Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şer di navbera çekdarên Îraqî û Uzbekî yên DAIŞê de derdikeve

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Uzbekî yên DAIŞê, ketine şerekî li ser desthilatê de bi çekdarên Îraqî yên rêxistinê re. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên Uzbekî yên DAIŞê, ketine şerekî li ser desthilatê de bi çekdarên Îraqî yên rêxistinê re. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Şer û pevçûn, bi piranî di navbera endamên Îraqî û Uzbekî de, di nava rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li dawîn asêgeha rêxistinê li rojhilatê Sûrîyayê, serî hildidin, şarezayan ji Diyaruna re ragihand.

Nakokîyên li ser desthilatê di navbera herdu hevbendîyan der rewşa alozî û nakokîyan ya di nava rêxistinê de kambaxtir dikin, li çekdarên wê jî pir teng bûye paş salên berdewam ji milmilanîyê, çalakvanekî ji Dêra Zorê bi navê Ebid Cemîl ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku ji berê ve nakokî û parçebûn di nava rêzên DAIŞê de hene,lê ew kûrtir bûne û ji xelkê re eşkere bûne, di demekê de ku rêxistin rûbirûyî fişarên mezin li dawîn asêgeha xwe tê.

"Kesayetên Îraqî di nava DAIŞê de bi hêzdarî xwe weke pêşeng û alhilgirên pirensîp û rêbazên ku rêxistin li ser wan ava bûye di rêxistinê de ferz dikin," wî got, û da zanîn ku qeder û çarenivîsa çekdarên biyanî ne zelal e.

Çekdarê biyanî yên DAIŞê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, asêgeha wê ya dawî li Sûrîyayê, şer dikin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Çekdarê biyanî yên DAIŞê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, asêgeha wê ya dawî li Sûrîyayê, şer dikin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê di dema şerên berdewam de yên li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, li nêzî sînorê Îraqê, rawestîyan e. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê di dema şerên berdewam de yên li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, li nêzî sînorê Îraqê, rawestîyan e. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

"Şerên bi eşkere li Dêra Zorê di navbera herd du hevbendîyan de qewimîn berî êrîşa dawî ya hevbendîya navdewletî," Ebid got.

Wî got ku rewş kambaxtir bûye û gihiştiye wê asta ku her alîyek çeperên wan yên cuda hene.

Wî got ku dixuye ku dorpêça tam ya tê ferzkirin wan parçetir dike û "di demeke nêz dê di navbera wan de biqewime".

Pevçûnên li ser desthilatîyê

Ebid got ku di demekê de ku rêxistin navçeyên li jêr kontrola bêhtir ji dest dide, "her alîyekî dixwaze ku kontrola xwe zêde bike û navenda biryayê bixe destên xwe de".

Wî got ku çekdarên Uzbekî tevlî DAIŞê bûn paş ku wê serî li Sûrîyayê hilda, û da zanîn ku "Tevgera Îslamî ya Uzbekî" pişt re banga şerkirina di nava rêzê rêxistinê de li Sûrîyaya û deverên din kir.

Wî da zanîn ku postên taybet ên Uzbekîyan di nava rêzên DAIŞê de hene, û wan karî ku şaxên rêxistinê li derveyî sînorê Sûrîyayê belav bikin, li nav beşinan li Afxanistanê, yên hevsînor ligel Turkmanistan û Uzbekistan.

Wî got ku ev yek ji DAIŞê re girîng e, ji ber "ew bi hewce ye ku cihê pêyê xwe li van deveran çebike daku hebûna xwe biparêze paş ku wê kontrola li ser xaka Îraqê û Sûrîyayê ji dest da".

Wî got ku endamên Îraqî birbireya piştê ya DAIŞê pêk tînin, û ew pasevanên kevin ên çekdarên rêxistinê ne, yên ku rûbera kontrola wê li Sûrîya û Îraqê berfireh kirin.

Wî da zanîn ku endamên Îraqî dikarin ku bi pêgehên mayî yên DAIŞê re têkilîyê bikin, û "lewra, wan vê dawîyê roleke girîng gerand, bi taybet ji dema ku asêgeha rêxistinê ya dawî li Sûrîyayê ji Îraqê hat veqetan".

Rayên kêşeyên heyî

Tohmetên bi xîyanetên û şerên navxweyî di nava rêzên DAIŞê de ji dema şerê Kobanê di sala 2014an dest pê kirine, dema ku DAIŞê zêdetir ji 1,000 çekdarî ji dest da, li gorî şarezayê serbazî, Wail Ebdul Mutelib.

"Çekdarên biyanî û yên Ereb bûne bendek, û çekdarên Îraqî bûne bendeke din û yên Sûrî jî bûne bendeke sêyem û ew hevûdû bi reva ji meydana şer û destberdan ji xakê tohmetbar dikin," wî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku ev yek bû encama jidestdayîna bajar û mirina gelek çekdaran.

"Di van herdu salên dawî de, hejmareke mezin ji şerên navxweyî di nav DAIŞê de hatin tomarkirin, di nav wan de şerê di navbera endamên Şîşanî û Uzbekî de di sala 2015an de," Ebdul Mutelib got.

Paş hinek şerên navxweyî di navbera hêzên cuda yên rêxistinê de, endamên Îraqî vegerîyan pêşengtîyê paşcenga bajarê Reqayê yê Sûrî, Ebdul Mutelib dîyar kir.

"Îraqî di şerê Reqayê de û piştî şer karîbûn vegerin lûtkeyê û careke din birîveberîya xeta berevanîyê ya yekemîn kirin piştî ew ji alîyê endamên Ereb û yên biyanî ve hatibûn paşguhkirin," wî got.

Propaganda parçebûnê dinixumîne

Propaganda DAIŞê vê dwîyê "giranîyê dide li ser parastina enîyeke yekbûyî û veşartina nakokîyan", Mazin Zekî, serokê beşê medyaya nû li Navenda Vekolîn û Lêkolînên meydanî ya Ibin Welîd li Misrê, ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku piranîya peyamên alîgirên DAIŞê di medyaya civakî de û li ser platformên înternetê dan ser heman şopê, ev yek jî teqez dike ku rêxistin rastî parçebûnên navxweyî yên kûr tê.

Wî da zanîn jî ku peyamên vê dawîyê ronîyê diavêjin ser fermanên kuştinê yên DAIŞê di derheqê çendîn endamên ku hewl dane ji şerê Dêra Zorê birevin de, û yên ku li dijî biryar û fetwayên wê yên dawî bûn.

Zekî dîyar kir ku "maşîna medyayê ya DAIŞê ne tenê belavokên fermî yên ku şerê hindir şermezar dikin belav dikir, lê belê belavokên ku serpereştîya Ebû Bekir Bexdayî rewa dikin jî hebû."

Wî got ev nîşan bi hebûna gelek komên xwedî îdyolojîne dijber di hindirê rêxistinê bixwe de dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedayê min, yekî bike kêr yek penîr û wan tarûmar û belav bike û xezeba wan li nav çavên mezinên wan bixe!

BERSIV BIDE

DAIŞ tu ol jê re tune ye. Sipas bo agahîyên we yên giranbuha.

BERSIV BIDE

DAIŞ dê li ser destên Pêşmergeyên KDPê were têkbirin, bi taybet Pêmergeyên Roj.

BERSIV BIDE