Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî serkirdeyekî DAIŞê li Hemrînê dikuje

Xalid Taî

Hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî kaxez û kompûterên ku di veşartgeheke DAIŞê de hatine dîtin fehs dike, di dîroka Pêncşemê (11ê nîsanê) li çiyayê Hemrînê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî kaxez û kompûterên ku di veşartgeheke DAIŞê de hatine dîtin fehs dike, di dîroka Pêncşemê (11ê nîsanê) li çiyayê Hemrînê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyekî mezin ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û sê ji alîkarên wî di operasyoneke daketinê de li çiyayê Hemrînê li Parêzgeha Diyalayê hatine kuştin, Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî Duşemê (15ê Nîsanê).

"Hêzeke taybet a Ajansa Dijî Terorîzmê operasyoneke daketinê roja Yekşemê li çiyayê Hemrînê encam da ku bû encama kuştina Selman DAwûd, serkirdeyekî DAIŞê li Diyalayê," peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê, Sebah Numan eşkere kir.

Welatîyê Îraqî, yê ku "walîyê" DAIŞê li Hemrînê bû, tev sê alîkarên xwe hatin kuştin, wî wiha ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku êrîş "bi hevkarî ligel Ajansa Hewalgirî ya Îraqî û bi piştgirîya balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî hatiye pêkanîn".

Leşkerekî Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li Hemrînê ku bûye armanca lêdaneke asmanî dinere, di dîroka 26ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li Hemrînê ku bûye armanca lêdaneke asmanî dinere, di dîroka 26ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Terorîst 'walîyê' navçeya bakurî ya Bexdayê bû û paşê ew çû navçeya Muqdadîyayê li Diyalayê bo bibe fermandarê çiyayê Hemrînê," Numan ragihand.

Wî da zanîn ku Dawûd berpirsê wergirtina xwekujan ji parêzgehên Nînewa, Kerkûk û Selahedînê bû, û wî êrîş plan dikirin.

Wî got ku mirina serkirdeyê mezin weke "gurzeke azardar e bo paşmahîyên terorîstan", wî got.

Êrîşên DAIŞê tên çepelkirin

Numan got ku piştî bidawîhatina operasyona Yekşemê,operasyoneke bi kiwalîtî li çiyanên Hemrînê hat pêkanîn ku bû encama têkbirina "kulmozeke serekî ya terorîstan".

Operasyon bi piştgirîya balefirên şer ên Îraqê û Hevpeymanîya Navdewletî bû.

"Balefirên Hevpeymanîyê, li ser bingeha agahîyên ji ofîsa hewalgirî ya Ajansa Dijî Terorîzmê, êrîşên asmanî yên konkirêt li ser veşartgehên DAIŞê li navçeyê pêk anîn," wî got.

Operasyonê çar rojan dewam kir, ku tê de hêzan paraşût bi kar anî û agir berdan 15 wargehên DAIŞê. Yek ji wan naveneke ku DAIŞê ew bo derxistina kovara Nebayê bi kar tanî.

Wî got ku 12 endamên DAIŞê di operasyonê de hatine kuştin, û dest li ser stokên çek û alav û herwiha "belgehên girîng" û kompûteran hat danîn.

Numan dîyar kir ku aniha tîmeke pisporîdar belgeh û kompûterên hatine desteserkirin analîz dike.

Wî teqez kir ku operasyon "meheke temam ji çavdêrîkirina terorîstan pêk hat, yên ku texmîn dikirin ew dûrî çavên çavkanîyan û hêzan in".

Numan got ku herwiha êrîşeke mezin a DAIŞê bi sernavê "Tolhildana ji Dagirkirina Şamê" re hat çepelkirin.

Endamên DAIŞê "plan dikin ku êrîşên tundûtûj li welat pêk bînin, weke tolhildanê ji binxistina wan li Sûrîyayê û hewldanek ku teqez bikin hîna hebûna wan heye", wî got.

"Dê Ajansa Dijî Terorîzmê berdewam be di pêkanîna operasyonên parêzî û nişkayî de li dijî paşmahîyan [ên DAIŞê]," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nûçene pir baş in!

BERSIV BIDE