Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî êrîşeke xwekuj a DAIŞê vala derxist

Xalid Taî

Hêzên taybet ên Îraqî heftîya borî hatin belavkirin bo çesipandina ewlehîyê li Şengalê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kenala Asmanî ya el-Mûsilîya TVyê hatiye wergirtin].

Hêzên taybet ên Îraqî heftîya borî hatin belavkirin bo çesipandina ewlehîyê li Şengalê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kenala Asmanî ya el-Mûsilîya TVyê hatiye wergirtin].

Artêşê ragihand ku sê xwekujên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Yekşemê (24ê Adarê) li bakurê Îraqê xwe teqandin, piştî rojekêji derxistina rêxistinê ji Sûrîyayê.

Peyvdarê artêşê emîd Yehya Resûl got ku bûyer li navçeyeke li nêzî sînorê Sûrîyayê qewimî, ku tê payîn hebûna şanên razayî yên DAIŞê li wir hebe, AFP ragihand.

Wî got ku tundrew hatin kuştin paş ku hêzên artêşê ew dorpêç kirin lê tu qurbanî di nav hêzên Îraqî de tune bûn.

Berpirsên xwecihî gotin ku tundrew hatin kuştin dema ku wan hewl dida êrîşî hêzan li gundê Qeyrewan, li başûrê çiyayê Şengalê, ku hevsînorê Sûrîyayê ye, bikin.

Fermandarê giştî yê QSD, Mezlûm Kobanê roja Şemîyê heydarî da ku qonaxeke nû di operasyonên li dijî DAIŞê dest pê kir û bang bo alîkarîyeke mayinde li hevpeymanîya navdewletî bo alîkarîkirin di ramaliştina "şanên razayî" de kir.

Hîn hebûna paşmahîyên DAIŞê li navçeyên çiyayî û biyabanî di navbera Sûrîya û Îraqê de heye, tevî ku serkeftina li ser DAIŞê di Kanûna Yekem a 2017an de hatiye ragihandin.

Naskirina cihê paşmahîyên bi lez

Hêzên Îraqî agahîyên hewalgirî girtin ku endamên DAIŞê xwe li gundê Sebaya Emaş li Qeyrewanê vedişartin, şaredarê Şengalê Fehed Hamid ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzeke hevbeş a hewalgirîyê, Lîwayê 29ê û Heşda Şaebî bi xar ketin tevgerê bo pêkanîna êrîşekê li ser cih," wî got.

Wî got ku hêzan veşartgeha DAIŞê dorpêç kir û bang li endaman, ên ku êlekên teqîner li xwe dikirin, kir ku xwe radest bikin lê wan qebûl nekir.

Wî got ku paş pevçûn dijwar bûn her sê endamên DAIŞê xwe teqandin.

Wî got ku milîtan bi dizî derbasî Îraqê bûn piştî ku şer û pevçûn li rojhilatê Sûrîyayê bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dijwar bûn bo rizgarkirina tiştê mayî ji asêgeha DAIŞê li Baxozê.

Hamid got ku du ji xwekujan Îraqî ne û xelkê Şengalê ne, Fehed Dahî Metyûtî ji gundê Xilo û Kehlan Ebid Zahir Metyûtî ji navçeya Belîc.

Wî got ku êrîşkarê sêyem heta aniha nehatiye naskirin.

Wî got ku destnîşankirina bi lez û armanckirina endamên DAIŞê "amadebaşî û karîndarîya hêzên Îraqî ya têkbirina planên terorî berî bên encamdayîn" nîşan dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500