Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Diyalayê veşartgehên DAIŞê li deverên dûrdest wêran dike

Xalid Ta'î

Efserin polîs li nêzî xanîyekî vehewana DAIŞê, ku wan li devera Behraz a parêzgeha Diyalayê dîtiye, rawestîya ne di vê wêneya ku divegere dîroka 27ê Kanûna Yekema 2017an. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Efserin polîs li nêzî xanîyekî vehewana DAIŞê, ku wan li devera Behraz a parêzgeha Diyalayê dîtiye, rawestîya ne di vê wêneya ku divegere dîroka 27ê Kanûna Yekema 2017an. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Di operasyonên ewlehî yên vê dawîyê de li Diyalayê veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li deverên dûrdest ên parêzgehê. yên ku hebûneke biçûk a DAIŞê li wan heye, wêran kirin, Fermandarîya Polîsê Diyalayê Înê (11ê Kanûna Duyem) got.

Tu hebûna endamên DAIŞê "li bajarên parêzgeha Diyalayê nemaye û hebûna wan bi tenê li deverên rojhilatî û bakurî yên parêzgehê ye", peyvdarê polîs, eqîd Xalib Atiya ji Diyaruna re ragihand.

"Hîna hebûna wan, lê bi hejmareke kêm, li navçeyên Hemrînê û biyabana ku herdu parêzgehên Diyalayê û Selahedînê ji hev vediqetîne heye," wî got.

Wî daxuyand ku paşmahîyên DAIŞê li deverên dûrdest xwe di gelî û şikeftan de vedişêrin.

Leşkerine Îraqî roja 19ê Cotmehê di operasyoneke ewlehî de cih digirin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li beşê bakurî yê Diyalayê. [Wêne ji ofîsa ragihandina Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî roja 19ê Cotmehê di operasyoneke ewlehî de cih digirin bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê li beşê bakurî yê Diyalayê. [Wêne ji ofîsa ragihandina Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

"Bi rêya şopandina asmanî û raportên hewalgirîyê, em operasyonên surpirîz her demekê pêk tînin bo wêrankirina van cihan û kuştin an jî girtina terorîstên di hudirê wan de," wî got.

"Ji destpêka salê ve, me sê lêgerîn û êrîş li ser paşmahîyên DAIŞê li girên Hemrînê, Beled Ruz û gundên belawela, yên dikevin ser tixûbê bi Selahedînê re, pêk anîne," Atiya eşkere kir

"Di encama operasyonê de, çar xanîyên vehewanê heta niha hatine wêrankirin; du li başûrê Behraz û du li bakurê parêzgehê," wî eşkere kir.

Wî dîyar kir ku hin vê dawîyê hatine avakirin, û hineke din jî hîna tên avakirin.

Felcbûna şiyana DAIŞê ya tevgeran

Atiya got û da zanîn ku hêza asmanî ya artêşê neh bingehên DAIŞê li Diyalayê wêran kirin, û herwiha heşt lorî û motor rûxandin, ên ku çekdaran ew di çûnûhatinê, veguhestina sûtemenîyê û janatorên kehrebê de bi kar tanîn.

Atiya ragihand ku du endamên DAIŞê di operasyonan de hatine kuştin, û endamekî "tirsinak" li Beled Ruz hatiye girtin, û ew "li kuştina û terorkirina hejmarek ji endamên hêzên ewlekarîyê di demê cuda de mukur hat".

"Terorîst agahîyên girîng li ser tora terorî ya ku wî bi rê ve dibir dane me, di nav de nav, nasname û cihên xweveşartinê, û ew pir nêz in ji girtin û têkbirina vê komê," wî got.

Tev van operasyonan, polîsê Diyalayê di rojên dawî de çend êrîş li Baqûba, Hebhab, Behraz û Celewlayê pêk anîn.

Atiya eşkere kir ku wan 10 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin xwestin girtin, di nav de du kesên ku ji ber sûcên têkildarî terorê dihatin xwestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500