https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/02/19/feature-01

×
×
Civak |

Hunermendên Îraqî êş û hêvîya Mûsilê nîşan didin

Xalid Taî

image

Di vê wêneyê de, hunermend Şîlan Namiq a zor lê hat ku ji Mûsilê derekeve piştî ku DAIŞê girte ser bajar, kêfxweşîya rizgarkirina bajar di sala 2017an de wêne dike. [Wêne ji Şîlan Namiq hatiye wergirtin]

Hunermendên Îraqî wêneyên xwe bi kar tînin da ku salên zehemet li Mûsilê, dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kontrola bajar dikir, û mijarên şikomendîyê û vejîyandinê wêne bikin.

Ji çaxa ku hêzên Îraqî Mûsil ji DAIŞê vegerand, ya ku hukimê xwe yê dijwar li bajar di salên 2014 û 2017an de sepand, gelek çalakîyên çandî li bajar tên dîtin û dîmenên hunermendî yên leredar vegeriyan bajar.

Hinermendên xwecihî yên bi Diyaruna re axêvîn gotin ku dibe karê wan weke şêweyekî ji şêweyên belgeyên hunermendî yên tawanên DAIŞê kirine werin bikaranîn.

Hunermend Elî Ebdul Cebar ji Diyaruna re got ku wî 50 wêne di gelek pêşanngehên xwecihî de pêşkêş kirin, wêneyên ku êşa serzemîna wî wêne dikin di rêya xetên têkilkirî û destnivîsa Erebî re.

image

Hunermenda Îraqî Şîlan Namiq Wêneyeke serzemîna xwe pêşkêş dike. [Wêne ji Şîlan Namiq hatiye wergirtin]

image

Ev hurgilîyên wêneyeke hunermendê Îraqî Elî Ebdul Jebar wêneyeke sembolîk ji bûyerên ku li Mûsilê qewimîn di serdema DAIŞê de dîyar dike. [Wêne ji Elî Ebdul Jebar hatiye wergirtin]

Wî got ku wêneyên wî mişt ramanên sembolîk in û mijarin girêdayî rewşa Mûsilê piştî ku DAIŞê girte ser bajar û wêrana ku rêxistinê li şûn xwe hişt digirin dest.

Wî got ku di rêya wêneyên xwe re, ew û hunermendên din dixwazin ku bîrewerîyeke çandî ya nû ji bajarê xwe re çêkin.

"Tiştî bû ditirsand û êşdar bû," wî got. "Terorîzmê avahî û monûmentên kevin wêran kirin, mebesta wê ew bû ku şaristanîyeke vedigere hezarên salan rake."

"Îro em hewl didin ku em vê serdema tarî bi hemû êş û zehmetîyên wê di dîroka bajarê xwe di rêya hunera xwe re eşkere bikin," wî got. "Wêne bûyerên ku qewimîn belge dikin, da ku nifşên werin karibin wan bibînin."

Ligel ku ew vê serdema wêrankirinê mêjû dikin, lêbelê, Ebdul Cebar got ku herwiha wêneyên wî dîyar dikin çawa bajarê wê ji wêrankirinê ber bi nûavakirinê ve diçe wêne dikin.

Çîrokên êş û hêvîyê

Pêşangeha herî nûjen û ya herî mezin piştî rizgarkirina bajar, "Vegera bo Mûsilê, Şerê bo Jîyanê", li hola pêşwazîyê ya paşayî li Mûzexaneya Mûsilê di 29ê Kanûna Duwem de hat lidarxistin, bi beşdarbûna 29 huenermendan.

Mûzexaneya ku ji alîyê DAIŞê ve hat talankirin û wêrankirin, vê dawîyê hat vekirin.

Yek ji hunermendên beşdar, Şîlan Namiq, zor lê hat ku ji bajar derkeve piştî ku DAIŞê girte ser bajar. Wê ji Diyaruna re got ku wê firçeya xwe ya xêzkirinê weke çekekî bi kar anî da ku enerîya xwe li dijî tawanên rêxistina tundrew derbirîn bike.

"Min sê pêşangehên taybet organîz kirin ji çaxa ku ez ber bi Herêma Kurdistanê ve hatim bêwarkirin û aniha dora 100 wêneya li gel min hene, li gel mijarên derbarê trajedîya ku bi ser bajarê min de hat," wê got.

"Di wêneyan de, tiştên terorîstan kirin min belge kirin, mînawêrankirina mizgeftên kevin û dêran, hunerkarî û mûzexane," wê got. "Herwiha tabloyên min êşên xelkê dema zor li wan dihat ku dev ji bajar berdin digirin dest ."

Namiq got ku herwiha wêneyên wê "rizgarkirina bajar wêne dikin, di nav wan de mijarên derbarê kêfa herî mezin ku Îraî ji hemû mezheban kir piştî rizgarkirina Mûsilê".

Ew dîyar dikin "çawa xelkên Mûsilê li gel hev rawestiyan û piştgirîya hêzên ewlekarîyê û xebatên nûavakirinê kirin", wê got.

"Mûsil derkûşa dîrok, huner şaristanîtîyê," Namiq got "Vî bajarî dest bi gava pêşî kir da ku geşbûna xwe vegerîne di rêya mêvandarîya pêşangeh û bûyerên hunerî û nûavakirina avahîyên dîrokî û çandî."

Belgekirina serdemeke tarî li Mûsilê

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got ku ew di gelek pêşangehan de li Mûsilê beşdar bû, di nav de hin beyerên ku henermendên ji welatên Erebî yên din pêwaş kiribûn.

"Hunermendan wêneyin pêşkêş kirin, wêneyêln ku nameyeke tundîyê red dike di wan de hebû," wî got.

"DAIŞê hewlda ku [tundî] di rêya dijminatîya huner, kelepor û monûmetna re belav bike, û hewldana wê ku nirxên dihevbihurtin, jîyana hevbeş û mejîyê vekirî kêm bike," Hedîdî got.

"Ev pêşangeh û çalakîyên çandî yên din ên ku tarîtîya serdema DAIŞê digirin dest alîyekî belgeyî têde heye," wî got, wî not kir ku "her karekî heunerî weke sicilekî dîrokî ye yê ku bi awayekî hunerî kirarên DAIŞê yên tirsnak şermezar dikin".

"Huner rastîyê dinimîne," Hedîdî got, û wî destnîşan kir ku "divê bûyerên li Mûsilê û bajarên Îraqî yên din qewimîn di rêya huner, şano û wêje re werin belgekirin da ku karibin di mejîyê nifşên pêşerojê de bimînin".

Ev dê weke "deqeke reş li ser enîya terorîstan be, herwiha handanekê bo hevgirtina civakî û geşbûna welat", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan