Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD dest bi opersyonên derkirinê dike piştî ew derbasî asêgeha DAIŞê ya dawî bû

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên QSD li ser tixûbên molgeha dawî ya DAIŞê li devera Baxozê ne. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên QSD li ser tixûbên molgeha dawî ya DAIŞê li devera Baxozê ne. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Sivîlên ku ji asêgeha Sûrî ya rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya dawî vekişiyan îro Sêşemê (6ê Adarê) ber bi erdê li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve, AFP ragihand.

Ev herikandina xelkê ya komî ji molgeha dawî ya DAIŞê bo sedema rewşeke mirovî ya lezgîn a mezin, herwekî NY dibêje pêşbînî heye ku bi sedan xelk bigihine kampên bêwaran ên li jêr kontrola QSD îro Sêşemê bi tenê.

QSD û hevalbendên xwe ên hevpeymanîya navdewletî rêya xwe vekirin bo molgeha dawî ji erdê li jêr kontrola DAIŞê li gundê el-Baxozê di dawîya hefteyê de, ve yekê jî rê vekir li ber êrîşên asmanî û êerîçên bi topavêjan li ser çekdarên dorpêçkirî.

Lê hêzên QSD roja Yekşemê êrîş kêm kirin, ji ber ew li ser jîyana sivîlên ku hîn di molgehê de dorpêçkirî ne ditirsin.

Şervanekî QSD çavdêrîya kemyonên radihêjin sivîlên ku ji molgeha Baxozê derdikevin dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanekî QSD çavdêrîya kemyonên radihêjin sivîlên ku ji molgeha Baxozê derdikevin dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Peyvdarekî QSD got ku bi hezaran ji gund hatin derkirin ji ber hêzên wî bipêşveçûna xwe dereng hit.

Mistefa Balî şeva Duşemê got me karîbû dora 3,000 kesî ji molgehê der bikin.

"Hejmareke mezin a jîhadîyên DAIŞê xwe di heman komê radestî hêzên me kir," wî got.

Bi sedan xelk li cem xaleke pêşkinînê nêzîkî gundê Baxozê kom bûne da ku werin sehkirin piştî ew roja Duşemê û sibeha Sêşemê reviyan.

Di nav wan de jînbîya tundrewê Frensî Jean-Michel Clain, a ku ji AFP re got hevjînê wê meha borî bi agirê hawinê hat kuştin, piştî birayê xwe Fabien.

Fabien Clain, ê 41 salî, di tomarkirineke vîdyo ya DAIŞê de berpirsyarîya êrîşên sala 2015an li Parîsê kir, dema ku tundrewên DAIŞê 129 kes di operasyonên hevahingkirî de kuştin.

"Her carekê operasyon mitrekê" bi pêş ve diçin

Operasyonê serbazî bi awayekî hêdî bi pêş ve diçin "da ku jîyana sivîlên ku weke mertalên zindî ji alyê DAIŞê ve tên bikaranîn biparêzin ", efserekî QSD bi navê Ferhad Hoca ji Diyaruna re got

Wî daxuyand ku herwiha hejmara mezin a mayînên ku ji alîyê rêxistinê ve hatine çandin astengîyan ji bipêşveçûna QSDê re çêdike.

"DAIŞ bi giranî xwe dispêre segvan û siwareyê bombekirî," wî got, û amaje kir ku hejmareke segvanan di şerên berdewam de hatin kuştin û 10 siwareyê DAIŞê yên bombekirî hatin teqandin..

"Bi dehan endamên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin," Xoca got. "Operasyonên serbazî aniha giranîyê didin armanckirina depoyên cebirxane û xendekan û qayimkirina cihin nû bo hêzên ku bi pêş ve tên."

"Operasyon hêdî hêdî bi pêş ve diçe her carekê mirekê û û asêgehên girîng hatine avakirin xwe ji êerîşa dawî re amade dikin," wî got.

"Eger ne ji ber sivîlan ba me dê ji zû ve şer bi dawî kiriba, lê ji ber biryara hevpeymanîya navdewletî û fermandarên QSDê da ku em jîyana [sivîlan] biparêzin em operasyonan hêdî dikin," wî got.

Hejmara kesên ku ji deverên operasyonan reviyan giha bêtirî 50,000 kesî, Xoca got, "hemû ber kampên ji bo vê yekê hatin avakirin hatin guhestin".

"Ew kesên guman heye ku endamên DAIŞê ne tê jêpirsîn" wî got, û not kir ku endamên ku Baxozê dorpêçkirî ne piranîya wan ji Îraqî û Sûrîyan, Rûsî Asiyewî û hin welatîyên Ewropî pêk tên.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500