Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Fransî piştgirîya seqamgîrîya Rojhilata Navîn dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û Xalid Taî

Leşkerên Fransî yên Hêza Erkdar a Wagramê li tenîşt yekîneyeke CAESAR, Hêzeke Fransî ya 155 mm howitzer, li Mûsilê di vê wêneya ku divegere 13ê Tîrmeha 2017an, dema ku hêzên Fransî piştgirîya serbazî ji hêzên Îraqî yên şerê DAIŞê dikirin pêşkêş dikirin. [Fadil Sîna/AFP] 

Leşkerên Fransî yên Hêza Erkdar a Wagramê li tenîşt yekîneyeke CAESAR, Hêzeke Fransî ya 155 mm howitzer, li Mûsilê di vê wêneya ku divegere 13ê Tîrmeha 2017an, dema ku hêzên Fransî piştgirîya serbazî ji hêzên Îraqî yên şerê DAIŞê dikirin pêşkêş dikirin. [Fadil Sîna/AFP] 

Fransa roleke serekî di xebatên hevpeymanîya navdewletî de bo aramkirina Îraq û Sûrîyayê paş ku şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêm bû, û herwiha di misogerkirina selametîya rêyên deryayî yên herêmî de.

Ji Îraqê, Hêzên Fransî piştgirîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dikin, hêzên ku şerê DAIŞê li ser erdê dikin, şehrezayê warê serbazî Ebdul Kerîm Ehmed ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku balefirên cengê yên Fransî di çarçoveya Hevpeymanîyê de êrîşên asmanî yên parêzî li ser dawîn asêgeha DAIŞê li ser sînorê Îraqî-Sûrî pêk tînin bo piştgirîkirina vê misyonê, asêgeha ku dikeve parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê.

Ehmed got ku hêzên Fransî herwiha piştgirîya serbazî bo hêzên Hevpeymanîya Navdewletî û QSD pêşkêş dikin bo misogerkirina berdewamîyê û amadebaşîyê di cenga jinavbirina DAIŞê de li Sûrîyayê.

Leşkerek ji Feyleqê Biyanî yê Fransî serpereştîya rahînankirina endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî li ser ramaliştin û pûçkirina alavên teqîner dike li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê roja 19ê Adara 2018an. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Leşkerek ji Feyleqê Biyanî yê Fransî serpereştîya rahînankirina endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî li ser ramaliştin û pûçkirina alavên teqîner dike li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê roja 19ê Adara 2018an. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Gemîyên serbazî yên Fransî di ava deryaya Sipî de ne di rahînaneke deryayî de di sala 2018an de. [Wêne di medyaya civakî de]

Gemîyên serbazî yên Fransî di ava deryaya Sipî de ne di rahînaneke deryayî de di sala 2018an de. [Wêne di medyaya civakî de]

Serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Mehmûd Cibûrî ji Diyaruna re daxuyand ku li Îraqê "Fransa alîkarîyeke yekcar mezin û giştgîr daye bo piştgirîkirina Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de".

"Misyona piştevanî û rahînanê ya Fransî beşdar e di alîkarîkirina hêzên me de û ewlekirina sînorê Îraqî û Sûrî bi rêya pêkanîna êrîşên asmanî û topbaranê li ser armancên DAIŞê," wî got.

"Fransa hevparekî çalak eû endamekî serekî ye di hevpeymanîya navdewletî de," peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî, lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Xefacî got ku piştgirîya Fransayê alîkarî kir di kêmkirina şop û bandore mirovahî û derdên şer de.

Rahînan û piştgirîya nûjdarî

Di nava havîna 2014an de, dema ku DAIŞ rûberên berfireh ji Îraqê dagir kirin, û dawîya 2017an, çaxê Îraqê serkeftina li ser rêxistinê ragihand, Fransa tonên hawarçûnê û pêdivîyên nûjdarî ji Îraqê re şandin.

Fransa herwiha rol di xebatên rahînankirina niştergerên Îraqî di nexweşgehên tengavî de girt, û herwiha di vekirina klînîkên demkî li deverên rizgarbûyî de, û di baştirkirina xizmetguzarîyên veguhestina nexweşan bi rêya peydakirina alavên pêwîst bo ambûlansan di çarçoveyatîma kar a Fransî ya bi navê Monsabert.

