Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Li Heleba kavilbûyî, şênî li stargehan digerin

AFP

Roja 11ê Sibatê Îzet Dehan li belkona apartmenta xwe rawesîtya, li asêgeha opozîsyonê li taxa Selahedînê. [Lûey Bişara/AFP]

Roja 11ê Sibatê Îzet Dehan li belkona apartmenta xwe rawesîtya, li asêgeha opozîsyonê li taxa Selahedînê. [Lûey Bişara/AFP]

Traktor û lorî kavilan ji taxa Selahedînê, ya ku berê asêgeha opozîsyonê bû, li bajarê Helebê roja 11ê Sibatê radikin. [Lûey Bişara/AFP]

Traktor û lorî kavilan ji taxa Selahedînê, ya ku berê asêgeha opozîsyonê bû, li bajarê Helebê roja 11ê Sibatê radikin. [Lûey Bişara/AFP]

Zarok li ser kavilên avahîyên ku bi giranî ziyan gihiştiye wan an bi giranî wêran bûne di şerê di navbera çekdarên opozîsyonê de û hêzên rejîmê de rawestîya ne, li taxa Selahedînê li Helebê, roja 11ê Sibatê. [Lûey Bişara/AFP] 

Îzet Dehan li apartmenta xwe li taxa Selahedînê ya bajarê Helebê roja 11ê Sibatê rawestîya ye. Cara yekê ew ji ber şer û pevçûnan revîyan, û aniha malbat neçar e ku careke din ji mala xwe derkeve ji ber ku dê avahîya wan were rûxandin. [Lûey Bişara/AFP] 

Li bajarê Heleba Sûrîyayê, Îzet Dehan çû apartmenta xwe li qatê şeşa di vê avahîya kavil de, û ew textê ku weke derî wezîfedar kiriye dehf da. Ev e mal, lê ne bo demeke dirêj.

Ew derbasî apartmenta sar û tarî bû, û wî ziyana ku bombekirina dijwar,a ku çend salan li bajêr berdewam bû, hiştîye nirxand.

Apartmenta dîwarên wê reş, bo heyama 22 salan mala wî bû, lê divê ew careke din bar bike.

"Em heta aniha çar caran di vî şerî de bêwar bûne, û me texmîn dikir ku em dê careke din neçar nebin bar bikin paş ku pevçûn û topbaran qedîyan" di dawîya sala 201an de, wî got. "Lê îro ji min re hat gotin... divê hûn biçin."

Îzet Dehan li belkona apartmenta xwe rawesîtya ye di avahîyeke ku gelekî ziyan gihiştîyê di şerê di navbera çekdarên opozîsyonê û hêzên rejîmê de, li taxa Selahedînê li Helebê, ya ku berî aniha asêgeha opozîsyonê bû, roja 11ê Sibatê. [Lûey Bişara/AFP] 

Dehan, yê 50 salî, û jin û heft zarokên wan şênîyên dawî ne yên ku di vê avahîyê de mane, û yek ji gelek blokên taxa Selahedînê bi giranî ziyandar bû di şerê ku çara salan dirêj kir de li asêgeha opozîsyonê ya berê.

Şênîyên din bar kirine. Û aniha şaredarî ji Dehan û malbata wî dixwaze ku malê vala bike, ji ber ku avahî ne ewleh e bo mayînê.

Nûavakirina kêm li Helebê heye ji dema ku rejîmê taxên opozîsyonê bi piştgirîya Rûsyayê vegerandin di dawîya 2016an de, û gelek avahî li deverê di nava kavilan de mane.

destpêka vê mehê, 11 kes, ku çer ji wan zarok bûn, hati kuştin dema ku avahîyeke pênc qat hilweşîya.

Vê qeyranê hişt ku desthilatdarîyên Sûrî "komîteyên pişkinînê" ava bikin û ew bi destnîşankirina avahîyên divê werin rûxandin erkdar kirine.

"Tu cih tune ye em berê xwe bidinê"

"Me cara destpêkê di sala 2012an de ji vê malê bar kir, û ew ji taxekê çûne taxeke din li Helebê, em ji ber şer û pevçûan direvîyan," Dehan got.

Wî got ku ew di 2016an de vegerîyan mala xwe "û wan dest bi çaksazîkirina hertişê xêr tê de mabû kir, bi hêvîya ku ew bimînin".

Jina Dehan, Um Mihemed, got ku tu cih tune ye ew biçinê.

"Em dizanin ku ev cih xeternak e, û dibe ku avahî di her kêlîyê de birûxe, lê tu bijareya me ya din tune ye," wê ji nav metbexa xwe got. "Tu cih tune ye em berê xwe dibinê û pere tune ne ku ew xanîyekê kirê bikin."

Derbasgeha taxê hatiye paqijkirin û buldozeran hejmarek ji avahîyan rûxandin.

Muxtarê Selahedînê Hesen Coq got ku şênîyan jê re gotiye ku ew dê bimînin, lê tirs bi mezin e.

"Berî du mehan, me karî em avahîyekê bi temamî vala bikin, û paş çar rojan ew hilweşîya," wî got.

"Em hest bi berpirsyarîyê dikin û divê em xelkê ji girîngîya derketinê haydar bikin daku tu belayên din neqewimin," wî got.

"Mirinê dide pey me"

Coq dibêje ku şaredarî şênîyên tên derxistin dibe hinek xanîyan li du taxên din ên Helebê -- Bustan el-Başa û Mesakin Henano.

Lê belê wî dîyar kir "ku piranîya xelkê naxwaze ku derkeve û biçe penagehên me ava kirin yan jî hewl nade ku xanîyekî biçûktir li heman taxê kirê bike".

Wî daxuyand ku heta aniha zêdetir ji 20 avahîyan hatine valakirin, û planeke nûavakirinê tê amadekirin paş ku rûxandin biqede.

Piştî ku şer rawestîya, "xelk bi lez vegrîyan nav malên xwe, berî ku ew baş werin pişkinînkirin", Ebdul munim Omer, 50 salî, yê ku li derveyî avahîya xwe ye got.

Berî demekê, "kevirek bi ser serê jinekê de hat xwarê, û ew yekser kuşt", wî got. "Em êdî newêrin bimeşin jî, û em berdewam li avahîyan dinêrin, ji ber em ditirsin ku bi ser me de werin xwarê."

Wî got ku paş çend salan ji şer, "aniha mirinê dide ser pişta me li mal û firoşgehên me".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500