Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq şervanên Sehwa dixe tevgerê bo ewlekirina parêzgeha Diyalayê

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê û mezinên êlan li konferanseke heveş li parêzgeha Diyalayê amade dibin bo nîqaşkirina xebatên jinavbirina terorê, di vê wêneya ku di 22ê Îlona 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê û mezinên êlan li konferanseke heveş li parêzgeha Diyalayê amade dibin bo nîqaşkirina xebatên jinavbirina terorê, di vê wêneya ku di 22ê Îlona 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanên êlan ên Sehwaya Îraqê careke din di parastina ewlehîyê de li hinek deveran li parêzgeha Diyalayê cih girtine, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê Çarşemê (13ê Adarê) ragihand.

"Carê dora 2,541 şervanên me yên Sehwayê ji çend êlan hebûn," Fermandar lîwa Ebdul Muhsin Ebasî ji Diyaruna re ragihand.

"Me vê salê girêbestên wan nû kirin paş ku me 500,000 dînarên Îraqî ($420) mehane ji her endamekî re terxan kir," wî got.

Wî got ku ev şervan beşek in ji hêzên ewlekarîyê û ew li seranserê Diyalayê hatine bicihkirin, di nav de bajarokên Xan Benî Saed, Xalis, Şehreban, û gundên li başûrê Behrazê, başûrê Beledruzê û li Meqdadîyê.

Ebasî daxuyand ku bi rêya dubare bicihkirina şervanên Sehwayê, serkirdeyên serbazî dixwazin ku civaka xwecihî tevlî xebatê bikin û beşdarîya wan di parastina ewlehîyê de li deverên wan li dijî gefên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xurtir bikin.

"Em dixwazin ku xelk di hemû xebatên çesipandina ewlehîyê de cih bigirin û piştgirîya me bikin di şerkirina li dijî şanên razayî [yên mayî] de, bi taybetî li gundên çandinî û deverên biyabanî," wî got.

Wî got ku şervanên êlan tevlî rêzên hêzên Heşda Êlan bûn, û dora 6,500 şervan hatine tomarkirin û ew mûçeyên mehane werdigirin.

Ebasî got ku ew herwiha milbimilê hêzên Îraqî şer dikin û gelek sektorên ewlehî kontrol dikin.

Wî teqez kir ku Fermandarîya Operasyonên Hevbeş û Serleşkerîya artêşê pêbend in bi himbêzkirina hemû şervanên êlan û misogerkirina hemû pêdivîyên wan.

Sehwa pêgehên êlan in ku di sala 2007 an de li parêzgeha Enbarê peyda bûn pêş ku li parêzgehên Diyala, Selahedîn û Nînewayê û deverên li gundewarê Bexdayê jî peyda bibin.

Şervanên Sehwa karîn di demeke kurt de Qaîdayê ji deverên xwe der bixin, û wan dawî li tundîya tayifgerî anî, piştî ku wê welat dihêra û bi hezaran kesên bêsûc hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500