Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Polîsê Diyalayê hewldana DAIŞê bo serbazkirina zarokekê asteng dike

Xalid Taî

Polîsê Diyalayê yê civakî li gel zarokên bêwar diçin dibistanê di vê wêneyê de, ku di 1ê Cotmehê de li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Polîsê Diyalayê yê civakî li gel zarokên bêwar diçin dibistanê di vê wêneyê de, ku di 1ê Cotmehê de li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî xebatên xwe bilind dike daku şerê serbazkirina biçûkan bike ya ji hêla paşmahîyên "Dewlata Îslamî" (DAIŞ), li gel polîsê li parêzgeha Diyalayê bo têkbirina gelek hewldanên dawîn.

Endamên DAIŞê "sist nabin ji ber ku zarokan ji rê dibin da wan bixebitîne û wan bo êrîşên xwekuj û bombekirî bi kar bînin ", peyvdarê Fermandarîya Polîsê Diyalayê eqîd Xalib Etîya ji Diyaruna re got.

Etîya dîyar kir ku "rêxistin nûhatîyên bêguneh di veguhastin û çandina teqemenîyan de keysbaz dike," da zanîn jî ku kesên nûhatî ji hêla DAIŞê "mijêyê wan hatiye şûştin."

Fermandarîya Polîsê Diyalayê "bidehan hewldanên terorîst bo kişandina zarokan da tevlî refên wan bibin, têk bir," wî got.

Lêkolîner û pisporine Îraqî beşdarî gengeşeyekê di 12ê Cotmeha 2017an de dibin derbarê awayên têkbirina hewldanên DAIŞê yên serbazkirina biçûkan de. [Wêne ji Navenda Lêkolînên Derûnî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Lêkolîner û pisporine Îraqî beşdarî gengeşeyekê di 12ê Cotmeha 2017an de dibin derbarê awayên têkbirina hewldanên DAIŞê yên serbazkirina biçûkan de. [Wêne ji Navenda Lêkolînên Derûnî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Etîya eşkere kir ku di sala par de, polîsê Diyalayê serbazkirina 17 kesan têk bir, çar ji wan nûhatî bûn, û yên mayî jî xort bûn.

Etîya ragihand ku "ji destpêka vê salê de, me du hewldanên kedîkirina du zarokan di rêya enternetê re têk bir, piştî ku hêzên me hesabên terorîstinan li ser enternetê derbas kirin."

Etîya anî ziman ku piranîya operasyonên serbazkirinê li deverên bakur ûbakur-rojhilatê Diyalayê çêdibin, ku hîna molgehên DAIŞê li wir dixebitin, ku sûdê ji firehîya herêmê werdigire û herwiha ji ber bi hemû parêzgehan ve girêdayî ye.

Çalakîyên hişyarîyê

Wî got ku DAIŞ heta astekê di serbazkirina nûhatîyan de bi ser ket, da zanîn jî ku ev rewş "li gorî salên berê bi paş de vedigerin."

Wî dîyar kir ku em dikarin vê vegerandinê li xebatên polîsê civakî vegerînin, ku gelek çalakîyên hişyarîyê li dibistanên xwecihî li dar xist bi alîkarîya birêveberîyên dibistan û şêwirmendan.

Di van perwerdeyan de, polîsê xwendekar ji "encamên ketina di destên tundrewan de û peyamên wan yên derewîn" hişyar kir, wî got.

Etîya ragihand ku rêkarên bo neamedebûnê jî bi kêr hatin, da zanîn jî ku "çavdêrîya deqîd û hiştina zarokên ku ji dibistanê hatibûn qewitandin ku vegerin dibistanê" alîkarîya neserbazkirina DAIŞê kir.

Etîya bal kişand ser giringîya destpêkirina bernameyên gişgir bo xwedîkirina malbatên feqîr û alîkarîya wan da rewşên wan yên jîyanî baş bibin.

Wî anî ziman ku ev destpêşxerî, ku dikare ciwanan dûrî tevlîbûna DAIŞê yan torên tawan û bazirganîya hişbiran ên rêxistinkirî bixe, "xebateke giring a netewî" dixwaze.

Avakirina nifşekî nerm

Hikumet destpêkirina bernamine perwerdekirinê plan dike vê salê da mamosta û şêwirmend û xebatkarên sivîl ên din ferî çawanîya parastina zarokan ji bandora DAIŞê bikin, Nuha Derwîş, lêkolîner û pisporeke di derûnnasîyê de got.

Derwîş ji Diyaruna re got ku xebat dê li ser fehskirina zarok û nûhatîyên ku bi îdyolojîya tundrew an karên terorîst bandor bûne rawestin, û dê destwerdaneke erênî bikin di rêya xebatên perwerdekirin û hişyarîyê re.

Wê destnîşan kir ku tê payîn komeke mezin a lêkolîner û pisporan di konferanseke navdewletî bo zanistan de bicivin di meha Adarê de, da bernamene nûavakirin û dermankirinê deynin û gengeşekirina çawa nifşekî nerm ava bikin.

Derwîş anî ziman ku konferans dê li Navenda Nehrên ya Lêkolînên Stratîjîk a Encumena Ewlehî ya Niştimanî ya Îraqî were lidarxistin, bi sponserîya Yekîtîya Ewropayê.

Derwîş bang li ajansên hikumî û ne-hikumî kir da bi hev re bo hemû hêmanên civakî û aborî çareser bikin ên ku belkî derfetê bidin tundrewan da zarokan serbaz bikin.

Nûavakirian zarokên bandorbûyî

Hilkirina şopên DAIŞê û şerkirina berdewam li dijî hewldanên wê yên serbazkirina zarokan "ew karê pêşî yê gelek ajans û lêkolîneran e," Fatin Helfî, ya di Komisyona Mafên Mirov a Îraqî de dixebite, got.

"Terorîstan hewl dan kutundî û tundrewtîyê di mejîyên zarokan de biçînin li deverên li jêr kontrola wan," wê ji Diyaruna re got.

DAIŞ heta îdyolojîya xwe ya tund derbasî metryalên dibistanan jî kir, Helfî anî ziman.

Wê got ku "pir giring e aniha em bi awayekî cidî dest bi vekirina navendekê bo çavdêrî û nûavakirina zarokên bandorbûyî bikin."

Wê teqez kir ku divê helwesteke xurt li dijî çi hewldanên paşmahîyên DAIŞê ku ciwanan bo tevlîbûna xwe bikşînin, were standin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500