs ne di çarçoveya artêşa Îraqî de kar dike û "ne welatperw in" ji ber ew di têkilîyên xwe yên îdîolojî û siyasî de bi Îranê bandor dibin, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ew kar dikin weke ku ew di ser qanûnê re ne.

Ew bê ciza tevgerê dikin, wî got, heta eger ew serwerîya Îraqî bin pê dikin dema ew li fermanên Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), a ku serperiştîya rahênan û çekdarkirina wan dike.

Îran dilsozîyê dixwaze

"Derketina milîsên [Îraqî] yên ku Îran piştgirîya wan dike bi awayekî berfireh niştecî qeheradin, bi taybet li beşê rojavayê welat, û gelek dixwazin ku werin rakirin," pisporê stratejî Ala el-Nişo ji Diyaruna re got.

Gelek niştecîyên Îranî ji ber piştgirîya rejîmê ji komên çekdar ên biyanî diqeherin, ji ber ku ev yek samanên welat xilas dike û krîza darayî zêde dike, wî got.

"Îran her sal 700 milyon $ dide milîsa Hizbula ya Libnanî weke mûçe ji endamên wê re, li gel piştgirîya ku ew ji milîsên Îraqî re dabîn dike," wî got.

Serkirdeyên van koman "pêlîstok in û Feyleqa Pasdaran wan kontrol dike ku ew li gor daxwaza serwerên wan ên Îranî tê belavkirin", wî got.

Rejîma Îranî "bi awayekî berdewam ji van milîsan dixwaze ku dilsozîya xwe bdin xuyakirin û bi bez bersiva fermanên Îranî bidin", wî got, bi taybet ew fermanên têkildarî cizayên navdewletî û fişara xwemalî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500