Nûçeyên Iraqê
Ol

Îran hewl dide ku desthilatdarîya xwe li Necefê berfireh bike

Faris Omran

Îraqî li bajarê pîroz ê Necefê Quranê dixwînin roja 4ê Gulanê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Etaba Îlwîya hatiye wergirtin]

Îraqî li bajarê pîroz ê Necefê Quranê dixwînin roja 4ê Gulanê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Etaba Îlwîya hatiye wergirtin]

Îran hewl dide ku zordarîya xwe li ser desthilatdarîya olî ya Şî'î li Îraqê ferz bike bi rêya berfirehkirina desthilatdarîya xwe li bajarê pîroz ê Necefê, pisporan ji Diyaruna re got.

Necef, navendeke hêza olî û siyasî ya Şî'î ya navdar e ku ew cihê veşartina Îmam Elî ibn Ebî Talib e. Ew welatê yek ji semînarên taifê yê herî girîng e û ew weke cihê heca Şîa ye li seranserî cîhanê.

Pispor dibînin ku bi rêya temwîlkirina fêrgehên olî û komeleyên xêrkarî û sponserîya têkilîyên bi zanyarên li Necefê, Îranê hewl da ku desthilatdarîya xwe di hiyararşîya Şî'î de webigire.

Herwiha Komara Îslamî kar dike da ku mezhebê Wîlayet el-Feqîh (Wesiyetdarîya li ser Feqîh) li Necefê û li seranserî herêmê han bide, ya bang dike ku dilsoz bin ji el-Welî el-Feqîh re -- Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xameneyî.

Îarqî li hev dicivin da ku li şîretên ku oldarek li Necefê dide guhdarî bikin. [Wêne ji rûpela Facebbokê ya Eteba Îlwîya ]

Îarqî li hev dicivin da ku li şîretên ku oldarek li Necefê dide guhdarî bikin. [Wêne ji rûpela Facebbokê ya Eteba Îlwîya ]

“Desthilatdarîya olî ya Şî'î li Necefê sazemenîyeke nerêtî ya kevnar e, ya ku ne hêsan e bandorê li binyada wê ya îdîolojî bike û biguhere li jêr çi şert û mercan be," Xeys Temîmî, lêkolîner di fikrê Îslamî de û oldarekî berê di enstîtua Necefê de, got..

Ofîsa Xameneyî, "gelek xebatan dike û gelek pereyan xerc dike da ku vê armancê cîbicî bike", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Berpirsên Îranî hewl didin ku desthilatdarîya xwe di "rêya avakirina fêrgeh, navendên olî û piştgirîya xwendekarên di fêrgeha [Necefê] de û dabînkirina pêdivîyên fêrgehê û pirtûkan re" pêk bîne.

Wî da zanîn ku desthilatdarîya olî li Necefê pêşwazîya desthilatdarîya îdîolojîya Îranî nake û heta asteke mezin ew mezheba Wîlayet el-Feqîh red dike.

Hewldan bo bikaranîna desthilatdarîyê

Temîmî, yê ku 20 salan li peymangeheke Necefê wane dan û bi desthilatdarîya olî ya herî navdar re xwendiye, got ku desthilatdarîya Îranî li Necefê kêm e.

Her çar desthilatdarîyên sereke li Necefê, herwiha desthilatdaryên rêza duyem û piranîya mamostayan "ne nêzîkî Îranê" ne jî Xameneyî ne.

Hewldanên Îranê bo danîna cîgirekî ji Elî Sîstanî re têk çûn, weke çawa berê vê têk çû ku cîgirekî Sîstanî bibîne "yê ku desthilatdarîya olî ya Şî'î ya herî hêzdar e li Îraqê".

Îranê di sala 2011an de hewl da ku Mehmûd Haşimî el-Şehrûdî li Necefê deyne weke cîgirekî gengaz ji Sîstanî re, lê perpirsên li enstîtuê "ev xebat red kirin û karîbûn di dawî de wan bi bin bixin", Temîmî got.

"Ji ber tecrîbeya min heye di heymine dîrokî yên girîng de li esnstîtua Necefê, ez dizanim ku ne hêsan e ku Îran çi alîyên din ku kesayetên xwe yên olî weke bedîl ji Sîstatnî re deynin," wî got.

Şehrûdî di Kanûna Yekem de koça xwe ya dawî kir, û bi mirina wî re, Îran "nema tu kesayet ji enstîtua bajarê Qum ê Îranî heye ku karibe pêşbirkê li ser payeya srkirdeyê rûhîyê her bilind li Îraqê bike", wî got.

Wî not kir ku enstîtua Qumê kontrola desthilatdarîya olî ya Îraqî nake.

Dijberîya Wîlayet el-Feqîh

Îran bi dehên salan hewl da ku desthilatdarîya xwe li Necefê berfireh bike, Îsam Feylî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha el-Mustensirîyayê hîn dike, got.

"Îran Necef weke paytexta Şî'îtîyê ya rûhî raçav dike û her û her hewl dide ku giranîya xwe bide wir di rêya alîkarîyê darayî re û temwîlkirina fêrgehên olî û sponerîya xwendekaran da ku li enstîtuêyê bixwînin," wî ji Diyaruna re got.

Wî da zannî ku Îran nikare kontrola xwe li ser Necefê bisepêne ji ber gelek sedeman, sedema yekem ji ber "el-Sîstanî dûrî rêbazê Îranê ye û bi awayekî xurt li dijî mezhebê Wîlayet el-Feqîh e".

Serkirdeyên olî yên din ên li Necefê ne yên ku bingehên wan ên gelêrî yên berfireh hene herwiha li dijî desthilatdarî û îdîolojîya Îranê ne, Feylî got.

Civaka Şî'î li Îraqê "nasnameyeke olî û taybetmendîyeke dîrokî diparêze ku dê qebûl neke ku xwe radestî Îranê bike tevî desthiltdarîya [Îranê]", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500