Nûçeyên Iraqê
Civak

Amojgarên Nînewayê bo miyanrewîyê tên handan

Ala Husên li Bexdayê

Îmam û amojgar li semînareke ku Weqfa Sunî li Nînewayê vê mehê pêşkêş kiribû amade dibn. [Wêne ji Weqfa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Îmam û amojgar li semînareke ku Weqfa Sunî li Nînewayê vê mehê pêşkêş kiribû amade dibn. [Wêne ji Weqfa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Amojgarên mizgeftan li deverên dûrdest ên parêzgeha Nînewayê handaneke çalak ji desthilatdarîyê werdigirin bo tundrewîyê li ser menberên xwe tawanbar bikin û hevjîyana aştîyane qayim bikin.

Amojgarên navçeya Şûrayê û Hemam Elîlê li başûrê Mûsilê di worşopekê de amade bûn ku di 8ê Kanûna Duyem de ji alîyê Komeleya Tehrîrê bo Pêşxistinê, Weqfa Sinî û Programaê NY bo Pêşxistinê hatibû organîzkirin.

Workşopa ku li jêr serenavê "rêbazên qayimkirina hevjîyana aram di rêya gotarên olî re" bû, giranî da veguhastina zanyarî û jêhatîyên ku dê alîkarîyê bi amojgaran re bikin ku toleransa olî di pendên xwe de qayim bikin û dûrî mezhebîyetê bibin.

Ev xebat beşeke ji karnameyeke niştimanî ya bayixdan bi miyanrewîyê di rêya perwerdeya olî re, bi taybet li parêzgehên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin.

Îmam û amojgar rahînanê li ser destên mamosteyên fermî yên Weqfa Sunî li Nînewayê werdigirin. [Wêne ji Weqfa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin] 

Îmam û amojgar rahînanê li ser destên mamosteyên fermî yên Weqfa Sunî li Nînewayê werdigirin. [Wêne ji Weqfa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin] 

Vê korsa rahînanê hewl da ku "amojgar û oldaran han bide ku têkilîyên germ û hevgirtina niştimanî di nav pêkhatîyên cuda yên civakê de vegerînin", Elî Usama ji Weqfa Sunî di yekîneya miyanrewîyê ya Nînewayê de, got.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku oldar tên handan ku xwe bispêrin gotara miyanrew.

Wî got ku workşopê 60 îmam û amojgarên ji deverên dûr li Nînewayê dane hev, ên ku rahînan ji mamosteyên fermî yên Weqfa Sunî wergirtin.

Dibe ku workşopên mîna vê dîwarekî çandî û olî çêkin ku nehêlin komên tundrew ên mîna DAIŞê vegerin van deveran, Ebdul Ezîz Cerba, birêveberê Komeleya Tehrîr bo Pêşxistinê got.

Me giranî da "amojgarên mizgeftan ên li deverên dûr, ji ber têkilî û danûstandin bi niştecîyên xwecihî re li wê deverê lawaz in", wî ji Diyaruna re got.

Şerê li dijî tundrewîyê

Workşopên li dijî tundrewîyê girîng in ji ber "eger amojgarek navînîyê han bide, ew dikare li dijî îdîolojîya tundrew a ku ji aliyê komên trorîst ve hatiye belavkirin derkeve", peyvdarê Dar el-Ifta li Îraqê Amir Beyatî wiha got.

Dibe ku gotara olî ya miyanrew karibe li dijî şêweyê îdîolojîya tundrew ya dijwar derkeve, îdîolojîya ku li ser Înternetê tê handan ji alîyê makîneya medyayê ya DAIŞê ve, wî ji Diyaruna re got.

Gotarên miyanrew bandora wan weke şûr e "li dijî bangewazîyên bo dijberîyê , mezhebîyet û tundrewîyê", yên ku ji alîyê DAIŞê ve hatin bikaranîn da ku nefretîyê di nav civakên ku bi kûrahî oldar in gur bikie, Beyatî got.

Wî dîyar ku divê desthilatdarîyên hikûmetê, rêxistinên nehikûmî û herwiha fêrgeh rolekê di tinekirina tundrewîyê de bilîzin.

"Rûbirûbûna tundrewîyê ne tenê erkê amojgar û oldaran e, lê ew erkekî niştimanî ye ku hemû birên civakê tê de beşdar dibin," wî got.

"Tundrewî ne taybetmendîya tayife, çîn, necad û komekê ye, belê ew di nav hemû ol, netew û necadan de tê dîtin," wî daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500