Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sûrî baca destwerdana Rûsîya û Îranê didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerên Rûsî radihêjin mûşekinan ji balafirekê li baregeheke Rûsî li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Leşkerên Rûsî radihêjin mûşekinan ji balafirekê li baregeheke Rûsî li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tevî hêzên Rûsî û Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) alîkarîya rejîma Sûrî kirin da kontrola piranîya welêt vegerîne, lê alîkarîya wan xwedî nirxekî buha bû, li gorî dîtina çalakgerên Sûrî.

Wan dîyar kir ku Rûsîya û Îran bo desthilatîya xwe li Sûrîyayê fireh bikin û qezecên sîyasî, serbazî û aborî bi dest bixin, dixebitin, tevî ev li ser hesabê gelê Sûrîyayê pêk tê.

"Herdu alî dixwazin desthilata xwe ya sîyasî û serbazî ferz bikin û para herî mezin a projeyên nûvakirinê misoger bikin," lêkolînerê sîyasî Ebdul Nebî Bekar wiha ji Diyaruna re ragihand.

Bekar anî ziman ku ew dixwazin kontrola çavkanîyên xwezayî yên welêt bikin, weke neft û hesinan, di rêya girêdana peymanên demdirêj bi rejîmê re.

Leşkerekî Rûsî navgîneke asmanî ya bêajokar a bo çavdêrîyê li bajarê Helebê yê Sûrî bike bi kar tîne. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Rûsî navgîneke asmanî ya bêajokar a bo çavdêrîyê li bajarê Helebê yê Sûrî bike bi kar tîne. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku çavkanî "yên gelê Sûrîyayê bi tenê ne," da zanîn jî ku lihevkirin dê van çavkanîyan demeke dirêj ji dest wan bistînin.

Di heman demê de, Rûsîya û Pasdaran piştevanîya milîsên xwecihî dikin daku temenê şer dirêjtir bikin, tiştê hişt gelê Sûrîyayê di kilorîka tundîyê de asê bimînin.

Rûsîya doza çavkanîyên Sûrî dike

Hêzên Rûsî li Sûrîyayê li ser firehkirina hebûna xwe ya li ser rûyê erdê û kontrolkirina deverine nû bi awayekî yekser di rêya piştevanîya milîsên xwe re, dixebite, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî destnîşan kir ku di rêya van kirinan re, Rûsîya dixwaze dest deyne ser çavkanîyên xwezayî yên sereke, dixwaze destpêkê deverên serbazî kontrol bike, û paşê lihevkirinan bi hikumeta Sûrî re bo çavkanîyên van deveran keysbaz bike girêbide.

Beşîr got ku çavkanîyên xwestî petrol, fosfat û silîkonê digirin nava xwe.

Vê dawîyê Rûsîya lihevkirinek ku temenê xwe 49 sal e bi rejîma Sûrî girêda da sazîya deryayî ya artêşa Rûsî li bendergeha Tertûsê ya Sûrî berfireh bike, wî got.

Ev yek dihêle Rûsîya rêyekê ku xwe bigihîne Deryaya Spî peyda bike.

Besam anî ziman ku bo xewnên xwe bi cih werîne, Rûsîya selametî û xweşîya gelê Sûrîyayê di ber çavan re derbas nake.

Her wekî ajandeyên xwe li herêma Idlibê berdwam dike, weke nimûne, balafirên Rûsî bi dehan êrîşên asmanî pêk anîn bêyî niştecihan di ber çavan re derbas bikin, û di encamê de bi sedan kes birîndar bûn, wî anî ziman.

Ev yek tevî lihevkirina di navbera Rûsîya û Turkîyayê ku di Îlonê de ji bo herêmeke feqetîner hatibû girêdan ku tu êrîş li ser Idlibê neyê pêkanîn jî.

Gendelî guherok bû

Besam daxuyand ku hêzên Rûsî yên li derveyî baregeha Himêmîmê ya girêdayî rejîmê tevdigerin serperiştîya milîsên ku li Heleb û başûrê Sûrîyayê belav dibin dikin ên leleyan disepînin, rêyan digirin û bi milîsên Îranê re şer dikin.

Wî got ku ev yek hişt aramî pêk neyê û zehmetîyên aborî derkevin pêş, Besam destnîşan kir ku sivîlên ji ber şer koç bûbûn û vegerîyan "piştî wan sozên ewlehî û selametê didan" ew in ên buhayê vê yekê didin.

Besam got ku "Rûsîya tu alîkarîyek rastîn pêşkêşî sivîlên Sûrî nake," da zanîn jî ku gelek deverên li jêr destê wê bê av û kehrebe ne.

Wî dîyar kir ku ev dever herwiha gazinan ji buhayên bilind dikin ji ber bacên ku endamên rêbendên pişkinînê yên li jêr kontrola milîsên Rûsîyayê ne ferz dikin.

Pasdaran dixwaze temenê hebûna xwe dirêj bike

Di heman demê de, Pasdaran û milîsên wê maf dane xwe ku "erd û çavaknîyên Sûrî ji xwe re meher bikin," lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejîk Fethî Seyid anî ziman.

Wî ji Diyaruna re deşkere kir ku Pasdaran dixwaze hebûna xwe li Sûrîyayê xurt bike û milîsên xwe bi hêzên xwe li welatên din ve girêde daku "xewna xwe ya kevin ya avakirina rêyekê ku Tehranê bigihîne Deryaya Sipî" bi dest bixe.

Seyid got "Pasdaran çavên xwe berdaye qezenckirina gelek projeyên nûavakirina deverên Sûrîyayê."

Rejîma Sûrî bi rastî gelek lihevkirin girêdabûn ku kargehên Pasdaran pêk tînîn, wî got, ku dihêle Pasdaran rêyekê bo xwe ji cezayên li ser ferzkirî birevîne.

Wî anî ziman ku "lihevkirinek ji bo hêsankirina veguhastinên bankî di navbera herdu welatan de heye, veguhastinên ku Îran bo xwe ji cezayan birevîne ferz kiribûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500