Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tehrîr el-Şam ciwanan li navçeyên rojavayî yên Helebê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tehrîr el-Şam muzekereyên lêpirsînê di derheqê kesayetan de li deverên li jêr kontrola xwe li bakurê Sûrîyayê derdixe, û fermanê li wan dike ku xwe ji lêpirsînê re amade bikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam muzekereyên lêpirsînê di derheqê kesayetan de li deverên li jêr kontrola xwe li bakurê Sûrîyayê derdixe, û fermanê li wan dike ku xwe ji lêpirsînê re amade bikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam operasyoneke berfireh a girtinê û surgunkirinê li bakurê Sûrîyayê li navçeyên rojavayî yên Helebê yên ku wê vêdawîyê dest danîye ser wan dest pê kir, li gorî çalakvanekî xwecihî.

Piranîya kesên ku tên bangkirin bo lêpirsînê, ku gelek ji wan hatin surgunkirin, ciwanên ku berîya aniha tevgera dijberîyê ya li dijî rejîma Sûrîyayê pêk tanîn, çalakvan Museb Esaf wiha ji Diyaruna re anî ser ziman.

Tehrîr el-Şam operasyoneke berfireh a girtina xortan li rojavayê Hebelê dest pê kiriye, li wan navçeyên ku wê vê dawîyê ew kontrol kirin li ser hesabê Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê.

"Li xalên pişkinînê li gundewarên parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê, endamên Tehrîr el-Şam bi hûrbînî belgeyan fehs dikin û hemû ciwanên ku navên wan di lîsteyên kesên ji rêxistinê re tên xwestin hene digirin," Esaf got.

Endamên Tehrîr el-Şam tev navgîneke serbazî rawestîyane li gundewarê rojavayî yê Helebê, û hevbendîya tundrew operasyonên girtinê di derheqê ciwanan de li wir pêk tîne. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam tev navgîneke serbazî rawestîyane li gundewarê rojavayî yê Helebê, û hevbendîya tundrew operasyonên girtinê di derheqê ciwanan de li wir pêk tîne. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wî got ku hevdem, pagerên Tehrîr el-Şam muzekereyan didin kesên bo lêpirsînê tên xwestin, û zorê li wan dikin ku pêşberî rêxistinê bibin.

Esaf got ku her kesê ku muzekereyê wergire û li lêpirsînê amade nebe ew dê ji alîyê hevbendîya tundrew ve were girtin.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam giranîyeke mezin daye belavkirina muzekereyan li bajarê Etaribê, ji ber ku ew warê bi sedên ciwanan e, ciwanên ku dijberîya rêxistinê dikin.

Gelek ji wan ew di nava ciwanên pêşîn de bûn yên ku tevlî xwenîşandanên li dijî rejîmê bû, û gelek ji wan di nava yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyayê de cih girtiye, û hinek ji wan mîdyavan û xebatkarên hawarçûnê bûn, û cihê bawerîya şênîyên deverê bûn.

Surgunkirin yan temakirin

Li gorî Esaf, hinek kesên ku muzekere wergirtine gotin ku lêpirsîn têkildarî dema karkirina wan bi komên din re bûn.

Wî dîyar kir ku Tehrîr el-Şam dixwaze ku agahîyan bi dest bixe li dor serokatîyên wan koman, û hewl dide bizane gelo ka ew hîn fermanan ji wan koman werdigrin yan na.

Esaf daxuyand ku kesên ku lêpirsîn bi wan re hatin encamdayîn hatin neçarkirin ku soznameyan wajû bikin ku ew tevlî tu çalakîyeke siyasî yan leşkerî nabin.

"Çalakvanên mîdyayî û rojnameger hatin haydarkirin ku nabe ew tevlî tu karekî mîdyayî yan çalakîyekê bibin bêyî destûreke pêşwext ji Tehrîr el-Şam," wî got.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam hewl dide ku wan ciwanan vekişîne alîyê xwe bo ew li hemberî mûçeyên mehane û berjewendîyên din pê re bixebitin, lê ev yek paş ku ew tevlî korsên perwerdeya li dor şerîetê bibin.

Tirseke mezin li Etaribê heye ku merem ji van muzekere û lêpirsînan surgunkirina hinek kesan be, weke çawa li bajarokê Daret Îzayê rû dabû.

"Şênîyên Daret Îzayê yên ji alîyê Tehrîr el-Şam ve lêpirsîn bi wan re hatin kirin hatin neçarkirin ku ji deverên li jêr kontrola hevbendîya tundrew bar bikin, vê yekê jî pêleke nerazîbûnê di nava sivîlan de durist kir, ji ber ku ew vê yekê bi yekcarî napejirînin," Esaf şirove kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500