Nûçeyên Iraqê
Civak

Mûsil planekê bo nûavakirina bazara xwe ya kevin amade dike

Xalid Taî

Niştecîyekî Mûsilê li nûavakirina dikanekê li bazara kevin a bajar temaşe dike di 27ê Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Niştecîyekî Mûsilê li nûavakirina dikanekê li bazara kevin a bajar temaşe dike di 27ê Tebaxa sala 2018an de. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Desthilatdarîyên Mûsilê dest bi amadekirina planekê bo nûavakirina bazara kevin a bajar kiriye, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku di demekê de ku gelek xwedîyên kargehan weke însyatîfekê ji alîyê xwe ve dikanên xwe ji nû ve ava kirin, hineke din hewcedarîya wan bi alîkarîya darayî heye da ku bi ser xwe werin piştî hukmê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û şerên derkirina rêxistinê.

"Me dest pê kiriye em bi endazyar û tenîkkaran re kar dikin daku em planeke kar amade bikin bo em bazara kevin vejînin," şaredarê Mûsilê Zuhêr Arejî ji Diyaruna re got.

Cihê li orta bajar navendeke aborî ya sereke ye li Mûsil û derdora wê, niştecîyên wê bi awayekî rêzikî serdana wê dikin da ku xwarin û kel û pelan bikirin.

Teraktorek molozan ji kolaneke bazirganî li Bajarê Kevin ê Mûsilê ra dike di Hezîrana sala 2018an de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Teraktorek molozan ji kolaneke bazirganî li Bajarê Kevin ê Mûsilê ra dike di Hezîrana sala 2018an de. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Planame ji nûavakirina swênkarên xizmetguzarîyan li bazarê herwiha nûavakirina her sê derbasgehên sereke yên ku xelk di wan re derbasî bazarê dibin: Kornîş, Qetanîn û Etarîn, pêk tê," wî got.

Wî anî ziman ku plan hene ku sê derbasgehên nû di pêşerojê de ava bikin, û not kir pêşbînî heye ku dîzaynên ku kelepora bajar destnîşan dike pêk bînin.

"Nûtahîlkirin ji danîna ziftê li alîyên rê yên teng li bazarê ligel [guhertina] peyarêyên çemento pêk tê," wî got.

Wî eşkere kir ku plan hene ku ronahîyê li bazarê saz bikin û sîwanekê ser wê da bikin ku firoşyar û kiryaran ji baran û rokê bibarêzin.

Rêjeya kirînê bilind dibe

Şaredar got ku desthilatdarîya xwecihî berî vê dest bi gelek kampanyayan kir da ku bazarê ji molozên avahîyên wêrankirî paqij bike.

Wî daxuyand ku xizmetguzarîyên av û kehrebeyê hatine vegerandin, û qerz jî dane bazirganan da ku dikanên xwe ji nû ve ava bikin.

"Gelek dikan û kargeh xwedîyên wan ji nû ve ava kirin, mîna firin, dikanên sebze û xwarinê û dikanên kelûpelên malê," wî got.

Qerebûkirina diravî ku hikûmeta federal di hin rewşan de alîkarî bi bazirganan re kir ku dikanên xwe yên ziyandar û swênkarên depokirinê ji nû ve ava bikin.

"Kirîn li bazarê hêdî hêdî zêde dibe piştî ku dora 10,000 malbatî di van her pênc mehên dawî de vegeriyane Bajarê Kevin ê Mûsilê," wî anî ziman.

Bazara Mûsilê ya kevin, a ku vedigere çend serdemên berê, ji hejmareke mezin a bazarên piçûk ên hatine berhevkirin pê tê, li gorî kel û pelên ku ew pêşkêş dike, mîna caw, goşt, kelûpel û gewheran.

'''Beşek ji dîroka Mûsilê ye'

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Elî Xudêr teqezî li ser girîngîya guhdana ji alîyê hikûmeta xwecihî ve derbarê nûavakirina bazara kevin kir "ji berku ew cihekî keleporî yê çandî ye, yê ku beşekî ji dîroka Mûsilê raber dike, ji bilî girîngîya wê ya aborî".

Gava yekem ber bi nûavakirinê ve dan, wî ji Diyaruna re got, planên nûavakirinê ji alyê ajansên şêwirmendî ve hatin cîbicîkirin û "xebatv berdewam in daku bi awayekî lezgîn cihê dîrokî ji berê çêtir vegerînin".

"Ne bi gelekî piştî rizgarkirinê, xwedîyên dikanan dest pê kirin û dikanên xwe yên li bazarê ji nû ve ava kirin û ew hîn li gor derfetên xwe ew ji bo vê yekê kar dikin," wî got.

Xudêr got ku komîteya qerebûkirinê ya hikûmetê pere li xwedîyên dikanên ziyanbûyî belav kir her yekî li gorî asta ziyana ku gihaye dikanên wan.

"Lêbelê, em bang li hikûmetê dikin ku bi awayekî lezgîn karê nemazetan pêk bîne," wî got, ji ber ku bi hezaran hene bandewarîya qerebûkirinê dikin, ên piranîya wan daxwaznameyên xwe temam kirine û nirxandinên ziyanan wergertine.

Bazara dîrokî weke "ya Mûsilê ya aborî û dîrokî" tê raçavkirin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar got, û not kir ku nûavakirina bazarê dê hemû bajar vejîne.

Danerên navdewletî "piştgirî bo nûavakirina 5,000 malan li Bajarê Kevin ê Mûsilê û peydakirina av, xizmetguzarîyên tedîbîrên parastina tendirustîyê û kerebeyê li wan taxan dabîn kir", wî ji Diyaruna re got.

"Aniha em ji wan dixwazin ku beûdar bibin û alîkarîyê bi welatîyan re bikin ku ji nû ve ava bikin û di nûavakirina bajara kevin û swênkarên din de beşdar bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev derew in. Ne qerz û ne jî qerebûkirin heye. Ev welatekî têkçûyî û gendel e. Bera kesên ku qerebûkirin an jî qerz wergirtin biaxêvin.

BERSIV BIDE