Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên êlan êrîşî paşmahîyên DAIŞê li Wadî Horanê dikin

Xalid Taî

Çekdarên êlan silavê li serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc dikin di vê wêneya ku ji 27ê Tîrmeha 2017an ve hatiye kişandin de. [Wêne ji polîsê Enabrê hatiye wergirtin]

Çekdarên êlan silavê li serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc dikin di vê wêneya ku ji 27ê Tîrmeha 2017an ve hatiye kişandin de. [Wêne ji polîsê Enabrê hatiye wergirtin]

Hêzên êlan ên Îraqî li bajarokê Hedîsayê yê li rojavayê Enbarê roja Pêncşemê (11ê Nîsanê) ragihand ku wan "êrîşine deqîq" li ser asêgehên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Wadî Horanê pêk anîn.

Hêzên êlan gelek operasyonên maliştinê pêk anîn da Wadî Horanê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bikin "û nehêlin ew dever ji wan re bibe wargehine biewle", serokê êla Hedîsayê Şêx Ewad Seîd Cuxeyfî wisan ji Diyaruna re got.

Cuxeyfî anî ziman ku "tevî dervera bîyabanî ya berfreh jî, me karîbû pêşveçûyîneke ewlehî bi dest bixin."

Wî got "me serokên artêş û ewlekarîyê derbarê wê de agahdar kir, û me ji wan re agahîyên çalakîyê bi pare ve kir û herwiha deverên me aramnc kirin û encamên me bi dest xistin."

Leşkerine Îraqî kavilên stargeheke ku ji hêla hepeymanîya navdewletî hatiye wêrankirin dinêrin li rojavayê devera bîyabanî ya Enbarê di 4ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî kavilên stargeheke ku ji hêla hepeymanîya navdewletî hatiye wêrankirin dinêrin li rojavayê devera bîyabanî ya Enbarê di 4ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Cuxeyfî dîyar kir ku ji 20ê Sibatê ve, hêzên êlan karîbûn 11 endamên DAIŞê bikujin ên ku xwe di deverên Wadî Horanê yên bîyabanî de vedişart.

Wî da zanîn ku "terorst di rêya êrîşine deqîq re hatin têkbirin ku ji hêla hêzên êlan ve hatibûn pêkanîn, ku ev êrîş deqîq û razî bûn."

"Êrîşa dawî ya me berê sê rojan pêk anî, gava me karîbû bi hevkarîya artêşê çar paşmahîyên DAIŞê bigirin û siwareyên wan li devera Um Mozê bişewitînin," wî got.

Cuxeyfî anî ziman ku operasyonên têkbirina paşmahîyên DAIŞê berdewam in, û ew pir bi pêş ve diçin û "encamine biêş" didin çekdarên rêxistinê.

Hewalgirîyên niştecihên xwecihî

Cuxeyfî eşkere kir ku "gelek çavkanîyên hewalgirîyê li cem me hene ku her tim hûrgulîyên liv û tevgera paşmahîyên teorîst pêşkêş dikin."

"Piranîya agahîyên ku ji niştecihên xwecihî û şivanên ku li bîyabanê ne ji me re tên dikarin deverên DAIŞê vebînin," wî anî ziman. "Agahîyên em werdigirin yekser ji artêş, polîs û hewalgirîyê re diçin."

Cuxeyfî destnîşan kir ku "li ser bingeha xebatên hewlagirî, hêzên ewlekarîyê di herdu mehên dawîn de karîbûn neh serkirdeyên terorîst bigirin ên ku xwe li bajar û bajarokên Enbarê vedişêrin."

"Berîya heftîyekê, me hêzên ewlekarîyê derbarê cihê serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê agahdar kir ku li navçeya Rutbayê xwe vedişart, wî got. "Hêzeke taybet çû û yê armanckirî girt."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê hêz û qewetê bide we lehengino!

BERSIV BIDE

Em sipasdar in ji xebatên wan ên veguhestina nûçeyan.

BERSIV BIDE