Nûçeyên Iraqê
Aborî

Pispor: Îran berê alîkarîyên mirovî dide xezîneyên Pasdaran

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zilamekî Îranî radihêje zarokekê di kolaneke lehî lê rabûyî de piştî baran barînên dijwar ên meha Nîsanê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Zilamekî Îranî radihêje zarokekê di kolaneke lehî lê rabûyî de piştî baran barînên dijwar ên meha Nîsanê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Pispor û şirovekar dibêjin ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dest dideyne ser pereyên ku danerên xwecihî û biyanî bo hawarçûna ji lehîyan terxan kirine bo fînanskirina ajandeyên xwe yên li derve û temwîlkirina komên çekdar ên alîgirê wê.

Wan got ku di demekê de ku bi dehên hezaran Îranî ji ber wêranîya ku lehî û baranbarînên dijwar ên meha Nîsanê bi xwe re anîne dinalin, fînans û danînê bo alîkarîkirina wan tên bikaranîn bo fînanskirina peyayên Pasdaran li Îraq, Yemen û Sûrîyayê.

"Bi awayekî xuyayî Pasdaran hemû dahatên alîkarîya diravî bi lêqewimîyên lehîyan li Îranê re belav nake," lêkolîner li Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratejî û Herêmî, Fethî Seyid, ê ku pisporîyê di karûbarên Îranî de dike, wiha got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku li gorî şopandinê, pir zelal e ku qasê alîkarîya ku li xelkê hatiye belavkirin ne weke qasê alîkarîya ku Îranê wergirtiye.

Erebistana Siûdî û Îmarat alîkarî pêşkeşî ziyandarên lehîyên baranê kirine. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Erebistana Siûdî û Îmarat alîkarî pêşkeşî ziyandarên lehîyên baranê kirine. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Wî got ku ev yek jî ji ber Pasdaran e, ji ber ku wê "dest danî li ser bi hezarên dolaran ên ku bo lêqewimîyên lehîyan hatibûn terxankirin".

Wî daxuyand ku di demekê de ku gelek hîsabên ku di bankên Îranî de hatin vekirin bo wergirtina dayînan gihaştin balansên bilind, desthilatdarîyên Îranî ew girtin, û ew dayîn ji Pasdaran re hatin veguhestin.

Wan hewl da vê yekê rewa bikin bi îdîakirin ku hîsab nikarin alîkarîyan werbigirin, bi tenê komine diyarkirî dikarin, di nav de Heyva Sor a Îranî.

Wî got ku gelek welatan alîkarî dane Îranê tevî nakokîyên siyasî bi rejîma wê re, û nîgeranîyên mirovî danîn pêş.

Wî got ku Erebistana Siûdî û Îmarat gelek alîkarî şandin, û Kuwêt û Omanê jî da ser şopa wan, û da zanîn ku qasê hat belavkirin pir kêmtir e ji yê hatiye şandin.

"Angaşta Sûrîyayê ku wê alîkarî bo lêqewimîyan şandiye rastî qleqirdîyeke mezin ji alîyê Îranîyan ve di malperên tora civakî de hat," wî got, û bikarhîneran got ku ji xwe ev pereyên gelê Îranê ne.

Gelê Îranê êdî bêzar e

"Gelê Îranê êdî bêzar e ji kontrolkirina Pasdaran ji prosesa siyasî re li Îranê, û kontrolkirina hemû hûrgilîyan, bi hemû coreyan," nivîskarê Îranî û şirovekarê siyasî Elî Narîmanî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku destêwerdana Pasdaran gihişt asta "belavkirina alîkarîyan û madeyên xwarinê" yên ji gelê Îranê hatin bexşîn ji alîyê çendîn welatan û rêxistin û ajansên mirovî yên NY û yên navdewletî.

Wî got ku bikaranîna Pasdaran ji milîsên Îraqî re di operasyonên rizgarkirinê de û di vekirina rêyan bi maşînên girand de yên ku wan pêşkêş kirine "bû cihê rexneyeke berfireh a Îranîyan".

Wî got ku ev ji ber ku ev milîs ji alîyê Pasdran ve tên fînanskirin hate pêş, "û qet ne mentiqmendî ye ku maşînên giran û buldozerên Pasdaran nebin bo vekirina rêyan [bi xwe]", di demekê de ku ew milsîên Îraqî bi pereyên gelê Îranê fînans dike.

Narîmanî got ku lehîyan,bê guman, "kêmasîyên mezin di erkdarîyê de ji alîyê hikûmeta Îranî ve li hember gelê Îranê bêvirandin".

Wî dîyar kir ku hemû welat alîkarîya neteweyên din dikin di demên belayên xwezayî de, lê belê welatên lêqewimî bi taybetî piranîya alîkarîya pêwîst ji xwe re dabîn dikin.

Wî got ku di rewşa Îranê de, alîkarîya ku li deverên lehî li wan rabûne hat belavkirin ji alîyê dewletên Kendavê, hinek dewletên Ewropayê û NY ve hatine dabînkirin.

"Kuwêt, weke mînak, pireke asmanî ava kir bo veguhestina alavên lojistî û bijîşkî û xwarinê bo alîkarîkirina bi bêwaran re, yên ku deverên xwe yên lehî li wan rabûne li pey xwe hiştine," wî got.

Dizîya pereyên gel

Xerckirina berdewam a Pasdaran a qasên mezin ji pereyan li ser alîgirên xwe li derveyî Îranê "dizîyeke bi eşkere ye ji pereyên gelê Îranê re", parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku alîkarîya ku ew dide sivîlan li Sûrîyayê li deverên li jêr kontrola wê û alîkarîya wê ya serbazî ya berdewam bi rejîma Sûrîyayê re, weke hewla wê ya avakirina kargehên çekan û kampên serbazî li Sûrîyayê ye.

Besam dîyar kir ku pere û xwarina ku ji Îranê tê li gelek deverên parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê tên belavkirin.

"Ne normal û mentiqmendî ye ku tu pereyên gel bişîne derve bo pêkanîna meremên siyasî di demekê de ku gelê te ji ber felaketeke wêranker dinale û bi hewcedarî alîkarîya diravî, lojistî û rasterast e," wî wiha şirove kir.

"Ev nîşana herî zelal a siyaseta tawankarî ya Pasdaran e, ya ku berjewendîya [hewldana] pêkanîna armancên siyasî li pêş berjewendîyên navxweyî û berjewendîyên gel dideyne," Besam got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500