Nûçeyên Iraqê
Aborî

Enbar dixwaze ku balê bikişîne ser projeyên weberanînê li Remadîyê

Xalid Taî

Berpirsên Enbarê projeya bazargeha Baxa Remadîyê dest pê kirin di konferanseke rojnamevanî de roja 2ê Sibatê. [Wêne ji Şaredarîya Remadîyê hatiye wergirtin]

Berpirsên Enbarê projeya bazargeha Baxa Remadîyê dest pê kirin di konferanseke rojnamevanî de roja 2ê Sibatê. [Wêne ji Şaredarîya Remadîyê hatiye wergirtin]

Hikûmeta herêmî ya Enbarê dergehê wêberanîn vekir bo bilezkirina tevgera nûavakirinê û pêşxistinê li parêzgehê di qonaxa paş "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Hikûmetê "dîdgeheke stratîjî" bo pêşxistina Remadî, navenda parêzgehê, daye ber xwe, bo veguhertina wê bo navendeke weberanînê, berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

"Hikûmeta xwecihî ya Enbarê dest bi bicihanîna vê dîdgehê li ser zemînê kiriye bi destpêkirina projeyan li ser asteke berfireh ku dê ji hêla aborî ve sûdê bigihîne," şaredarê Remadî Brahîm Ewsec ragihand

"Yekane rê bo serkeftina li ser şopên terorîzmê û bidestxistina pêşketina niyakirî weberanîn e," wî got, û teqez kir ku ji ber kêmahîyên di budceyê de, "bijareyeke ku bûye pêdivîyeke emercensî".

Endazyarekî Îraqî serpereştîya nûavakirina dibistanekê li Remadî dike ku ji alîyê DAIŞê ve ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Sebeta Fînansekirina Nûavakirina Parêzgehên Îraqî yên Ziyandar ji ber Terorîzmê hatiye girtin, ew di dîroka 5ê Cotmeha 2017an de hatiye belavkirin]

Endazyarekî Îraqî serpereştîya nûavakirina dibistanekê li Remadî dike ku ji alîyê DAIŞê ve ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Sebeta Fînansekirina Nûavakirina Parêzgehên Îraqî yên Ziyandar ji ber Terorîzmê hatiye girtin, ew di dîroka 5ê Cotmeha 2017an de hatiye belavkirin]

Ewsec got ku Enbar bi samanên wize, hesin û mirovî zengîn e, lewra tev rewşa ewlehî ya seqamgîr, atmosfîreke giştî ya temaker bo weberanînê peyda dike.

Vekişandina sermayedaran

"Çendîn projeyên pêşxistinbar û stratîjî di plana me de hene ku dê Remadî ji bajarekî ku li ber xwe dide şopên terorîzmê rihet bike bo yek ji navendên aborî yên herî mezin ku pere û weberanînê vekişîne," wî got.

Ewsec got ku sê navendên bazirganîyê yên mezin aniha tên avakirin li kolana Mustewda li orta Remadîyê, û herwiha parkeke otombîlan û rûberên kes dê hebin.

Wî got ku proje ji alîyê sektora taybet tê fînansekirin û dê dora 25 milyon dolar lê biçe di heyama du salan de.

Wî got ku ligel peydakirina derfetên kar û dahatan bo Enbarê, berpirs hêvî dikin ku proje dê alîkarîyê di "temirandina tirsên weberanînkaran" têkildarî rewşa ewlehî li parêzgehê de.

Wî daxuyand ku Enbar "qefzekê" di tevgera nûavakirinê de dibîne, bi taybetî di sektora xizmetguzarîyên giştî de, û projeyên avê û kehrebeyê weke projeya germahîyê a Hîtê ya ku êdî berdest e, û dibistan tên nûkirin.

Roja 20ê Sibatê, hikûmeta Enbarê ragihand ku wê derîyê weberanînê li "li mezintirîn Bazargehê" li welat vekiriye.

Bazirgeha Baxa Remadî dê li ser rûberê 280 fedanan li navçeya Kîlo 5, li rojavayê Remadî were avakirin.

"Ev projeyeke qerase ye ku hikûmeta Enbarê hêvî dike wê di çarçoveya dîdgeha xwe ya stratîjî de pêk bîne," serokê Birêveberîya Weberanînê, Muhened Numan, ragihand.

Wî got ku berpirsên xwecihî dixwazin ku derî bi firehî bo weberanînkirin di projeya Baxa Remadî de vekin, ji ber ji çendîn navendên kirînê, avahîyên tendirustîyê û perwerdeyê, hotêlekê û pêşangehekê pêk tê.

Weberanîn pir girîng e

Çendîn projeyên ku li Remadî li ser destê DAIŞê hatibûn wêrankirin hatine çaksazîkirin.

"Me du komavahîyên niştecihbûnê ji nû ve ava kirin (ku 300 yekîneyên niştecihbûnê dihewîne) û me komavahîya niştecihbûnê ya Faroq temam kir, ku 500 yekîneyên niştecihbûnê dihewîne," Numan got.

Wî anî ziman ku herwiha kargeheke qermîdan hat avakirin bo dabînkirina metryalên avakirinê ji Remadîyê re, ligel vekirina nexweşxaneyeke bi 50 textan.

"Dîdgeha hikûmeta Remadîyê ji vekirina derfetên weberhênanê û rakişandina weberaînê bo Remadîyê û bajarên Enbarê yên din pêk tê, da ku van bajaran ji qonaxa ''parastina aramîyê" ber bi qonaxa weberanînê ve veguhêze," endamê encumena parêzgeha Enbarê, Taha Ebdul Xenî ji Diyaruna re got.

Piştî rizgarkirina Enbarê ji DAIŞê, xebatan giranî da projeyên avakirina aştîyê û dabînkirina xizmetguzarîyên sereke ji niştecihan re.

"Aniha, çirkeyên demjimêrê ber bi nûavakirin û pêşxistinê ve digerin," Ebdul Xenî got, "ji ber ku jîngeheke weberanînê [ya baş] û şîyanên aborî yên sozbar ligel me hene ku em hêvî dikin ku bala kargehên weberanînê bikişînin."

"Kêmbûna pereyan berhengarîya herî mezin e" li pêşîya pêşxistinê li Enbarê, wî got. "Ji ber vê yekê, weberanîn rêya herî baş e bo em li hember vê arîşeyê rawestin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn dikarin numareke telîfonê bidin bo pêwendîkirin bi Desteya Weberanînê ya Enbarê re?

BERSIV BIDE