Nûçeyên Iraqê
Civak

"Gelemşeya berbelav" li deverên li jêr destên Tehrîr el-Şam

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Serkirdeyê Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê Rehmo Abdîn û kurê wî Bîlal ji hêla Tehrîr el-Şam ve hatin girtin, ji ber ku ew li dijî polîtîkayên wê ne. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Serkirdeyê Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê Rehmo Abdîn û kurê wî Bîlal ji hêla Tehrîr el-Şam ve hatin girtin, ji ber ku ew li dijî polîtîkayên wê ne. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Deverên bakurê Sûrîyayê yên ji hêla Tehrîr el-Şam ve tên kontrolkirin nema ji sivîlan re bi ewle ne ji ber gelemşeya bêsînor a ku li derveyî kontrolê ye, çalakvanekî wisa ji Diyaruna re got.

Rêxistina tundrew rê li ber qedexekirina revandin, dizî û kuştinê negirt, û ev rewş gurtir kir bi pêkanîna operasyonên girtinê li dijî dijberên xwe bi awayekî rojane, çalakvan Heysem Idlibî ragihand.

Idlibî ji Diyaruna re eşkere kir ku "sivîlên li deverên li jêr kontrola rêxistinê li Idlibê, gundewarên Helebê û Hemayê ji gelemşeya ku li deverên wan rû dide tengezar bûne û rêxistina tundrew bi nepêkanîna qanûnê lome dikin."

Idlibî dîyar kir ku çalakvanên xwecihî tawanên ku di meha Adarê de bi tenê çêbûne belgeh kirin.

Tehrîr el-Şam çalakvan Hesan Nasir Ebu Ebdulah ji ber derketina li dijî rêxistina tundrew girt. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam çalakvan Hesan Nasir Ebu Ebdulah ji ber derketina li dijî rêxistina tundrew girt. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Ji van tawanan, serjêkirina heft niştecihan di operasyonên dizîyê de, di nav de bazirgan, temenmezin û du birayên ku gelek pere ji ber rewşa wan a tenduristî ya ne baş ji Komeleyên Xêrdar wergirtine.

Idlibî anî ziman ku "yekîneyên ewlekarîyê" yên Tehrîr el-Şam tu rêkar bo qedexekirina van tawanan nekirine, û li tu deverê nayên dîtin.

Idlibî destnîşan kir ku "hebûna ewlekarî" ya ku bi tenê tê dîtin ew e gava yekîneyên Tehrîr el-Şam bi dûv dijberên xwe dikevin, û da zanîn jî ku xalên pişkinînê yên ewlekarîyê balê dikişînin ser girtina kesên ji rêxistinê veqetîyayî.

Girtina çalakvanên opozîsyonê

Idlibî anî ziman ku rêxistina tundrew bi awayekî taybet li ser armanckirina çalakvanan radiweste, bi tayebtî şorşgerên destpêkê yên ku di nava niştecihan de xwedî bandor û deshilateke mezin in.

Wî daxuyand ku ev kesayet bi derketina li dijî siyaset û biryarên rêxistinê navdar in, û di nav de Hesan Nasir Ebu Ebdulah, yek ji kevintirîn şoreşgerên destpêkê, ku ji bajarokê Cercenazê yê li gundewarê Helebê ye.

Rêxistina tundrew vê dawîyê Cercenaz dorpêç kiriye.

Di nav de Rehmo Abdîn jî, serkirdeyê Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û kurê wî Bîlal, ji bajarokê Maeret Numanê ne, û ciwanekî din bi navê Mihemed Weqas ji bajarokê Sermedayê.

Idlibî dîyar kir ku nîşaneke din ya nêzîkatîyên rêxistinê bi niştecihên xwecihî re, ew e ku Tehrîr el-Şam dest danîye ser ambulansekê ku ji bo xizmeta gundewarê Helebê hatiye pêşkêşkirin û girêdayî rêxistinekê ye ku piştevanîya xwe ji niştecihan digire.

Wî got ku ev otombîl li jêr bihaneya ku li nik rêxistinê ne qeydkirî ye hat desteserkirin, û da zanîn jî ku vê yekê rê li ber xizmeta ku ji niştecihan re dihat pêşkêşkirin girt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500