Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî êrîşên xwe li dijî paşmahîyên DAIŞê li Enbarê girantir dikin

Xalid Taî

Endamine hêza polîsê taybet ê Enabrê endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî li rojavayî bîyabana Enabrê de girtin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê ku di 12ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin, hatiye wergirtin]

Endamine hêza polîsê taybet ê Enabrê endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî li rojavayî bîyabana Enabrê de girtin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê ku di 12ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin, hatiye wergirtin]

Desthilatên ewlekarî li parêzgeha Enbarê operasyonên xwe yên lêgerînê girantir kirin daku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li kûrahîya biyabana rojavayî ya parêzgehê, li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re, bişopînin.

Wan ji niştecihan xwest ku ji deverên biyabanî yên dûr bi dûr bimînin da ji hêla paşmahîyên DAIŞê ve nebin armanc.

Nêzî heftîyekê, hêzên ewlekarîyê êrîşine asmanî û bejahî li dijî fermandar û asêgehên DAIŞê yên di kezeba biyabanê de ne pêk anîn, serokê komîteya encumena ewlekarîyê ya parêzgeha Enabrê Naîm Kiûd wisa roja Sêşemê (16ê Nîsanê) ji Diyrauna re got.

Kiûd anî ziman ku operasyon di navbera fermandarîyên Enbar û yên Cezîrê yên hevbeş de pêk tên, û herwiha endamên hêzên polîsê yên parêzgehê, li gel dapoşîna asmanî ji hêla artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî.

Helîkoptereke Îraqî misyoneke lêgerînê li rojavayî biyabana Enabrê pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ku di 14ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin]

Helîkoptereke Îraqî misyoneke lêgerînê li rojavayî biyabana Enabrê pêk tîne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin, ku di 14ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin]

Polîsê Enbarê di 12ê Nîsanê de navên sê xwekujên DAIŞê yên ku di operasyona dawîn de li beşê rojavayî yê devera biyabanî ya Huseynatê hatin kuştin eşkere kir-- Ebû Mistefa Heyalî. Ebû Hecir Şengalî û Ebû Beşîr Muhamedî.

Du terorîstên tirsnak ku ji edaletê re xwestî ne jî di heman operasyonê de hatin girtin-- Rîyad Kamil Şetran Merawî (Rebadî) û Ebdul Selam Mihemed Musalim Kerbûlî-- li gel gelek kesên gumanbar.

Di encamên operasyonê de "pênc stargeh hatin wêrankirin, otombêl û motorên cihêreng hatin şewitandin, û hejmarek çekên ku bi terorîstan re bûn hatin desteserkirin," li gorî daxuyanîyeke polîsê.

Liv û tevgerên ku yekser tên armanckirin

"Ev operasyonên ewlehî yên parêzî liv û tevgera endamên DAIŞê yên mayî ku li biyabanê xwe vedişêrin pûç kir," Kiûd got, û "ew dê operasyonên xwe hata dawîn terorîst were kuştin berdewam bikin."

Wî got ku raportên ewlehî û hewalgirî dibêjin ku paşmahîyên DAIŞê "hemû liv û tevgera xwe rawestandine û newêrin li jêr çi rewşê be li deverên vekirî tevbigerin."

Kiûd dîyar kir ku "çi tevgerek an jî çalakîyek gumanbar hebe, yekser aniha tê kifşkirin û ji hêla balafir û yekîneyên artêşê ku bi giranî li devera biyabanî belav in tên armanckirin," herwiha bang li hevkarîya niştcihan bi ajansên ewlekarîyê re kir da aramîya parêzgehên xwe misoger bikin.

Wî got "êrîşên giran paqijkirina van deveran ji çi endam an şanên terorîst armnac dikin û wan di hundirê kunên wan heta mirinê dorpêç dikin, bêyî ti şansê xwe yê rizgarkirinê hebe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500