Siyaset

Îraqî bandora Îranî ya ''dilzarker'' red dikin

Faris Omran

image

Endamên milîsa Îraqî Hereket Nuceba, ya ku Îran piştevanîya wê dike, ala milîsê di meşekê de bilind dikin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Berpirsên Îraqî dibêjin ku nîgeranîyekepir mezin û zêdebûyî li Îraqê peyda dibe ji milîs û partîyên siyasî yên Îraqî yên ku serwerîya dewletê binpê dikin.

Wan teqez kir ku bandora xerab a milsên ser bi Îranê ve li deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin berçav e, û li wir komên çekdar zagona Îraqî binpê dikin û tevlî çalakîyên ku yekîtîya niştîmanî ya Îraqê lawaz dikin dibin.

Bandora van milîsan tengezartir bûye paş ku hinek kom û partîyên ser bi Îranê ve derbasî qada siyasî di hilbijartinên parlemanî yên Gulana 2018an bûn, rojnameger Omer Cenabî wiha ji Diyaruna re şirove kir.

Di nav wan de Rêxistina Bedir, ya ku serokê wê Hadî Amirî serokatîya bloka parlemanî ya Hevgirtina Bîna dike. Blok ji çend hevbendîyan pêk tê, Hevbendîya Fetih a Amirî; Hevpeymanîya Dewleta Yasayê; Hevbendîya Nesir, bi serkêşîya Falih Feyad.

image

Endamên milîsa Ketaib Seyid el-Şuheda, ya ku Îran piştevanîya wê dike, di merasîmeke serbazî de li Îraqê di dîroka 19ê Mijdara 2017an de cih digirin. [Wêne ji alîyê şaxê milîsê li parêzgeha Babilê ve hatiye belavkirin]

"Van koman hejmûneke siyasî bi dest xistiye û wê bo ferzkirina vîna xwe li ser yasayê û guhertina hemû sazîyên dewletê bo leystokên ku Îran bi wan bilîze bi kar tînin," Cenabî got.

Wî daxuyand ku hevdem, milîsên Îranê piştevanîya wan dike "ewlehîyê lawaz dikin û parçebûn û milmilanîyên tayifgerî dibin pêş di berjewendîyên Îranê de".

Wî got ku kirinên wan li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin berçav e, û ew "berdewam in di nehiştina vegera bi hezarên bêwaran bo malên wan".

Wî got ku ev yek li navçeyên Cerf el-Sexir, Sulêman Bêk, û Ezîz Beled li parêzgeha Selahedînê, û herwiha Şengalê li parêzgeha Nînewayê pêk tê.

Cenabî teqez kir ku milîsên ser bi Îranê ve berpirs in ji "nebedîbûyîna gelek sivîlan li parêzgehên Nînewa, Selahedîn, û Enbarê, û ew weke wendayî tên tomarkirin".

"Şênî jî aciz in ji dizîyên milîsan jineftaji bîrên li deverên xwe, kontrola wan li ser derbasgehên bazirganî û çalakîyên aborî," wî got.

Wî da zanîn ku ev milîs herwiha"ciwanan tejnîd dikin, nexasim ên bêkar", û wan tevlî rêzên xwe dikin bo li qadên şer li Sûrîyayê şer bikin.

Neseqamgîrîya siyasî û ewlehî

Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike hêvî dikin ku hebûn û bandora xwe berfirehtir bikin di navendên biryara siyasî de li Îraqê, lêkolîner di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjî, Yehya Qubeysî wiha şirove kir.

"Tevî ku ew negihiştine asta kontrola bi temamî, bandora van komanmezintir dibeji dema ku wan, bi rêya piştgirîya Îranî, destketîyên siyasî bi dest xistin," wî ji Diyaruna re got.

Îraqî pir nîgeran in, "ji ber ew dizanin ku ev milîs awatên Îranî yên ku ne di xizmeta welatên wan de ye didin pêş", Qubeysî got.

