Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkirdeyekî DAIŞê li rojavayê Îraqê tê kuştin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî û şervanên êlan agir bi otombîlekê ku ji hêla edamên DAIŞê ve dihat bikaranîn Duşemê (6ê Gulanê) xistin, di operasyonekê de li biyabana rojavayî. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û şervanên êlan agir bi otombîlekê ku ji hêla edamên DAIŞê ve dihat bikaranîn Duşemê (6ê Gulanê) xistin, di operasyonekê de li biyabana rojavayî. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û şervanên êlan Duşemê (6ê Gulanê) êrîşeke piralî li ser baregeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser sînorên îdarî di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de pêk anîn, li gorî berpirsekî êlan.

Pazdeh endamên DAIŞê di êrîşê de hatin kuştin, serokê hêzên êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Obêdî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê "êrîşeke mezin Duşemê ji gelek alîyan ve li devera di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de pêk anîn."

Wî dîyar kir ku "yekîneyin ji fermandarîyên operasyonên Cezîra û Selahedînê, Firqeya Pîyadê ya 7an û hêza asmanî ya artêşa Îraqî di êrîşê de cih girtin."

Dûman ji paşmahîya baregeheke DAIŞê li biyabana rojavayî ve bilind dibe piştî ku hêzên Îraqî û şervanên êlan Duşemê (6ê Gulanê) agir pê xistin. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Dûman ji paşmahîya baregeheke DAIŞê li biyabana rojavayî ve bilind dibe piştî ku hêzên Îraqî û şervanên êlan Duşemê (6ê Gulanê) agir pê xistin. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û şervanên êlan di êrîşa roja Duşemê (6ê Gulanê) de li biyabana rojavayî tên dîtin, ya ku 15 endam û serkirdeyên DAIŞê mirî li paş xwe hiştin. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û şervanên êlan di êrîşa roja Duşemê (6ê Gulanê) de li biyabana rojavayî tên dîtin, ya ku 15 endam û serkirdeyên DAIŞê mirî li paş xwe hiştin. [Wêne ji Şêx Qeterî Semermed Obêdî hatiye wergirtin]

Obêdî got ku kesên piştevanîya wan dikin Fermandarîya Operasyonên Nînewa, Cuxeyfa, Ebu Nemir û hêzên êlên Obêdî ne.

"Êrîş piştî agahîne bi dîqet ku ji alîyê Şana Bazan û hewalgirîya serbazî li dor barageheke terorîst hatin pêşkêşkirin, pêk hat," wî got.

Obêdî anî ziman ku baregeha DAIŞê li devera ku berpirsyartî di navbera fermandarîyên ewlekarî yên cihêreng de tevlihev in, ya ji navçeya Rawayê li bakur-rojhilatê parêzgeha Enbarê ber bi Girava Tekrîtê û başûrê Hetrayê ve berfireh dibe.

Obêdî destnîşan kir ku "hêz ji hemû alîyan ve ber bi armancê ve çûn û karîbûn 15 terorîstan bikujin, ku piranîya wan fermadarên DAIŞê bûn."

Wî got ku di nav wan de welatîyekî Tunisî hebû ku ew li pişt gelek teqînên xwekujî û êrîşên bi otombîlên bombebarkirî li Enbar û Tekrîtê bû, herwiha êrîşên ku li dijî leşker û otombîlên rêwîyan ku li ser rêya Bêcê- Hedîsayê çêbûn jî bû.

Ew li nik ajansên ewlekarîya Îraqî ji 2014an ve bi çalakîyên xwe dihat naskirin.

Baregeh û hebûna DAIŞê tên wêrankirin

Obêdî daxuyand ku hêzên ewlekarîyê di êrîşê de ligel hemû tiştên wan 10 stargeh jî wêran kirin, û 15 motor û sê pêkapên ku tundrewan ew di veguhastinê de bi kar dianîn wêran kirin.

Wî got "terorîst weke şivanan tevdigerîyan, û stargehên wan dimînan malên koçeran, herwiha otombîlên wan jî, daku çavdêrîya asmanî bixapînin ku ew ne endamine DAIŞê ne."

Wî anî ziman "bi saya çavdêrîya hewalgirî ya berdewam, hatin berçavkirin û derxistin," da zanîn jî ku wan "xwe ji operasyonine terorî yên dijwar li gelek bajarên rizgarbûyî re amade dikirin."

Obêdî dîyar kir ku ev êrîşa nişkayî tê di dema ku hêzên ewlekarîyê heftîyane operasyonên xwe yên hercar berdewam dikin, bi armanca ramaliştina biyabana rojavayê Enbarê ber bi sînorê bi Sûrîya, Urdin û Siûdîyê re.

Wî got "hêzên hevbeş pêşketineke belî di şopandina paşmahîyên DAIŞê li biyabanê de bi dest xist," û da zanîn jî ku her lêgerînek hişt "kuştin, girtina terorîstan û wêrankirina tunêl û stargehên dijmin" pêk werin.

Obêdî dîyar kir ku "çekdarên êlan di şopandina van paşmahîyan de bûn pispor," û hêzên artêşê piştevanîya van hêzan dikirin û çek û cebilxane ji wan re pêşkêş dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500