Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mizgeftên li jêr kontrola DAIŞê pîrozîya xwe ya olî ji dest didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wêneya ku roja 9ê Tîrmeha 2018an hatiye kişandin dîmenê qubeya Mizgefta Nûrî ya wêranbûyî nîşan dide, ku dikeve Bajarê Kevin ê Mûsilê, salekê paş rizgarkirina hêzên Îraqî ji bajar re. [Zaid Obêdî/AFP]

Ev wêneya ku roja 9ê Tîrmeha 2018an hatiye kişandin dîmenê qubeya Mizgefta Nûrî ya wêranbûyî nîşan dide, ku dikeve Bajarê Kevin ê Mûsilê, salekê paş rizgarkirina hêzên Îraqî ji bajar re. [Zaid Obêdî/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mizgeftan weke navendên fermandarîyê li şerê xwe yê dawî li hember Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) li rojhilatê Sûrîyayê pêk tîne, û bi vê yekê hurmet û pîrozîya wan binpê dike.

Berîya wê, dema ku rêxistinê dest danî ser rûberên berfireh ji xaka Îraqê, wê dest danî ser mizgefteke dîrokî li Mûsilê, ku Ebû Bekir Bexdadî yekane derketina xwe ya eşkere weke serokê DAIŞê di sala 2014an de li wir pêk anî.

Dema ku milîtanan mizgeft bo meremên dûrî olê bi kar anîn, wê "pîrozî û hurmeta wan cihan nehişt", Şêx Muaz Ebdul Kerîm, gotarbêjê berê yê Mizgefta Omer li Helebê, ku aniha li Qahîrayê dijî, wiha şirove kir.

"Lewra rewşa wê weke her avahîyeke medenî ya din e," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku ji destpêka peydabûna xwe ve dest dideyne ser mizgeftan.

Nimêjker li mizgeftekê ne ku DAIŞê dest danî ser li bajarê Reqaya Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Nimêjker li mizgeftekê ne ku DAIŞê dest danî ser li bajarê Reqaya Sûrîyayê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

"Wê menberê wê bo propagandakirinê bo ramanên xwe û belavkirina derewan, û bêbextîyan û fetwayên çewt ên ku bi tenê xizmeta armancên wê dikin û tawanên wê rewa dikin bi kar anîn," Ebdul Kerîm got.

Ebdul Kerîm daxuyand ku rêxistinê pîrozîya mizgeftan binpê kir dema ku ew weke depoyên çekan, navendên fermandarîyên serbazî û baregeh bi kar anîn.

"Piranîya têkestên olî yên amaje bi pîrozdarîya mizgeftan û hemû avahîyên olî li hemû deveran di dema şer de dikin, û dibêjin ku divê ew bi temamî ji şer bên dûrkirin ," wî got.

Binpêkirina rêkeftinameyên navdewletî

Wail Şarimî, profesorê yasaya tawanên navdewletî li Zanîngeha Qahîrayê got ku cihên nimêjê beşek in ji mîratê çandî yên nateweyan û gelan.

Û di lêdwanekê de ji Diyaruna re, wî got ku bi heman şêwazî, ew li gorî yasayên navdewletî yên ku Peymanameya Cinêv (1949) û Peymanameya Lahayî (1907) dane pêş parastî ne.

Wî got ku ev peymaname banga parastin û bidûrxistina sivîlan û mîratê çandî ji şopên şer dikin.

Şarimî got ku peymanameyên navdewletî dibêjin ku divê avahîyên olî nebin armanc ji bilî eger ew bo meremên serbazî bên bikaranîn.

"Di rewşa DAIŞê de, rewş pir xuya ye, ji ber ew cihên perestinê û nimêjan dike armanc û avahîyên olî weke baregehan bi kar tîne bo plankirina êrîşên terorî û herwiha wan weke veşartgeh û depoyên wezîfedar dike," wî got.

Roja 11ê Sibatê, hevpeymanîya navdewletî ragihand ku wê êrîşeke asmanî ya bi dîqet, di piştevanîya QSD de, li dijî fermandarîyeke DAIŞê pêk anîye, li mizgeftekê li Baxoz Foqanî li Sûrîyayê.

DAIŞê mizgeft bo pêkanîna êrîşan û bomberêjkirina wesayîtan bi teqemenîyan li dijî hêzên hevpeymanîyê bi kar anî, li gorî daxuyanîyeke hevpeymanîyê.

Tevî ku ew li gorî Peymanameya Cinêv parastî ne, "vê mizgeftê pîrozî û parêzbendîya xwe ji dest da dema ku DAIŞê ew weke navendekê û fermandarîyekê bi kar anî", Lîwayê Birîtanî, Krîstofer Ghika wiha şirove kir.

Propagandaya DAIŞê bi bin ket

"Endamên DAIŞê hertimî xwe di mizgeftan de asê kirine, li Îraq û Sûrîyayê," parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Li Îraqê DAIŞê dest danî ser Mizgefta Nûrî ya dîrokî li Mûsilê, ya ku Ebû Bekir Bexdadî ew weke platformekê bi kar anî bo ragihandina serokatîya xwe û eşkerekirina awatên rêxistina wî ya terorîst.

Di Hezîrana 2017an de, dema ku ew rastî gefa hêzên rizgarker hat, DAIŞêmizgeft û minareya wê ya piştxwîz ku avakirina wê ava sedsala 12emîn teqandin.

Wî dîyar kir ku li Sûrîyayê, rêxistinê dest danî li serMizgefta Mezin li Reqayê û herwiha mizgeftên din ên bajar, û heman tişt li Dêra Zorê jî pêk anî, li gorî dadvanîya gelek sivîlên ku ji herêmê reviya bûn.

"Endamên DAIŞê hewl didinku derewan têkildarî rewşa mizgeftan belav bikinû dibêjin ku ew mişt sivîl in û bi mebest hêzên hevpeymanîya navdewletî wan armanc dikin," wî got.

Wî daxuyand ku raportên medyayî û hewalgirî ev gotegot û angaşt red kirin, û herwiha li gorî sivîlên ku li navçeyên li jêr kontrola rêxistinê dijîn ew derew in.

"Maşîna medyayî ya DAIŞê, nemaze bi rêya medyaya civakî, hewl dide ku nerazîbûnê li hember hevpeymanîya navdewletî têkildarî mijara mizgeftan durist dike," Besam got.

Lê propagandaya rêxistinê vala derket ji ber ku kiryarên DAIŞê yên ziyanbar ji Îslamê re eşkere bûn, ku yek ji wan jî "bikaranîna mizgeftan weke navendên fermandarîyên leşkerî ye", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500