Milîsên ser bi Îranê yên li Îraqê kar dikin nefta welata talan dikin bo fînansekirina operasyonên xwe misoger bikin bi rêya bi qaçaxîbirina neftê bo Îranê, berpirsyaran ji Diyaruna re ragihand.
Berpirsyar dibêjin ku ev milîs, ku li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî ne, kontrola gelek bîrên neftê li bakurê Îraqê dikin, û ew aniha samanên niştîmanî didizin paş derxistina çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverê.
Wan got ku ew milîs ev in: Esaib Ehil el-Heq, Ketaib Hizbulah, Rêxistina Bedir, Seraya el-Xuresanî û Hereket el-Nuceba.
Piranîyaoperasyonên dizîna neftêli bîrên neftê yên Qeyarayê û Necmayê li başûrê Mûsilê pêk tên, û endamên milîsên Heşda Şaebî yên ser bi Îranê li nêzî wan zevîyên neftê li parêzgehên rizgarbûyî yên weke Selahedînê cih digirin.
Du zevîyên neftê li Selahedînê hene, Alas û Ecîl, û yek ji mezintirîn parzûngehên neftê -- Parzûngeha Sumûd, ku berê navê wê berê Bêcî bû.
Dizîna neftê
Di Kanûna Duyem de, parlemantarê Nînewayê Ehmed Cibûrî di postekê de di medyaya civakî de got ku komeke çekdar a ser bi Heşda Şaebî neftê bi qaçaxî ji zevîyên neftên yên Qeyarayê didizin.
Wî got ku rojane milîsên Heşda Şaebî dora 00 tankerên nefta xav ji parêzgehê didizin, û wan ji xwe re difiroşin.
"Dizî bi qasî 70 heta 100 tankeran rojane tê kirin," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Husam Edîn Ebar daxuyand.
Milîsên ser bi Îranê ve neftê didizin û paşê nefta hatiye dizîn bi lorîyan vediguhezin bo derveyî welat yan bo Herêma Kurdistanê, bo bi awayekî nehênî bifiroşin parzûngehên ku neftê dikin sûtemenî, wî wiha ji Diyaruna re şirove kir.
Wî got ku neft bi nirxên pir kêm tên firoştin ji ber ku armanca van milîsan ew e ku "pereyan bi çi qelenî be bi dest bixin".
Ebar got ku şênîyên Nînewayê "bi hêris in ji ber vê hedirkirina samanên niştîmanî ji alîyê komên ku rêza berjewendîyên welat nagirin".
Parlemantarên parêzgeha Nînewayê ji hikûmetê dixwzin ku "van komên çekdarên ên li jêr sîwana Heşda Şaebî kontrol bike, ew komên ku angaş dikin ku ew bîrên neftê diparêzin lê bi rastî de ew dizîya wan dikin".
"Divê em rêkarên yasayî yên tund bisepînin ji ber ku tiştekî ne rewa ye ev talankarîya berdewam di demekê de ku parêzgeh birçî ye û pereyên wê tune ne ku jêrxaneya xwe ya ku di şer de ziyandar bûye çak bike," wî got.
Gefek ji aborîyê re ye
Parlemantarê Îraqî yê ji Selahedînê, Bedir Fehil, ji Diyaruna re got ku "mêjereke ne dîyar" ji neftê rojane ji bîrên neftên ên parêzgehê tên dizîn.
"Fesîlên bihêz xwedan desthilat in û bandordarîya xwe, dûrdestbûyîna devera ku bîrên neftê lê ne û kêmasîyên di hêzên polîsê parastina neftê de bi kar tînin" daku neftê bidizin, wî got.
Fehil got ku nefta tê dizîn çavkanîyeke sereke ye bo fînansekirina van hêzan, yên ku van pereyan bi kar tîninbo mûçeyên endamên xwe bidin û operasyonên xwe yên çekdar fînanse bikin.
Wî got ku divê hikûmeta navendî hemû bîrên neftê li welat kontrol bike, û kesên ku samanên niştîmanî didizin divê bi giranî werin cezakirin.
Wî got ku tiştê tê xwestin ji hikûmetê ew e ku helwesteke tund nîşan bide, ji ber ku kiryarên van milîsan "xeterîyekê li ser aborîyê çêdikin, bi taybetî ku Îraq di serdemeke dijwar de derbas dibe ji ber têçûnên nûavakirinê û nirxên kêm ên neftê li bazarên cîhanî".
''Xurtkirina desthilatdarîyê''
"Milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve dahatên nefta tê dizîn bo qayimkirina hêza xwe û sepandina ajendeya xwe û hegemonîya li ser welat bi kar tînin," xebîrê stratîjî Ala Naşo ragihand.
"Milîs welat talan dikin û pereyan bo ziyangihandin bi xelkê û xetmandina nûavakirinê û pêşketinê bi kar tînin," wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku ev kom dest dideynin ser çavkanîyên neftê li deverên rizgarbûyî û aniha wan cihê DAIŞê girtiye di dizîyê û bi qaçaxîbirina nefta welat de û bikaranîna wan bo berjewendîyên xwe.
"Raportên piştrastkirî dibêjin ku ev dizî zêde dibe û hejmarek ji tankerên neftê ji alîyê milîsan ve bo Îranê bi qaçaxî tên birin bo bi nirxên arzan bên firoştin", û hinek caran nirxê bermîlek neft bi tenê 6 dolar in, li gorî Naşo.
Wî got ku ev milîs herwiha dixwazin kubandora sizayên li ser Îranê hatine sepandin kêm bikin heta ku li ser hesabê aborî û pêşeroja Îraqê be jî.
Biryara hikûmetê di dawîya Kanûna Duyem de bo avakirina encumena bilind a dijî gendelîyê "gava yekem e ber bi rêgirtin li ber hemû gefên li dijî saman û berjewendîyên welat", Naşo got.
Lê divê hevdem ligel gavê "xebatên mezin ên hikûmetê hebin di çarçoveya sepandina serwerîya yasayê li hember komên ku ziyanê dighînin saman û ewlehîya welat".
Dema ku hûn qala mijarekê bikin, divê ku belgehên piştrast bidin paş, an jî, ew dê bi tenê angaşt û tohmetên bên bingeh bin.
BERSIV BIDE2 KOMÊNT
Çi derbarê DAIŞê de, yên ku rûmeta xelkên navçeyên rojavayî yên Îraqê bin pê kirin?! Ev bi rastî bûn dêlejin.
BERSIV BIDE2 KOMÊNT