Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Îraqî cihên çêkirina teqemenîyên bidestçêkirî yên DAIŞê li Hewîcayê wêran dike

Xalid Taî

Polîsê Federal ê Îraqî gundekî li navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê di 2yê Kanûna Yekem de ya sala 2018an de teftîş dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal ê Îraqî gundekî li navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê di 2yê Kanûna Yekem de ya sala 2018an de teftîş dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî Pêncşemê di (2yê Gulanê) de gundên dûrdest li bajarokê Hewîcayê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê ramaliştin, û veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêrankirin û teqemenî rakirin, berpirsekî xwecihî got.

Li gundên Hemdanîya û Twêlayê, hêzên ewlekarîyê yên di operasonê de beşdar dikarîbûn bi awayekî ewle 51 teqemenîyên bidestçêkirî yên ku ji sîlînderên madan hatine çêkirin û bi TNT hatine dagirtin biteqînin.

Li gundên Heşîşa û Dulas Kubra, wan çar veşartgehên ku bermahîyên rêxistinê bi kar dianîn wêran kirin.

Yekîne ji Ferqeyên 3yem û 5em ên Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî di operasyona ramaliştinê de beşdar bûn, endamê encumena navçeya Hewîcayê Emar Hemdanî ji Diyaruna re got.

Niştecîyên navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê pêşwazîya yekîneyên ewlekarîyê dikin di merasîmeke serbazî de di 10ê KanûnaYekem ya sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Niştecîyên navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê pêşwazîya yekîneyên ewlekarîyê dikin di merasîmeke serbazî de di 10ê KanûnaYekem ya sala 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon "li jêr serperiştîya yekser ji alîyê fermandarîya baregehên sereke yên operasyonên hevbeş li Kerkûkê" hatiye cîbicîkirin.

"Yekîneyan encamên mezin bi dest xistin di warê paqijkirina gundên rojava û başûr û rojavayê Hewîjayê ji teqemenîyên ku ji alîyê terorîstan ve hatibûn çandin û depokirin li jêr malên wan ên vehesînê û veşartgehên wan," wî got.

Wî got ku hêzên ewlekarî yên di operasyona malaştinê de beşdar bûn karîbûn li rûberên berfireh bigerin û rêyên di navbera Hewîca û navçeya Dabsê de ewle bikin.

"Rê aniha ji teqemenîyên bidestçêkirî vala ye û ewle ye," wî anî ziman.

Ewlehî li Hewîcayê berdest e

Ewlehî li hemû beşên navçeya Hewîcayê berdest e"weke encam ji ahengîya di navbera mêrên ewlehîyê û niştecîyên xwecihî", Hemdanî got.

"Welatî çavê hêzên ewlekarîyê yên şîyar in û ew piştgirîyeke xurt di dûvketin û tunekirina terorîstên ku ji ber dadmendîyê revîyane de dikin," wî got.

Wî got ku tevî ku çalakîya DAIŞê bi dawî bû li sernserî Hewîcayê, hîn dibe ku bermahîyên rêxistinê "bi hejmarên gelekî kêm werin dîtin, bi taybet li hin gundên navçeya Reşadê".

Wî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê bi awayekî zexm li deverê hatine belavkirin û giranîyê didin xebatên girtina bermahîyên DAIŞê li seranserê parêzgeha Kerkûkê.

Operasyonên ewlehî yên vê dawîyê lidevera Wadî Şay li navçeya Daqoqê û çîyayên Herînê hatin cîbicîkirin, Hemdanî not kir.

Van operasyonan endam û serkirdeyên û veşartgehên DAIŞê armanc kirin û êrîşeke asmanî ya hevahengkirî di navbera artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî de dihewwand.

Wî got ku van êrîşên nişkayî û bandorbar komployên DAIŞê yên têkdayîna ewlehîyê têk birin, di aramîya Kerkûk û parêzgehên hevtixûb de beşdar bûne, bi taybet parêzgehên Diyala û Selahedînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500