Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq welatîyên xwe ji kampa Ekdayê ya Sûrî vedigerîne

Xalid Taî

Berpirsine Îraqî serperiştîya vegera penaberên Îraqî yên ku li kampa Ekdayê ya Sûrî dijîyan dikin, di 22ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsine Îraqî serperiştîya vegera penaberên Îraqî yên ku li kampa Ekdayê ya Sûrî dijîyan dikin, di 22ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Koçberî û Koçberan roja Çarşemê (8ê Gulanê) ragihand ku qefleke nû ya penaberên Îraqî ji kampa Ekdayê ya Sûrî vegerîyan, weke beşekî ji bernameyeke hikumî ya handana vegera xwebarî bo welat.

Şandeya wezaretê ya ku çû herêma Kurdî "104 penaberên Îraqî yên ku li kampa Ekdayê li gundewarê Helebê li nêzî sînorê bi Turkîyayê re dijîyan vegerandin," serokê şandeyê Elya Husên Bezaz wiha ji Diyaruna re got.

Bezaz anî ziman ku ev qefla duyemîn a kesên ku îsal vegerîyane ye, piştî ku 199 penaberên Îraqî ji Ekdayê di 22ê Sibatê de vegerîyan.

Wê got ku hejamra giştî ya kesên vegerîyayî ji destpêka 2017an de 3,022 ye, û da zanîn jî ku vegerandina wan bo welêt beşeke ji bernameyeke hikumî ya giştgîr, ku berî du salan bo vegerandina ne bizorê ya hemû Îraqîyên ku ji ber terorê revîyane dest pê kir.

Penaberên Îraqî yên li kampa Ekdayê ya Sûrî dijîyan di 30yê Adara 2018an de vedigerin welatê xwe. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Penaberên Îraqî yên li kampa Ekdayê ya Sûrî dijîyan di 30yê Adara 2018an de vedigerin welatê xwe. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Bi hezaran Îraqî, nemaze niştecihên parêzgeha Nînewayê, neçar bûn birevin deverên nêzî sînorê Sûrî piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbasî bajarokên wan bû di nîvê sala 2014an de.

Bi dawîya 2016an re, dora 12,000 Îraqî hebû, piranîya wan welatîyên Turkmen bûn, ku li kampa Ekdayê bi cih dibûn.

Veger tê pişkinînkirin

Bezaz got ku operasyonên vegerandina penaberên Îraqî bi "hevahengî bi balyozxaneya Îraqî li Stanbolê û Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan (UNHCR) re" tên pêkanîn.

Wê got ku "proses xwedî bertengkirin e," û destpêkê divê penaber desthilatên kampê agahdar bikin ku ew dixwazin vegerin.

Navên wan bi rêya balyozxaneyê ji hikumeta Îraqî re tên şandin da ku wan pişkinînin bikin.

Bezaz dîyar kir ku piştî erêkirina ewlekarî tê bidestxistin, tîmên wezaretê kesên vegerîyayî ji kampa Ekdayê vediguhêzin dergehê Brahîm Xelîl ê sînorî li bajarokê Fîş Xabûrê yê Îraqî yê li ser sînorê bi Turkîyayê re.

Bezaz daxuyand ku "paşê em wan bi basan bi hevkarîya bi Wezareta Veguhestinê ya Îraqî re vediguhêzin warên wan. "

Wê anî ziman ku hemû kesên vegerîyayî alîkarîyê ji wezaretê werdigirin, di nav de piştevanîya darayî û xizmetguzarîyên din, da karibin dîsan zarokên xwe di dibistanan de tomar bikin û belgeyên fermî der bixin.

Wê dîyar kir ku di herdu salên borî de, wezaretê vegera 3,732 Îraqî, yên ku ji 2014an ve ber bi Turkîyayê ve çûbûn, hêsan kir.

Bezaz destnîşan kir rewşa 30,000 penaberên Îraqî yên ku hîna li kampa Holê ya Sûrî dijîn, bialoz e û gelek pişkinîn tê xwestin, ji ber ku "hejmareke mezin a malbatên DAIŞê yên Îraqî û biyanî li wê kampê bi cih bûne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500