Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî didin dûv bermahîyên DAIŞê li Wadî Horanê

Xalid Taî

Endamine Fewca Tektîkî ya Taybet ya hêza Îraqî di 22yê Îlonê de di operasyoneke lêgerînê de beşdar dibe li rojavayê biyabana Enbarê. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin] 

Endamine Fewca Tektîkî ya Taybet ya hêza Îraqî di 22yê Îlonê de di operasyoneke lêgerînê de beşdar dibe li rojavayê biyabana Enbarê. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin] 

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke serbazî kir da ku bidin dûv bermayîyên "Dewleta Îslamî" li Wadî Horanê, di hundir de li rojabaavayê biyabana Enbarê, jêderine serbazî îro Duşemê (4ê Adarê) eşkere kirin.

Di operasyonê de "maliştina devera Mewalîyê heta devera el-Huseynîyatê, rojavayê Wadî Horanê û deverên Eklat Ebû Şihab û Daristana el-Menaxê" tê hewandin da ku bermahîyan DAIŞê begerin, medyaya xwecihî ragihand.

Yekîneyine fermandarîya operasyonên Enbarê, artêşa Îraqî û şervanên êlan di operasyonê de beşdar bûn, bi alîkarîya cewî ji alîyê hevpeymanîya Navdewletî.

Di operasyonê pênc malên vehesînê yên DAIŞê û çar tunel hatin wêrankirin, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Du berpirsên serbazî yên Îraqî li parêzgeha Enbarê xebatên ewlekarî li navendeke çavdêrîyê dişopînindi 7ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Du berpirsên serbazî yên Îraqî li parêzgeha Enbarê xebatên ewlekarî li navendeke çavdêrîyê dişopînindi 7ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Di nav wan de tunelekî ku milîsên DAIŞê xwe tê de asê dikirin li rojavayê bajarokê Kebîsayê li navçeya Hîtê, li deverekê weke Wadî Mehyayê tê naskirin, wî got.

"Tunel ji alîyê balefirên hevpeymanîya navdewletî ve [Şemîyê] hatin lêdan li ser bingeha agahîyên deqîq ên ku ji alîyê hewalgirîya Îraqî ve hatin dabînkirin," wî got.

"Di êrîşê de terorîstên ku xwe di tunelê de vedişartin hatin kuştin," wî got, û anî ziman ku bo paqijkirina biyabana Enbarê "dê ranewestin".

Operasyonên biyabana Enbarê berdewam in

Hinek endamên DAIŞê ên di şerên rizgarkirina Enbarê de sax man karîbûn birevin biyabanê cihê ku wan pena di tunel, şkeft û newalan de dît, Resûl got.

"Ew nabine jêdereke tirsê ji me re ji ber berdewam em wan û baregehên wan dişopînin û em wan armanc dikin," wî got.

"Xebatên me da ku em biyabanê paqij bikin li gorî planine bi baldarî hatine danîn bi pêşê ve diçin û em serkeftineke mezin pêk tînin," wî teqez kir.

Wî daxuyand ku biyabana Enbarê berfireh e, berfireh e ku mirov nikare bi temamî wê ewle bike, "û ne gengaz e ku em yekîneyên xwe li wê deverê hemûyî belav bikin".

"Lêbelê, em teknolojîya modern bi kar tînin, mîna balefirên kifşkirinê, da ku em yekser çavdêrîya [bermayî] an cihên dijmin bikin da ku em nehêlin bermahîyan [ên DAIŞê] gefê li ser ewlehîyê dirust bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500