Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bi planeke ewlehî ya nû êrîşên DAIŞê bersiv didin

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî nîşana serkeftinê bilind dike di dema ramaliştina gundên navçeya Beac a Nînewayê de di vê wêneya ku di 18ê Gulana 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî nîşana serkeftinê bilind dike di dema ramaliştina gundên navçeya Beac a Nînewayê de di vê wêneya ku di 18ê Gulana 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî gavên ewlehî li gundên dûrdest didin piştî zêdebûnek çêbûye di êrîşên ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk tînin de, û wan planeke nû dariştîye bo rûbirûbûyîna vê gefê.

Rêkarên ewlehî yên bilind weke bersiv ji çend êrîşên dawî yên sivîl û endamên hêzên ewlekarîyê re tên.

Roja 9ê Gulanê, muxtarê gundê Lezaqa li nêzî Mûsilê, tev çar ji endamên malbata wî, hatin kuştin. Piştî çend rojan, roja 14ê Gulanê, paşmahîyên DAIŞê êrîş birin ser gundê Hebîb Ebdulah li rojhilatê Diyalayê, û du sivîl kuştin.

Wan herwiha êrîş bir ser endamên polîsê federal ên li gundên li rojavayê Kerkûkê cih girtine, û çar efser û sê xebatkarên din ên ewlehîyê kuştin.

Fermandarên ewlekarî û yên êlan li Nînewayê bi hev re dixebitin bo nehiştina çalakîyên DAIŞê, di vê wêneya ku di 18ê Gulanê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Fermandarên ewlekarî û yên êlan li Nînewayê bi hev re dixebitin bo nehiştina çalakîyên DAIŞê, di vê wêneya ku di 18ê Gulanê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

"Endamên DAIŞê yên ji pevçûnên rizgarkirinê revîyane" berpirsyar in ji van êrîşan, li gorî Burhan Asî, cîgirê serokê komîteya ewlehî ya encumna parêzgeha Kerkûkê.

"Tevî ku hejmara kesên revîyayê kêm e, lê ew dikarin bi rehetî tev bigerin, ew sûdê ji erdnîgarîya deverê digrin ku ew devere vekirî ye û xwedan kendûkozên asê ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Piranîya wan li gundên dûrdest in û rêçikên wan ên raz nas dikin, ev yek jî ji wan re sûdmend e di warê pêkanîna êrîşên nişkayî û xweveşartina bilez de," wî got.

Asî got ku êrîşên herî dawî, bi taybetî li gundên Reşad û Riyad li gundewarê Kerkûkê, cihê nîgeranîyê ne, lê wî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê pêbend in bi derkirina çekdarên mayî yên rêxistinê.

"Paralîl ligel van êrîşên terorîst, ew operasyonine serkeftî bûn ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve, bi piştevanîya hêza asmanî ya hevpeymanîya navdewletî, ji ber kuştina hejmareke mezin a çekdarên DAIŞê yên dûrîçav bûn," wî got.

Wî got ku caran stargehên vehewana van çekdaran li Gula Şaî, Ferata Jorîn, û Ebû Xencer bûn "hemû hatin şewitandin".

Hevahengîya bi êlên xwecihî re

Fermandarîya Operasyonên Nînewayê roja 10ê Gulanêqebul kirin ku şervanên êlan ên li gundên dûrdest ênparêzgehê bi çek bikin û hevahengîyê bi wan re zêde bikin.

"Ev tedbîreke dijber a bisûd e, ji ber ku terorîstan ji bêçakîya sivîl werdigirt û operasyonên xwe bê ku rastî tu berxwedanê bibin pêk tanîn," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husên Şebîb got.

"Bêhtir ji 60 gundên belawela hene li seranserê beşên rojavayî û başûrî yên Nînewayê ku niştecihên wan ji êlên Bedranî û Hedîdî ne," wî got.

Wî ji Diyaruna re got ev êl "bê çekên bes in " bo xwe biparêzin, û amaje kir ku "êrîşên ku terorîst li ser gundên wan pêk tînin hîn berdewam in".

Şebîb got ku çekdarkirina civîlan pêwîst e, "lê divê nêrînek kûr hebe têkildarî pêgeha tevgerên cemawerî yên ku dê baş werin piştgirîkirin, û perwerdeya serbazî werbigirin û ser bi fermandarîyeke navendî ve bin".

Wî got ku êrîşên DAIŞê "vê dawîyê zêde bûne", û bi piranî "gundên li biyabanê dikin armanc, ji ber pir zehmet e ku bên parastin ji ber ew li rûbereke pir berfireh belawela ne".

"Hêzên ewlekarîyê gefa ku ev dever li ser ewlehîya welat bi giştî durist dike li ber çav werdigirin û pêngavên wan lawaz nabin," Şebîb got.

"Ew aniha ber bi zêdekirina van pêngavan û berfirehkirina sergirtina ewlehî li wir kar dikin," wî got.

Fişarkirin li ser paşmahîyên DAIŞê

Roja 18ê Gulanê, artêşa Îraqî operasyoneke lêgerînê pêk anî ku deh gund li biyabana Beacê li parêzgeha Nînewayê da ber xwe.

Hêzên ewlekarî çar stargehên DAIŞê wêran kriine û dest danîn ser 200 devehên DAIŞê yên ku hatibûn dizîn bo bi qaçaxî ji deverê bên derxistin.

Xebîrê Îraqî Ehmed Şerîfî ev çalakîya bilind bigotara rêberê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî ve, ya 29ê Nîsanê hat belavkirin, ku tê de wî bang li şopdarên xwe kir ku êrîşên xwe berdewam bikin girê da.

"Rêxistin dest pê kiriye stratîjîya şerê ji nişkayî pêk tîne ... ew xwe dispêre taktîkên êrîşkirin û xwevekişînê bo pêkanîna êrîşan ji cihên raz li ser gundên îzolekirî û gund û herêm û deverên ku tedbîrên ewlehî li wan lawaz in," wî ji Diyaruna re got.

Şerîfî bang li hêzên ewlekarîyê kir ku fişara xwe li ser milîtanan dewam bikin û got ku ew piştgirîya çekdarkirina şênîyên van gundan dike weke "amrazeke xweparêzî bo wêrankirina tiştê mayî ji karînên terorîtan ên êrîşkirinê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500