Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî hewldanên DAIŞê yên birina neftê ji Selahedînê bi qaçaxî têk dibin

Xalid Taî

Fermandarên artêşa Îraqî asêgehên ewlehî li dora zevîyê Elasê yê neftê li parêzgeha Selahedînê seh dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ew di 28ê Gulanê de hatibû wergirtin]

Fermandarên artêşa Îraqî asêgehên ewlehî li dora zevîyê Elasê yê neftê li parêzgeha Selahedînê seh dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ew di 28ê Gulanê de hatibû wergirtin]

Artêşa Îarqî roja Sêşemê (28ê Gulanê) hewldaneke bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku benzînê bi qaçaxî ji zevîyekî sereke yê neftê li parêzgeha Selahedînê derxin têk bir.

Hêzên cewî du tankerên bi benzînê barkirî yên biryar hebû ku werin qeçaxkirn teqandin, û du kamyon, yek ji wan bombekirî bû, li nêzî zevîyê Elasê yê neftê li rojhilatê bajarê Tekrîtê.

Deh endamên DAIŞê di êrîşê de hatin kuştin.

Zevîyên neftê yên Elas û Ecîlê, yên li rojhilatê Tekrîtê dikevin, bi dehên bîran dihewînin û tê texmînkirin ku yedekê neftê dora sê milyar bermîl be.

Kargeheke berhemkirina neftê li zevîyê neftê yê Elas û Ecîlê tê dîtin di wêneyekê de ku di 12ê Cotmeha sala 2018an de hatiye weşandin. [Wêne ji Kompanîya Neftê ya Bakur hatiye wergritin]

Kargeheke berhemkirina neftê li zevîyê neftê yê Elas û Ecîlê tê dîtin di wêneyekê de ku di 12ê Cotmeha sala 2018an de hatiye weşandin. [Wêne ji Kompanîya Neftê ya Bakur hatiye wergritin]

"Bermayîyên DAIŞê berdewam hewl didin ku asêgehên ewlehî li dora zevîyên neftê yên Elas û Ecîlê derbas bikin daku dest deynin ser bîrên dûr û neftê bi qaçaxî bifiroşin," serokê encumena parêzgeha Selahedînê Sebhan Mula Ciyad ji Diyaruna re got.

"Ev hewl hertimî binketî ne," wî got, "herweha ku hêzên ewlehî êrîşan têk dibin û balefirên hevpeymanîya navdewletî yan jî artêşê li tankerên qaçaxkirina nefta xav û berhemên neftê dixin."

Hêzên Îraqî di 23ê Gulanê de êrîşeke mezin ji alîyê çekdaran ve li dijî xaleke pasvanîyê li zevîyê Elasê têk bir.

"Herdu zevî li devereke coxrafî ya fireh dikevin ku erdnîgarîya wê sert e," Mula Ciyad got.

Ev yek dihêle ku rastî êrîşên berdewam werin ji alîyê çekdarên ku hîn xwe di çîya û newalên ku heta parêzgehên Diyala û Kerkûkê dirêj didin vedişêrin, wî anî ziman.

Zêdekirina tedbîrên ewlehî

Endamine encumena parêzgeha Selahedînê "nêt dikin ku vê dozê di civîna mehane ya komîteya bilind a ewlehîyê ya parêzgehê de ya tê nîqaş bikin, civîna bi serokatîya hakimê Selahedînê Emar Cabir Xelîl", Mula Ciyad got.

Wî got ku dê hejmarek ji pêşniyaran di civînê de werin pêşkêşkirin, "pêşniyara herî balkêş, zêdekirina hejmara pasevan û leşkeran û navendên polîs û pasevanîyê û zêdekirina pagerên guhêzbar û ên sabit daku parastineke bêtir ji herdu zevîyên [neftê re] dabîn bikin".

"Em dê hewl bidin ku xelkên gund û bajarokên nêzîkî zevîyan di parastina deverên wan de beşdar bikin," wî got, ji ber ew baş erdnîgarîya deverê nas dikin û bêtir dikarin tevgerên gumanbar kifş bikin.

Civînên berê yên komîteya bilind a ewlehîyê bûn encama zêdebûnekê di firînên koleçanî û operasyonên êrîşkarî de li dijî paşmahîyên DAIŞê -- bi taybetî li deverên çiyayî li devera Cezîrê li rojavayê parêzgehê.

Wî got ku ev tedbîrên ha"rolê di piştgirîkirina aramîya parêzgeha me de digerînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500