Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarê QSDê: Komên DAIŞê li Sûrîyayê di mehekê de têk diçin

AFP

Mezlûm Kobanî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk, bi AFP re diaxêve di hevpeyvînekê de li gundewar li dervey bajarê Hesekê yê Sûrî di 24ê Kanûna Duwem de. [Delîl Silêman/AFP] 

Mezlûm Kobanî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk, bi AFP re diaxêve di hevpeyvînekê de li gundewar li dervey bajarê Hesekê yê Sûrî di 24ê Kanûna Duwem de. [Delîl Silêman/AFP] 

Operesyonên serbazî li dijî "Dewlela Îslamî" li Sûrîyayê bi dawî bûn û koma dawî ya çekdarên rêxistinê dê di mehekê de were tinekirin, fermandarekî berz got.

"Operesyona hêzên me li dijî DAIŞê li cihê wan ê dawî gihaye dawîyê û çekdarên DAIŞê aniha li deverekê dorpêçkirî ne," Mezlûm Kobanî, yê ku serkêşîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSDê) dike, got.

Bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, QSDê di pêngava operesyonê ya dawî de da ku rêxistinê di asêgeha wê li Newala Feratê li rojhilatê Sûrîyayê têk bibe.

"Mehek dive ku em bermayîyên DAIŞê li deverê tine bikin," Kobanî roja Pêncşemê nêzîkî bajarê Hesekê yê li bakur û rojhilatê Sûrîyaê got.

Di encama şerê dijwar li cihê weke "devera Hecînê" tê naskirin bi sedan xelk ji herdu alîyan mirin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Şanên razayî"

DAIŞbajarokHecînê ji dest çû di dawîya sala par de û wêrankirina berevanîyên wê yên di pişt re hatin hat dîtin ku hevalbenda Erebî-Kurdî gundek pey gundekî re stand.

Kobanî got ku şer dijwar bû piştî ku DAIŞê stratîjîya xwe guhert piştî QSDê rêxistin ji paytexta wê ya Sûrî Reqa ya de fakto di sala 2017an de der kir.

Tektîkên nû "şanên razayî li her deverê, tecnîdkirina bi awayekî nepenî û cîbicîkirina operesyonên xwekuj, teqîn û kuştinê" di nav xwe de dihewîne", wî got.

"Em pêşbîn dikin ku dê operesyonên DAIŞê bi awayekî zexm li dijî hêzên me hebin piştî bidawîbûna hebûna wan a serbazî," wî got.

DAIŞ cihê xwe li biyabana Badiyayê ya fireh hiştiye û zincîreke êrîşên li erdê li jêr kontrola QSDê angaşt.

QSDê hevkarê hevpeymanîya navdewletî yê sereke bû li ser erdê li Sûrîyayê û vê dawîyê ber bi rêjîma Sûrî ve diçe da ku hebûna xwe misoger bike, tevî Kobanî got ku giftûgo zehmet bûn.

"Rewşek taybet"

"Çi rêkeftina siyasî divê rewşa taybet ya QSDê ber çav bibe piştî wan şerê DAIŞê kir " bi navê hemû mirovahîyê û heta artêşa Sûrî", Kobanî got.

"Ev xeta me ya sor e û em jê nayê xwar."

QSDê "berevanîya bakurê Sûrîyayê kir... ev dever rizgar kirin, û mafê wê heye ku berdewam bike û deverê biparêze", wî anî ziman.

Dibe ku QSDê "qayil bibe ku bibe beşek ji artêşa niştimanî di Sûrîyayeke pêşerojê de, lê tenê li ser şert û mercên ku ew rewşa xwe ya taybet biparêze", Kobanî got.

Şamê hukmê xwser li bakurê Sûrîyayê red kir, lê serkirdeyên Kurd giftûgo dest pê kirin di meha Tîrmehê de weke hewldanekê da ku şêweyekî ji şêweyên nenavendîtîyê bi dest bixin.

"Giftûgo berdewam in lê ew negihaştine encameke erênî," Kobanî got. Rejîm "dimîne difikire ku ew dikare vegere rewşa berî sala 2011an. Ew hîn hêvî dike ku kontrola serbazî li ser hemû herêmê bike".

"Divê ew ... tê bi gihêje ew tiştekê ne gengaz e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500