Nûçeyên Iraqê
Civak

Enalîst: paşguhkirin bû sedema bobelata lehîyê li Îranê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Mêrekî Îranî li ava lehîyê ya devera wî daye ber xwe temaşe dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Mêrekî Îranî li ava lehîyê ya devera wî daye ber xwe temaşe dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lehî û baranên xurt ên ku piranîya Îranê di van hefteyên dawî de dane ber xwe bûne sedema wêranîyeke berfireh û û gelek xelk jî mirin.

Bisporan ji Diyaruna re got got ku lehîyan lawazîya hikûmeta Îranî eşkere kir, û wan rejîm bersûc kir ku ew binesazîya welat paşguh dike û bi bin ket û nikarîbû ji bobelatên xwezayî re plan bike di demekê de ku ew dide dûv ajandeyên xwe yên siyasî yên li derve.

Mirinên girêdayî lehîyan li 11 parêzgehan ji eslê 31 parêzgehan hatin ragihandin, dora 62 kes ji ber bahozên ku di Adarê de dest pê kirin hatin kuştin.

"Lehîyên ku ji ber baranên xurt çêbûn paşguhkirina ku gelek dever li Îranê derdê wê dikişînin dîyar kirin," lêkolîner Fethî Seyid, ê ku pispor e di karûbarên Îranî de, got.

Lehîyan da ser mal û rêyan li Îranê û bi hezaran xelk ji deverên wan bêwar kiirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lehîyan da ser mal û rêyan li Îranê û bi hezaran xelk ji deverên wan bêwar kiirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku desthilatdarîya Îranî "hişt ku ev yek çêbibe ji ber wê dewlemendîya welat guhert ber bi temwîlkirina projeyên Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê li derve", û divabû ku ev temwîl li ser binesazîyê hatiba xerckirin li şûn li ser komên çekdar.

Rejîma Îranî temwîlkirina komên çekdar ên girêdayî xwe hilbijart "li şûn ku planên pêwîst pêş bixe daku karibe li hember rewşên ewarte yên mîna van raweste", wî ji Diyaruna re got.

Pirsgirêk ne xisarên ji ber bahozê ne, ji ber dibe ku ev yek li her welatî biqewîme, wî teqez kir, lê "asta gendelîya berbelav ya ku bû sedema vê paşguhkirinê".

Wî got ku eger bendav hatibana avakirin û sazkirin, dibe ku gelek dever bobelat û bêwarîya komî li wan neqewimîba, û wî not kir ku binesazîyên mîna van bi awayekî taybet gelekî girîng in li deverên çandinî yên ziwa yên ku dibe rast lehîyan werin.

Wî got ku li şûn avakirina binesazîyan ên dibe ku alîkar bin, rêjîmê rewş xerabtir kir û daristanên ku dibe bûba weke kendûkospên xwezayî û nehêlin lehî ji avabaranan çêbibin rakirin.

Wî got ku di heman demê de, ev çend salin cokên avê yên ku dibe ku gelek ji ava baranan kişandiba ji gemarê nehatine pagijkirin.

Hêrsa giştî zêde dibe

Lêkolîner Şiyar Tirko, pisporê derbarê Feyleqa Pasdaran û rêbazên temwîlkirina wan got ku paşguhkirina birêveberîya Îranî ji ber ew budceyê xerc dikin ne ji tiştên ku ew jê re hatine terxankirin.

Herwiha wî lawazîya piştgirîya derayî ji alîyê rejîmê ve ji projeyên pêşxistin û binesazîyê re destnîşan kir, û not kir ku Feyleqa Pasdaran a hêzdar "ev pere hemû kirine xizmeta aramancên xwe yên taybet de" li ser hesabê gelek beşên welat.

"Enerîya gelêrî li Îranê zêde dibe ji çaxê ku encamên lehîyan hatin naskirin," Mazin Zekî, birêveberê beşê ragihandinê yê nû li Navenda Ibin Welîd ya Lêkolîn û Vekolînên Meydanî li Misrê, got.

Medyaya civakî li ber lehîya şîrove û wêneyan ên asta enerîya gelêrî dîyar dikin çû, wî ji Diyaruna re got, û not kir ku xelkên Îranê ji berê ve êşê dikişînin ji ber abora hilweşayî û bêkarîya berbelav.

Şîrovekirin destnîşan dikin ku "alîkarîya rast ji sivîlên bêwar re, sazîyê hikûmetê li deverên ziyankirî nebûn û sazemenîyên hikûmetê nikarîbûn alîkarîyê bi wan re bikin tevê ku bobelat mezin bû jî", Zekî got.

Hewldanên bo guhertina gazinan

Herwekî ku asta bibelatê hat naskirin, Wezîrê Derve yê Îranî Mihemed Jewad Zerîf hewl da ku ji berpirsyarîya derbarê vê rewşê bireve, û wî gazin ji cizayên Amerîkî kir derbarê kêmbûna helîkopterên rizgarkirinê di weşanê li ser medyaya civakî.

Lê Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkî gazin red kirin, û wî destnîşan kir ku ciza dê ne astegî bin di rêya alîkarîya rewayî di rewşên bobelatî de.

"Careke din ev lehî asta birêveberîya bed a rejîma Îranî di warê plankirina medenî û amadehîyê ji reşên erwarte re dîyar dikin," Pompeo di daxuyanîyekê de got.

"Rejîm gazinan diavêje ser dezgehên derveyî, dema ku bi rastî bedbirêveberîya wan ew e ya ku ev bobelat encam da," Pompeo got.

"Amerîka amade ye ku alîkarîyê bike di Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor ên Federesyona Navdewletî de beşdar bibe, ên ku dê di pişt re pereyan ji Heyva Sor a Îranî re ji bo hewalgirîyê re bişînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima divê em gazinan ji hikûmeta Îranî bikin di demekê de ku baran bû sedema lehîyan?! Baran ji bal Xwedayê Mezin e. Gelo Amerîka dixwaze ku di rûyê Xwedê de raweste kalfihimino?! Gelî kesên kalfehim, hawara me li ba Xwedê ye; Eger Ew tiştekî bixwaze, Ew dê ferman bike û ew dê li wir biqewime! Amerîka dikare di rûyê vî daner û perwedgarê hêzdar de bi tedbîrên xwe yên mirovî yên lawaz raweste? Ew pirsyareke bo welatên Ereban ên ehmeq: Gelo we jibîr kiriye Xwedê dikare hertiştî bike?! Gelo Amerîkaya ku hûn xwe li paş wê vedişêrin ji Xweda mezintir e?! Hûn bi rastî kalfehim û ne xwendewar in û li çolekê dijîn ku tê de yê bihêz yên qels dixwe û hûn yê herî mezin û herî bihêz jibêr dikin.

BERSIV BIDE