Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Kuştina nivîskarekî navdar ê Îraqî dibe sedema hêrseke berfireh

Faris Omran

Ev wêneyeke nivîskarê Îraqî Ala Meşzûb e, ku li ser rûpela wî ya Facebookê roja 29ê Kanûna Duyem hatibû belavkirin, ew beşdarî çalakîyeke Yekîtîya Nivîskarên Îraqî dibe. Meşzûb ji alîyê çekdarine nenas ve hat kuştin li nêzî mala wî li bajarê Kerbelayê roja Şemîyê (2yê Sibatê).

Ev wêneyeke nivîskarê Îraqî Ala Meşzûb e, ku li ser rûpela wî ya Facebookê roja 29ê Kanûna Duyem hatibû belavkirin, ew beşdarî çalakîyeke Yekîtîya Nivîskarên Îraqî dibe. Meşzûb ji alîyê çekdarine nenas ve hat kuştin li nêzî mala wî li bajarê Kerbelayê roja Şemîyê (2yê Sibatê).

Nivîskar û romannivîs Ala Meşzûb ji alîyê çekdarine nenas ve hat kuştin roja Şemîyê (2yê Sibatê) di dema ku ev ji civîneke wêjegerîyê ve vedigeriya mala xwe li navenda bajarê Kerbelayê yê pîroz.

Sûcdarên ku wan li nêzî xanîyê wî bendewarîya wî dikir, ew bi 13 guleyan armanc kirin berî ku bi motorekî ji cihê tawanê birevin, polîsê bajêr wiha ragihand.

Paş tawanê, polîsê Kerbelayê got ku wê tîmeke ser asteke bilind bi lêkolînkirinê erkdar kiriye, û soz da ku dê sûcdar bên girtin.

"Hêzên ewlekarîyê û hewalgirîyê û endamên polîs bi lezgînîyeke bilind û bi asteke bilind ji pîşebûnê dixebitin bo girtina tawankaran," polîs Yekşemê di daxuyanîyekê de ragihand, û raportên ku qala girtina hinek gumanbaran dikin red kirin.

Ev wêneyeke ku ji rûpela Facebookê ya Ala Meşzûb hatiye wergirtin, li vir ew rola Îranê li Îraqê rexne dike.

Ev wêneyeke ku ji rûpela Facebookê ya Ala Meşzûb hatiye wergirtin, li vir ew rola Îranê li Îraqê rexne dike.

Berî vê yekê, polîs ji welatî û ragihandinê xwest ku "ew di belavkirina nûçeyan de bi dîqet bin û nebin dava gotegotkan, daku bandor li pêvajoya lêgerîna li tawankaran nebe".

Rewşenbîrên Îraqî bihêrs in

Kuştinê bahozeke hêrsê di qadên gelêrî, rewşenbîrî û fermî de durist kir.

Komek ji rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan roja Yekşemê laşê Meşzûbê, 51-salî spartin axê li bajarê Kerbelayê hevdem ligel gortina sloganên ku terorkirinê şermezar dikin.

Beşdarvanên cenazeyê nerazîbûnek li dar xistin û daxwaz ji desthilatdarîyan kirin ku tawankaran bigirin û wan bixin destê dadwerîyê de.

"Ev peyv kujer in -- peyvên azadî, rastî û bedewî," hevalrêyê wî ElîLefta Seîd ji AFP re derbarê kuştinê got.

Ehmed Saedawî -- yê ku romana wî ya bi sernavê "Frankenstîn li Baxdayê ye" serkeftineke mezin li derveyî Îraqê bû para wê -- li ser rûpela xwe ya Facebookê êrîşî sûcdaran kir.

"Pêkane tu tirsonek î lewra tu berê tifingê didî kesekî ku bi tenê xwedan peyv û xwenan e," wî nivîsî.

"Şermezarî ji kujeran re -- û şerm e ji desthilatdarîyan re, eger ew nikaribin wan bigirin û wan dadgeh bikin," wî got.

Yekîtîya Nivîskarên Îraqî êrîş şermezar kir.

"Terorkirina Meşzûb, tevahîya qada çandî azardar û hêrsdar hişt," emîndarê giştî yê yekîtîyê Brahîm Xeyat ji Diyaruna re ragihand.

Xeyat got ku vê tawanê gelek tirs û nîgeranî têkildarî rewşa ewlehî durist kirin, bi taybetî ku li bajarekî ewleh û li devereke kevin a nêzî deverên nû yên ku kamîrayên çavdêrîyê li wan hene pêk hat.

"Em daxwazê ji Wezaretê Hundir û polîsê Kerbelayê dikin ku bi lez kujeran bigirin," wî got.

"Em teqez dikin ku em peygerîneke dadmend û lezgîn dixwazin û da ku encam bi hemû hûrgilîyên xwe ji gel re werin pêşkêşkirin," Xeyat got.

Meşzûb dijberîya milîsên ser bi Îranê ve dikir

Yê mexdûr yek ji nivîskarên Îraqî yên herî navdar bû. Ji sala 2008an ve wî gelek setên çîrok û romanan weşandin, di nav wan de Nosteljî, Jinbîyên Sikakê, Tawanek li Facebookê, Tevlihevîya Welat û Kalbûna Bexdayê.

Nivîsên Meşzûb, ê ku dektora bi henerên bedew pê re hebû, wêrek bû di pêşkêşkirin û rexnekirina dozên welat û metirsîyên welatîyan de.

Wî gelek xelatên Îraqî û navdewletî ji ber nivîsên xwe wergirtin.

Ligel çalakîya wî ya wêjeyî, yê mexdûr di gelek xwepêşandinên gelêrî de beşdar bû û daxwaz dikir ku xizmetguzarîyan pêş bixin û şerê gendelîyê bikin.

Ew herwiha tê naskirin bi postên xwe li ser Facebookê yên li dijî siyaseta Îranê li Îraqê û komên çekdar ên Îran pişt girîya wan dike.

Kuştina Meşzûb ya dawî ye di zincîra kuştina kesayetên gelêrî de, çalakên sivîl û rojnamevanan li Îraqê di van mehên dawî de.

Komên girêdayî Tehranê bi van kuştinan tên tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hemû kesên ku li dijî Îranê ne dê li ser destê milîsên ser bi Îranê ve bimirin. Armanc bêdengkirina xelkê ye, bo berdewambûyîna zordarîya van partîyên ku azadîya gel bin pê kirine û ew cahil hiştine.

BERSIV BIDE