Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarîya Nînewayê: Rewşa ewlehî li ser sînorê bi Sûrîyayê re li jêr kontrolê ye

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî ji Firqeya 20an a Piyadetê dîtin di kampanyayeke ewlehî de di destpêka sala 2019an de daku bidin dûv bermayîyên DAIŞê li rojavayê Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî ji Firqeya 20an a Piyadetê dîtin di kampanyayeke ewlehî de di destpêka sala 2019an de daku bidin dûv bermayîyên DAIŞê li rojavayê Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operesyonên Nînewayê Çarşemê (24ê Nîsanê) got ku kontrola ewlehî bi temamî li ser sînorê bi Sûrîyayê û biyabana rojavyê ya parêzgehê dike.

"Baş yekîne [li deverê] hatine belavkirin," birêveberê medyaya fermandarîyê emîd Firas Beşar Sebrî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku lê gengaz e ku komên piçûk ên bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîn çalak bin li wir.

Ev yek tê piştî daxuyanîyên perlemanîyên Îraqî yên ji Nînewayê di van herdu rojên dawî de ku tê de tirsa xwe derbarê "zêdebûna çalakîya DAIŞ" nêzî sînor.

"Êrîşên terorîst û revandin zêde bûne" li gundên sînorî yên îzolekirî li navçeyên Beaj, Hetrayê, Tel Ebtayê, Balefirgeha Sarî Kereh, parlemantar Ehmed Medlûl Cerba roja 22yê Nîsanê ragihand.

Wî bang li hikûmetê kir ku "yekîneyên ewlehî li wan deveran qayim bike".

Sebrî got ku Yekîneyên artêşê yên mezin, polîsê xwecihî û hêzên êlî bi dirêjahîya sînor hatine belavkirin, li gorî planeke ku bi awayekî baş hatiye danîn û li gorî şîretên ji alîyê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş û Wezareta Berevanîyê.

"Leşkerên me şerîta sînorî ewle dikin û bi awayekî qayim wê kontrol dikin," wî got.

Wî anî ziman ku dron bi awayekî berdewam pagerîyê li wan deveran dikin, û hêzên hewalgirîyê fermandarîya operesyonan di dema guncan de bi datayan dabîn dikin, datayên ku ber bi operesyonên parêzî yên li dijî baregehên dijmin didin.

Komên DAIŞê yên biçûk çalak dimînin

Lêbelê, DAIŞ "bitemamî li biyabanê nehatiye rakirin û hîn hinek kom û şanên wê yên raz hene -- heta eger hejmara wan gelekî kêm e -- ku carinan êrîşan cîbicî dikin", Sebrî got.

"Gundên biyanî dûrî hev in, carinan 10 kîlomitir di nav wan de ne û hinek ji wan niştecîyên wan kêm in," wî got.

Wî got zehmet ku bi temamî ew gund werin ewlekirin û hêzên ewlehî li wê deverê werin belavkirin, bi taybet ji ber ku niştecîyên wan şivan in û li devereke tenê bi cih nabin.

"Pêngavên ewlehî da ku veşartgehên terorîstan bibînin û li wan bixin berdewam in li ser binegeha agahîyên hewalgirî, agahîyên ku bûne pêkhatîyeke çalak di operesyonên me de," wî got.

"DAIŞ weke rêxistin û hêzeke çekdar bi dawî bû û ew nema kare ti êrîşên teror ên mezin cîbicî bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500