Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Milîsên biyanî tengejîyên li Îranê yên piştî lehîyan gur dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pisporin dibêjin ku Hizbelaha Lubnanî ava lehîyan dûrî weberanînên Pasdaran li herêma Ehwazê ya Îranê dibin, ew jî li ser hesabê mal û projeyên xwecihî tê pêkanîn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Pisporin dibêjin ku Hizbelaha Lubnanî ava lehîyan dûrî weberanînên Pasdaran li herêma Ehwazê ya Îranê dibin, ew jî li ser hesabê mal û projeyên xwecihî tê pêkanîn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Pisporine Îranî dîyar kirin ku pir nigeranî li kolana Îranî heye ku milîsên biyanî yên ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bo rizgarkirina deverên lehîyan anîne bo çewisandina xwepêşandanan tên bikaranîn.

Alozîya heyî gava lehî û barana xurt di Adarê de li seranserî Îranê rabû dest pê kir ku di encamê de ziyaneke berfireh, windakirin, penabertî û mirin bi xwe re anîn.

Wê demê hinek pisporan ji Diyaruna re ragihand ku ev yek qisûrîya birêveberîya Îranê jî derxist, ku rejîm bi paşguhkirina binesazî tawanbar kirin û herwiha ku ew di plankirina tedbîran li hember bobelatên xwezayî de tekçû û ew ajandeyên xwe yên derve di ser tiştên hundir re digire.

Qonaxa piştî lehîyan gelek pirsgirêk bi xwe re anîn, ku rejîma Îranî bi veguhastina pereyên rizgarkirinê ji Pasdaran re hat tawanbar kirin, û Pasdaran ew jî ji alîyê xwe ve ev pere weke mûçe dan milîsên xwe yên bo rizgarkirinê hatibûn erkdarkirin.

Xwepêşander dadikevin kolanên herêma Ehwazê ya Îranê da li dijî Pasdaran. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xwepêşander dadikevin kolanên herêma Ehwazê ya Îranê da li dijî Pasdaran. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Di gilîyên ku li ser torên civakî hatin parvekirin de, Îranîyan rejîm bi paşguhkirinê tawanbar kir û pirsa pereyên rizgarkirinê an jî nebedîbûna wan kirin, û herwiha anîna milîsên biyanî bo çareserkirina alozîya hundir meraq kirin.

Husên Şayan anî ziman ku milîsên hatine welêt ev in: Hizbulaha Lubnanî, Tevgera Nuceba ya Îraqî, Heşda Şaebî ya Îraqî û milîsa Fatimîyûn a Afganî ya ji çekdarên Afxanî pêk tê.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku hatina milîsên biyanî hêrsa giştî zêde kir.

Berîtî ne ji qurbanîyên lehîyê re ye

Milîsên biyanî yên ji hêla Pasdaran ve li deverên ku lehî li wan rabûbûn hatine bicihkirin "hatine bo nerazîbûn û xwenîşandanan rawestînin, û ne ji bo alîkarîkirina qurbanîyan hatine", Şiyar Turko, yê pispor di karûbarên komên ser bi Pasdaran ve ji Diyaruna re ragihand.

Turko dîyar kir ku niştecihên Xor Hewîra û Xor Dowraq û Ehwaz li parêzgeha xuzestanê bihêrs in ji ber ku ev milîs giranîyê didin dûrxistina rûbaran ji "zevîyên neftê û bistanên qenda şekirê yên kargehên Pasdaran."

Wî destnîşan kir ku berîtîya Pasdaran parastina weberanînên xwe yên taybet e, û da zanîn jî ku hinek niştecihan angaşt kir ku ava lehîyan a ku dûrî wan projeyan hatiye, mal û bistanên wan noq kirin.

Turko got gava hat zanîn ku Pasdaran pereyên rizgarkirinê weke mûçe ji milîsên xwe re bi kar tîne, ku ew pere gerek ji qurbanîyên lehîyan re hatibana dayîn, ev xwepêşandan veguherîn tundîyê.

Piranîya nerazî û xwenîşandan li parêzgehên Loristan û Xusestan, ên bi ganî ziyan ji lehîyan dîtine, pêk tên.

Wî got ku pevçûn li çend taxan li beşê rojavayî yê bajarê Ehwazê di navbera xwenîşanderan û Heşda Şaebî de, ya ku li deverê hatiye bicihkirin, qewimîn.

Pasdaran rastî kêmbûneke diravî tê

"Pasdaran di rewşeke şepirze de ye, û hêz û milîsên wê li Sûrîyayê li jêr fişareke mezin in," lêkolîner di Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratejî û Herêmî Fethî Seyid, ku pispor e di warê karûbarên Îranî de, wiha şirove kir.

Rewşa kêmbûnên di fînansê de ya Pasdaran rastî wê tê hêza wê li Sûrîyayê kêm kiriye û xaka li jêr kontrola wê teng bûye, nemaze li parêzgehên Hums, Heleb û Deraayê, wî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di demekê de ku ew arîşeyan li derve jîyan dike, Pasdaran herwiha rastî arîşeyan li hundir tê, û nerazîbûn û xwenîşandanên ji ber bedbirêvebirina tedbîran li hember lehîyan berfereh bûne û Îranîyên ku pere di kompanîyên Pasdaran de weberanîn kirine û nikarin pereyên bibin didin ber xwe.

Seyid got ku vê yekê hişt ku serkirdayetîya Pasdaran milîsên biyanî bi kar bîne bo deverên xwe biparêze û xwenîşandanên rojane rawestîne.

"Yekane sedem ku Pasdaran dikare pereyên xercîya anîna milîsên biyanî bo Îranê bide ew e ku ew alîkarîyên diravî yên ji şênîyên deverên bobelata lehîyan re bi kar tîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500