Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD li paşmahîyên DAIŞê li Dêra Zorê digere

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî hêzên ewlekarîyê çekên ku bi paşmahîyên DAIŞê re hatin dîtin di pêngaveke QSDê de li gundewarê Dêra Zorê nîşan dide. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamekî hêzên ewlekarîyê çekên ku bi paşmahîyên DAIŞê re hatin dîtin di pêngaveke QSDê de li gundewarê Dêra Zorê nîşan dide. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSDê) Pêngaveke mezin dest pê kiriye bo girtina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe li gundewarê Dêra Zorê vedişêrin, li gorî berpirsekî ewlekarîyê.

Pêngava bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî, 15ê Gulanê dest pê kir, û heta aniha pêşketineke berçav bi dest xistiye, efserê QSDê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tunêl û veşartgehên tundrewan hatin dîtin, û dest li ser çek, cebilxane û teqemenîyan hat danîn.

Wî got ku heta Duşemê (20ê Gulanê), şeş endamên DAIŞê hatine kuştin û dora 40 kesî birîndar bûne.

Endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, ên li vir xuya dikin, pêngaveke ewlehî li Dêra Zorê pêk tînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, ên li vir xuya dikin, pêngaveke ewlehî li Dêra Zorê pêk tînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku operasyoneke koleçanê berî pêngavê hebû, û tê de cihên veşartgehên rêxistinê yên li deverên gundewarî li navçeyê hatin destnîşan kirin

Wî teqez kir ku paşmahîyên DAIŞê ev dever bo veşartinê û plankirina êrîşan bi kar tanîn, û goyt ku dixuye ev kes ji asêgehên serekî yên rêxistinê revîya bin piştî ku ew hemû ketin destê QSDê û Hevpeymanîya Navdewletî de.

Desteserkirina çek û cebilxaneyê

Xoca got ku Operasyonê li devera Şehêl li gundewarê Dêra Zorê dest pê kir.

Wî got ku QSDê di êrîşa li ser tênêlên ku wan de tê de di veşart 40 tundrew girtin, û dest danîn ser qaseke mezin a çek û cebilxaneyan.

Wî got ku herwiha hêzên ewlekarîyê cihê komeke din a paşmahîyên DAIŞê li Tuweymînê li gundewarê parêzgeha Hesekê nas kir, û şer û pevçûn qewimîn ku rê de her şeş endamên rêxistinê hatin kuştin.

Wî got ku çekên hatine desteserkirin ji kemberên teqîner ên amade bo bikaranînê, û herwiha cebilxane û teqemenîyên ku ji vê coreyê di êrîşên terorî yên dawî hatibûn bikaranîn pêk tên.

Xoca got dema pêngavê vekirî ye, û da zanîn ku ew dê berdewam be heta nehiştina dawîn endamê DAIŞê li navçeyê.

Wî teqez kir ku ev paşmahî sivîlan ditirsînin bi rêya çandina teqemenîyên bidestçêkirî li ser rêyan û ev yek dibe sedema mirina sivîlan û şervanên QSDê yên erkdar bi çespandina ewlehîyê li navçeyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500