"Armanca me ya sereke, paş ku şer bi dawî bû, ew e ku ew karînên hêzên xwe ji hemû alîyan ve bilind bikin, di nav de warê nûjdarî," Xefacî ragihand.

Xefacî daxuyand ku rahînana ku tîmeke şêwirmendên serbazî yên Fransî di çarçoveya hêza erkdar a Monsabert de pêşkêş kir giranî danî ser zîrekîyên stafên nûjdarî yên di rewşên xeternak de dixebitin, û beşdarvan fêr bûn çawa alîkarîya bingehîn û piştgirîya nûjdarî ya tegavî ji leşkerên birîndar re pêşkêş bikin.

Xefacî dîyar kir ku ew herwiha rahînanên pratîkî dihundirîne, mîna çawanîya derxistina birîndaran ji qada şer bi awayekî durist û bilez.

Avakirina karînên serbazî

"Min piştgirîya Fransî bi çavên xwe dît di dema cenga vegerandina bajarê Mûsilê de," Cibûrî got, û dîyar kir ku rêxistinên Fransî alîkarî di dermankirina birîndaran û peydakirina hawarçûnê bo sivîlên ku ji qadên şer direvîyan de kirin.

Wî got ku alîkarîyên pijîşkî yên Fransî bê rawestan bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê diherikîn bo misogerkirina wergirtina qurbanîyan û birîndaran ji çareserîya pêwîst re.

"Rola serbazî ya Fransî aniha giranîyê dide çekdarkirin ûrahênankirina leşkerên me û alîkarîkirina wan di mîsyonên şer ên herî zehmet de, di nav wan de erkê pijîşkî," Cibûrî got.

Cibûrî got ku Fransa bi giranî di projeyên binesazîyê de beşdar dibe li bajarên Îraqî yên rizgarbûyî.

Wî got ku ev yek projeyeke bi 2.5 mîlyon euro (2 .8 mîlyon $) bo nûkirina Kolêja Pijîşkîyê ya Mûsilê, ligel ezmûngeh û siwênkarên wê dihundirîne.

Fransa herwiha di nûkirina tora avê de li parêzgeha Nînewayê beşdarîyê dike.

Fransa pagerîya avên herêmî dike

Di heman demê de Komgemîya Frensî roleke girîng digerîne di parastina avên herêmî yênDeryaya Sipî,Kendav, Deryaya Sor û bi taybetî tegava Bab el-Mendib de, pisporê serbazî Wail Ebdul Mutelib wiha şirove kir.

Wî ji Diyaruna re got ku ew selametîya van avên bazirganîya cîhanî misoger dike û nahêle tu alî ji alîyê xwe ve biryarê bide ku van deryayan li ber trafîka deryayî bigire yan jî gefan li wan bixwe.

Wî got ku gemîyên komgemîyên Fransî li wan ava cih digirin, û herwiha wêrankerên mîna hilgirên balefirên berevanîyê yên Auvergne – Chevalier Paul û Kassard - û gemîyên êrîşvanî yên beravî mîna Mistral.

Ebdul Mutelib got ku ev gemî di çarçoveya Hevpeymanîya Navdewletî de tev digerin û Hêzên Maritime pêk tînin, û çend wezîfe û erkên taybet encam didin.

Wî got ku di nav wan de çavdêrîkirin û lêpan, û herwiha nehiştina derbasbûna bi dizî ya aktorên dijmin.

Kassard frigate tev Koma 3 ya Hilgira Balefiran a Amerîkî ye û herwiha hilgira balefirên şer ên Amerîkî yên USS John C. Stennis di Kendavê de.

"Komgemîyên Fransî encamên girîng di vê derbarê de bi dest xistine, û bi awayekî çalak kar dike li ser nehiştina qersena deryayî û misogerkirina ewlehî û selametîya gemîyên mezin û tankerên neftê yên ku di herêmê re rêbwarîyê dikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500