Nûçeyên Iraqê
Civak

Geştyarî li Rutbaya Enbarê geş dibe

Xalid Taî

Hêzên ewlekarî yên Îraqî tevlî malbatên deverê dibin û seyranan li nêzî gol û bendava Abilayê li navçeya Rutbayê li Adarê berhev dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî tevlî malbatên deverê dibin û seyranan li nêzî gol û bendava Abilayê li navçeya Rutbayê li Adarê berhev dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cihên geştûguzarî yên dûrdest li navçeya Rutbaya Enbarê çalakîya xwe ya geştyarî nû dike paş ku ew ji gefa paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine ewlekirin.

Berî çend salan, ne pêkan bû ku serdanker berê xwe bidin cih û golên avê yên xwezayî li Rutbayê ji ber tirsa ji DAIŞê.

Lê îroj, paş ev cih hatine ewlehkirin, hejmarek mezin ji malbatan serdana golên avê yên li navçeyên dikin bo bi keşûhewaya Biharê şa bibin.

Hesen Qubêisî, 44 salî, tev malbata xew li bendav û gola Abilayê, li bakurê Rutbayê, derketine seyranê.

Gola Abilayê li navçeya Rutbaya Enbarê bûye seyrangeheke navdar ji Îraqîyan re paş Rutba ji DAIŞê hatiye rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Gola Abilayê li navçeya Rutbaya Enbarê bûye seyrangeheke navdar ji Îraqîyan re paş Rutba ji DAIŞê hatiye rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Abila bûye seyrangeheke pir navdar ji Îraqîyan re paş ku Rutba ji DAIŞê hat rizgarkirin.

Qubêsî ji Diyaruna re ragihand ku ji zû ve, "carê malbat der diketin seyranê li vê seyrangeha xwezayî".

"Ev cih pir xeternak bû û tu kes nedihat ji ber ku eger hebû ew bikevin dava terorîstan de yên ku dikarîn her kêlîyekê werin," wî got.

"Aniha rewş bi temamî hatiye guhertin," wî got. "Hêzên [Îraqî] dever ewleh kirin û em dikarin careke din tev malbatên xwe derkevin seyranan û dilşa bibin."

Enbar bi seyrangehên xwezayî dewlemend e

"Bendav û gola Abila yek ji gelek cihên geştyarî ye li navçeya Rutbayê," şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ev cih "pir ewleh e û ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve tê parastin", û da zanîn ku malbat dikarin bêtirsa li ser selametîya xwe berê xwe bidin wir.

"Leşkerên Firqeya 1ê ya Artêşê û Fermandarîya Operasyonên Enbarê li deverê cih digirin bo misogerkirina jîngeheke ewleh ji sivlîan re û di dema seyranên dibistanê de," wî got.

Dulêmî got ku xelk bi qeflan serdana wê dike, û ew kêfxweş in ji ber ku dikarin vegerin vê seyrangeha sirûştî.

Wî got ku cihên geştyarî yên din, yên mîna Bendava Horanê, 20 kîlometran li rojavayê Rutbayê ne, "lê ji ber tirsên ewlehî hîn hene û ji ber vê yekê sivîl pir berê xwe nadinê".

Wî got ku bendava Feyda û biyabana Xuzlanê jî cihên geştyarî yên navçeyê ne, û wî da zanîn ku birêveberîya xwecihî "daxwaz ji hikûmetê kiriye ku dergeh bo weberanînê li wê deverê veke".

Dulêmî daxuyand ku nîqaş di navbera Desteya Weberanîna Enbarê û Desteya Geştyarî ya Niştîmanî de hene bo destnîşankirina van cihan weke derfetên weberanînê di sektorê geştyarî de paş ku ewlehî bi temamî hatiye çesipandin.

Hêzên Îraqî û şênî hevkarîya hev dikin

"Leşker bi xelkê rê hevkarîyê dikin û aniha bi giştî rêzgirtin ji xebatên ewlekirina van cihan re heye," peyvdarê Wezareta Berevanîya Îraqî, lîwa Tehsîn Xefacî got.

Wî got ku "Hêzên me didin ser pişta terorîstan li her derê û bi ser ketin di nehiştina gefan de," û da zanîn ku operasyonên li navçeya Rutbayê yên ku paşmahîyên DAIŞê dikin armanc "bi hêzdarî berdewam in".

Wî got ku xelkê xwecihî û hêzên ewlekrîyê bi hev re kar dikin bo têkbirina planên terorî, û da zanîn ku parêzgeha Enbarê xwedan çend cihên geştyarî û xwezayî ye.

"Ne bi tenê em berpirs in ji dabînkirina derfeta serdana malbatan bo van cihan bi selametî, lê belê ew dixwazin ku em nameyekê bidin pêş ku aniha ev dever aram in [û kêrhatî ne bo weberanînê]," wî got.

Vegera golên Rutbayê weke cihên geştyarî yên navdar nîşaneke li ser aramî û seqamgîrîya berdest li parêzgeha Enbarê ye, endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê Şelal Nacî Obêd ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "ev pêşketin cihê kêfxweşî û geşbînîyê ye," bi taybetî ku endamên DAIŞê xwe li wan deverên dûrdest vedişartin.

Wî got ku hêzên ewlekarî bi tundî rewşa ewlehî zeft kirine paş têkbirina paşmahîyên DAIŞê.

Obêd got ku parêzgeha Enabrê "dîsan dibe cihekî geştyarî bo malbatên Îraqî yên ji parêzgehên din, û wî herwiha îşaret bi giringîya vejîyandina vê sektorê kir ji ber ku ew çavkanîyeke serekî ya qezenc û geşedanê ye.

Wî got ku parêzgeh "li ser rêya xwexelaskirina ji bandorên terorê ye û berê xwe dide nûavakirin û aramîyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500