Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bajarokên Idlibê xwe weke "deverên kavilbûyî" ji ber topbaran rejîmê radighînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokek li pêş xanîyekî ketî li bajarokê Cercenazê rawestîyaye, bajarokê ku weke devereke kavilbûyî hatiye ragihandin di encama topbarana rejîmê de. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Zarokek li pêş xanîyekî ketî li bajarokê Cercenazê rawestîyaye, bajarokê ku weke devereke kavilbûyî hatiye ragihandin di encama topbarana rejîmê de. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Encumenên xwecihî yên herî kêm du bajarokan li parêzgeha Idlibê, yên ku dikevin sînorênzona bêçek ku Turkîya û Rûsyayê ava kirine lê ew rastî topbarana rejîmê hatine, ragihandin ku ew deverên kavilbûyî ne.

Tevî ku qaşo ev bajarok di sînorên navçeya ku agirbest lê hatine ragihandin ji sala par de, ew rastî topbaraneke dijwar tên li ser destên rejîma Sûrîyayê û milîsên hevalbendên wê, çalakvanekî bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piranîya şênîyan revîyane, û bajarok bi rêjeyeke mezin wêran bûne.

Idlibî got ku ji dawîya Kanûna Yekem ve, hejmarek ji gund û bajarokan li gundewarê başûrî yê Idlibê rojane rastî topbarana rejîma Sûrîyayê û milîsên hevalbendên wê tên, û ev yek binpêkirin e ji rêkeftina agirbestê ya ku di Îlonê de hatiye wajûkirin.

Malbatek hazirîya koçberbûna ji Cercenazê dike, bajarokê ku rojane rastî topbaranê tê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Malbatek hazirîya koçberbûna ji Cercenazê dike, bajarokê ku rojane rastî topbaranê tê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

"Ev dever bi mûşekên zemînî yên zêde teqîner ku wêranîyeke dijwar pêk tînin tên bordumankirin, û herwiha rastî êrîşên bêdawî yên bi avêjerên rokêtan ên corbicor tên," wî got.

Piranîya şênîyên vê deverê, ku gundên Teh, Cercenaz, Temana û Sukeyk dihundirîne, ji ber topbarana berê xwe dane navçeyên ewletir ên parêzgeha Idlibê.

Bajarok xwe weke "deverên kavilbûyî" radighînin

Wî got ku encumenên xwecihî yên du bajarokan, Teh û Cercenazê, xwe weke deverên kavilbûyî ragihandin, û amaje kirin ku ew herdu bajarok ji sivîlan vala ne di encama topbarana dijmin de.

Idlibî dibîne ku dora 75,000 sivîl ji deverê revîyane

Wî daxuyand ku ev hejmar 25,000 sivîlên ku ji bajarokê Teh, 20,000 ji bajarokê Cercenaz, û hejmareke mezin a bêwarên ku ji deverên hîn li jêr kontrola rejîmê ne hatibûn van deveran dihundirîne.

"Topbaranê xetên avê û kehrebeyê birîn, û rê li ber gihiştina xwarinê bo deverê girt û bûn encama girtina sazîyên xizmetguzarîyan ên bijîşkî, îdarî û civakî û dibistanan," Idlibî got.

Wî got ku bi dehan sivîl hatin kuştin an jî birîndar bûne di topbaranê de.

Wî daxuyand ku piranîya rokêtên li deverê ketine ji xala Tel Mariq, 15 kîlometran li başûr rojhilatê Idlibê, hatin û got ku dever herwiha ji xalên rejîmê yên li bajarokê Ebû Dalî li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Hemayê hatine topbarankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500