Wî teqez kir ku milîs sedemeke serekî ya neseqamgîrîya siyasî û ewlehî ne.

Wî got ku hebûn û pêgeha wan li bajarên rizgarbûyî ziyanê li aramî û ewlehîya civakî dike, ji ber xwezaya tayifgerî ya çalakîyên wan û kêşeyên ew dirust dikin bi rêya bikaranîna çavkanîyên aborî.

"Pir girîng e ku ev hemû milîsên çekdar bên têkbirin û kontrola çekan bi tenê di destê ajansên ewlehî yên dewletê de be," wî got.

Yasaya Heşd ''nayê bicihanîn''

Yasaya Hêzên Heşda Şaebî, ku parlemanê Îraqî di 2016an de ew pesend kiribû, "li gorî yasayê tê bicihanîn", Qubeysî got.

Yasa dibêje ku Heşda Şaebî " pêgeheke serbazî ya serbest be û beşek ji hêzên çekdar ên Îraqî be, û têkildarî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar be".

"Di rastîyê de, hinek milîsên Heşda Şaebî bi tena serê xwe tev digerin, û biryar û ajandeyên wan ji berjewendîyên niştîmanî dûr in," wî got, û amaje kir ku ew "bi temamî ser bi Îranê ve ne".

"Hiştina rewş heyî bê çareserkirin tê wateya qeyran û kêşeyên xerabtir û aloztir di pêşerojê de," wî anî ser ziman.

Wî got ku aniha dora 67 koman hene ku bi fermî li jêr sîwana Heşda Şaebî ne, gelek ji wan li gorî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) tevdigerin û ew fermanên Rêberê Bilind Elî Xamenî dişopînin".

Ew kom ev in: Asaib Ehl el-Heq, Lîwayên Seyid el-Şuheda, Hereket Nucaba, Ketaib Îmam Elî, Ketaib Cund el-Îmam, Seraya el-Xoresanî, Ketaib Hizbulah; Ketaib Teyar Rîsalê û Lîwayê esed-Alah el-Xalib.

Qubêsî daxuyand ku Heşda Şaebî ji dora 100,000 çekdaran pêk tê, û piranîya wan li parêzgehên rizgarbûyî, bi taybetî li Nînewayê, cih digrin.

"Hinek komên biçûk ên din hene ku ne beşek in ji Heşda Şaebî, lê xwedan pêgeheke çekdarî ne," wî da zanîn.

Destêwerdan di hukimranîyê de

Hikumeta xwecihî ya Nînewayê dixwaze sînorekî ji hejmara pir a biryarderan re deyne yên ji ber hebûna Heşda Şaebî û hêzên din ên li parêzgehê hene, endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Husam Edîn Ebar wiha ji Diyaruna re ragihand.

Ebar dîyar kir ku "hinek ji van koman destên wan di mijarine ne têkildarî ewlehî de hene û tenê dixwazin pereyan di rêya bazirganîya neft û hesinên ku ji avahîyên Mûsilê yên wêrankirî derdixînin qezenc bikin."

Wî destnîşan kir ku "ew destwerdanê di hemû karûbarên xwecihî, yên mîna mazat û pereyên firoştina erdan, de dikin û zextê dikin bo projeyên avakirinê bo kompanîne destnîşakirî bên dayîn.

Wî wiha dewam kir, "em hewl didin van babetan hemûyan çareser bikin di rêya komîteya dîtina rastîyan a Nînewayê re," ya ku parlemana Îraqî di dawîya sala borî de ava kiriye daku lêkolînê bûyerên ewlehî, aborî, mirovî û yên xizmetguzarîyê li parêzgehê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?
22
2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)

Pîşedar tên neçarkirin ku bar bikin.

BERSIV BIDE

Me di welatê xwe de hest bi serwerîyê nekiriye.

BERSIV BIDE