Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 7 endamên DAIŞê yên ji Sûrîyayê direvîyan Îraqê digrin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî çavdêrîya sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de bi rêya kamîrayên koleçana hewayî dikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin, wene di 12ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye belavkirin]

Hêzên Îraqî çavdêrîya sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de bi rêya kamîrayên koleçana hewayî dikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin, wene di 12ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye belavkirin]

Hêzên Îraqî heft endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku ji Sûrîyayê direvîyan Îraqê girtin, Wezareta Barevanîyê ya Îraqî (11ê Adarê) ragihand.

"Hêzeke yekîneya hewalgirî ya Firqeya 15êartêşê heft endamên DAIŞê girtin, ên ku ji xaka Sûrîyayê bi dizî derbasî Îraqê bûbûn," peyvdarê wezaretê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew li devera Tel Heyalê li navçeya Rebîa, li bakurê rojavayê bajarê Mûsilê, hatine girtin.

Wî got ku endamên hewalgirîya serbazî "kesên xwevedidizîn dîtin û tevgera wan şopandin", berî ku wan di operasyoneke bi dîqet de bigirin.

Xefacî got ku her heft girtî ji ber sûcên têkildarî terorê li Îraqê tên xwestin, û da zanîn ku çar ji wan di Dîwan el-Cund de (ofîsa karûbarên çekdarên DAIŞê) li "Wîlayeta Enbarê" xebitîne.

Wî got ku lêpirsîn bi wan re tê kirin bo bidestxistina agahîyan li dor çalakîyên wan û têkilîyên wan bi şanên terorî yên din re.

Hewalgirîya Îraqî "di asteke bilind ye"

Wî got ku girtin di çarçoveya operasyonên serkeftî de yên ku hewalgirîya Îraqî di heftîyên borî de encam dane tê, û ev hêzên endamên DAIŞê yên ku ji şerên bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li Baxozê, li rojhilatê Sûrîyayê, direvin digirin.

"Em îro şerekî hewalgirî dikin [li dijî DAIŞê] bo em nehêlin ku paşmahîyên wê û şanên wê yên razayî ku xwe bi rêxistin bikin û êrîşan pêk bînin," Xefacî got.

Rêxistin hewl dide ku "serketina mezin a li dijî wê hatiye bidestxistin vala derxîne û baldarîya medyayê bikşîne ser xwe", wî got.

Wî daxuyand ku ajansên hewalgirîya Îraqî "xwedan karîneke mezin a çavdêrîkirinê û komkirina agahîyan li dor terorîstan in û herwiha armancgirtina wan bi hevkarî ligel hevpeymanîya navdewletî".

Wî got ku ev yek bi awayekî berçav bi valaderxistina derbasbûnên bi dizî ji Sûrîyayê hate nîşandan.

Xefacî got ku rewş li ser sînorê Îraqî-Sûrî li jêr kontrolê ye, û da zanîn ku hejmarek mezin ji hêzên xwedî asteke bilind bi dirêjahîya sînor hatine belavkirin.

"Şerê li Sûrîyayê dawî tê," wî got. "DAIŞ molgeheke biçûk li Baxozê kontrol dike, û dema ew bê kontrolkirin, dê rêxistin bi vî awayî hemû asêgehên xwe ji dest bide."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500