Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pûtsazên Mûsilê nîşangehên giranbuha yên bajar vedigerîn

Xalid Ta'î

Pûtsazên Mûsilê roja 13ê Nîsanê kar li ser pûtekî nû yê "Firoşyarê Sûsê" dikin. DAIŞê pûtê resen wêran kiribû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Pûtsazên Mûsilê roja 13ê Nîsanê kar li ser pûtekî nû yê "Firoşyarê Sûsê" dikin. DAIŞê pûtê resen wêran kiribû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Tîmeke pûtsazan kar li ser vegerandina pûtên Mûsilê yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew wêran kiribûn bo serfirazîya wan ya berê dike.

Paş sê mehan ji karkirinê, tîmê meha borî pûtê yekem ji projeya xwe qedand, ew jî pûtê Firoşyarê Sûsê, bo ew li cihê pûtekî were danîn ku li meydana Sewas bû heta çaxê ku DAIŞê ew têk da.

Pûtsaz Omer Kefaf got ku tîma ku bi serokatîya Nîzar Ebdul Letîf e û her du pûtsaz Mihemed Nîzar û Xalid Ebadî dihundirîne, "erkdar e bi vegerandina nerîtê" bajêr.

"Me bi 'Firoşyarê Sûsê' dest pê kir, yê ku weke nîşangeheke folklorî li bajajê Mûsilê dihat naskirin berî ku terorîst wî wêran bikin, tev cihên dîrokî yên din li bajêr," wî ji Diyaruna re şirove kir.

Du Pûtsaz pûtê "lFiroşyarê Sûsê" nû dikin, yê ku DAIŞê ew têk dabû, roja 13ê Nîsanê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Du Pûtsaz pûtê "lFiroşyarê Sûsê" nû dikin, yê ku DAIŞê ew têk dabû, roja 13ê Nîsanê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

"Destpêkê me xwendineke giştgîr ji pûtê kevin re kir, yê ku di sala 1970an de li ser destê Telal Sefawî, pûtsazek ji Mûsilê ye, hatibû avakirin, û me xwest ku em şopa xwe jî li ser yê nû bihêlin" Xefaf got.

Wî daxuyand ku karê nûkirinê di mercên pir zehmet de pêk hat.

Wî got ku "piştgirî kêm bû û bi zorê têra metryalan kir," û da zanîn ku peydakirina sazgeheke baş mezin yek ji kêşeyan bû.

"Me nikarî em cihekî mezin kirê bikin bo wî bikin sazgeh, lewra me xanîyê min bi kar anî," Xefaf got. "Di dawîyê de, me karî karê xwe biqedînin (roja 18ê Nîsanê)."

"Ev bi tenê destpêka projeyên me ye," wî got, û tîm dixwaze ku bi tenê ew "avêjgeheke be bo karên pûtsazîyê yên din, bi hevkarî ligel şaredarîyan û alîyên pêwendîdar ên din".

Planên nûkirinê yên bêhtir

Xefaf got ku tîm herwiha dixwaze ku pûtên din ên Mûsilê vegerîne, mîna yên Osman Mûsilî, Ebû Temam û Fetat el-Rabîe (Keça Biharê).

Wî got ku pûtên wiha nasnameya çandî ya bajêr berceste dike, lewra divê fînanseke baş were terxankirin.

Wî got ku pûtê nû yê Firoşyarê Sûsê pênc metran bilind e û ji çemento di şûna bronz de hatiye sazkirin. Ew dê li taxa Mensûr li beşê rojavayî yê Mûsilê bê danîn, li cihê yê berê.

Wî got ku şaredarî aniha devera ku dê pût li wir were rakirin nû dikin, ku jê re tê gotin meydana Sewasê.

Heyder Îsmaîl, yê ku projeya şaredarîyê ya pêşxistina Sewasê serpereştî dike, ji Diyaruna re ragihand ku ev tîm bê rawestan dixebitî bo qedandina projeyê.

Wî dîyar kir ku ev ji avakirina bingehekê ji pût re û çandina gul û geya, û herwiha avakirina nafûreke avê, bo xweşikirina meydanê, pêk tê.

"Sewas kevin e û meydaneke bêhampa ye ji ber ku li nêzî rêya Bexdayê ye û weke rûyekî çandî yê bajêr tê reçavkirin," wî got, û da zanîn ku ew cihekî hezkirî bû ji meraqdarê şerbeta Sûsê re.

Îsmaîl got ku pût nîşangeheke hezkirî ye li ba xelkê Mûsilê, ji ber bajar bi duristkirina û firoştina vê şerbetê navdar e.

Ew herwiha nîşana karê giran ê kedkaran e, yên ku roja xwe bi gera li kolanan derbas dikin, û beroşeke mezin li ser milê wan e bo peydakirina qûtê malbatên xwe.

"Nûavakirina vî pûtî li paş nûkirina meydanê dê kêfê ji xelkê Mûsilê re bîne, ji ber ku ev nîşangeh bi nerîteke gelêrî ya bajarê wan ve girêdayî ye," wî got.

Çaksazkirina nîşangehên çandî

Elî Mehmûd, birêveberê medyaya Şana Qeyranê li Mûsilê ji Diyaruna re ragihand ku dê bajar pûtan û nîşangehên din ên wêran bûne nû bike.

Aniha şan bajar bi rê ve dibe, paş ku parêzgarê Nînewayê hat rakirin paşbûyera mirinê ya felaketbar roja 21ê Adarê.

"Şanê komîteyeke endazyar, hunermend, şûnwarnas pêk anîye ku berpirs e ji serpereştîkirina gelek projeyên têkildar bi vegerandina çanda mirovî bo Mûsilê," wî got.

"Karekî cidî dewam dike bo çaksazîkirina hemû nîşangehên dîrokî yên terorîstan wêran kirine, ku yê herî navdar Mizgefta Nûrî ya Mezin e, ya ku mozelên wê hatine hilanîn bo dîsan were avakirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500