Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pevçûn di navbera milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran û Rûsan de li Helebê rû didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji milîsên Feyleqa Pasdaran di nava avahîyan de ne gava şerê milîsên Rûsîyayê li Helebê dikin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Çekdarin ji milîsên Feyleqa Pasdaran di nava avahîyan de ne gava şerê milîsên Rûsîyayê li Helebê dikin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Şerekî dijwar li hawîrdora bajarê Helebê di nava milîsên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) û yên girêdayî Rûsîyayê de rû da, çalakvanekî li Helebê ji Diyaruna re got.

Pevçûnên nû piştî pêleke tundîya bilind tê di navbera herdu alîyan de ku mehekê dirêj kir û 19 kes mirî li paş xwe hişt, çalakvan Ehmed Salim daxuyand.

Tundî hişt dabeşkirineke serbazî li deverê çêbibe ku bandoreke neyînî li sivîlan kir, ên hema hema "dorpêç" bûne, çalakvan ji Diyaruna re anî zimên.

Wî dîyar kir ku şerek ji bo kontrolkirina devera başûr-rojhilatê bajarê Helebê êvara Pêncşemê (25ê Nîsanê) di navbera Lîwaya Îmam Beqîr a girêdayî Feyleqa Pasdaran û Lîwaya Qudsê ya agirêdayî Rûsyayê de çêbû.

Tankeke Lîwaya Îmam Beqîr ya Feyleqa Pasdaran piştgirîya wê dike di dema şerê wan bi milîsên Rûsîya piştgirîya wan dike li bajarê Helebê de tê dîtin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Tankeke Lîwaya Îmam Beqîr ya Feyleqa Pasdaran piştgirîya wê dike di dema şerê wan bi milîsên Rûsîya piştgirîya wan dike li bajarê Helebê de tê dîtin. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Endamine polîsê leşkerî yê Rûs, ên li vir tên dîtin, hebûna wan li hinek deverên Helebê heye, lê piştî pevçûnên bi Feyleqa Pasdaran re nebedî bûn, çalakvanak dibêje. [Wêne ji Ehmed Salim hatiye wergirtin]

Pevçûn, berdewamîya şerê ku ji mehekê ve di nava milîsên Îran û Rûsan de dest pê kiriye ye ji bo kontrolkirina parêzgeha Helebê.

Balafirgeh li jêr kontrola Feyleqa Pasdaran in

Salim got encamên şer ji Feyleqa Pasdaran re dikeve, ku milîsên wê karîbûn tam kontrola xwe li ser Balafirgeha Navdewletî ya Helebê û ya Neyrebê bikin û milîsên Rûsîyayê ji deverê biqewitînin.

Salim anî ziman ku "polîsê Rûs ji deverê û ji derdora herdu balafirgehan nebedî bûn, ku berê hebûna xwe li wir hebûn."

Salim dîyar kir ku "sivîl temenê vê yekê didin," çi ku bajar di nava herdu alîyan de hate parçekirin, û operasyonên girtin û lêgerînê ku her gava kesek ji deverekê diçe ya din careke din dest pê kir.

Wî got milîsên Rûsî aniha rojava û beşekî rojhilatê Helebê kontorl dikin, herwiha taxên Madî, Bab Neyreb, Firdews û Silênê.

Di heman demê de, milîsên Feyleqa Pasdaran devera li derdora bajêr û bakur-rojhilatê Helebê kontrol dikin, di nav de taxên Silêman Helebî, Heyderîya, Xalidîya û Cemîyet Zehrayê,û deverên di navbera wan û komên opozîsyonê de.

Wî destnîşan kir ku "hêzên rejîma Sûrî qet destwerdanê nakin lê ew milîsên Feyleqa Pasdaran piştgirîya wan dike di ser ên Rûs re digirin, tevî ku nabe rejîm derbasî deverên li jêr destên Feyleqa Pasdaran bibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500