Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam gundewarê rojavayî yê Helebê kontrol dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam li gundê Uwacêlê, li gundewarê rojhilatî yê Idlibê, digerin paş vekişîna Nûredîn Zenkî . [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li gundê Uwacêlê, li gundewarê rojhilatî yê Idlibê, digerin paş vekişîna Nûredîn Zenkî . [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çalakvanekî Sûrî dîyar kir ku Tehrîr el-Şam, di heyama du rojên borî de, karî hebûna xwe li gundewarên her du parêzgehên Helebê û Idlibê berfirehtir bike li ser hesabê komên opozîsyona Sûrî ya çekdar, ên ku kontrola herêmê dikirin.

Bi vê awayê aniha hevbendîya tundrewtevahîya gundewarê rojavayî yê Helebê û piranîya gundewarên li bakurê parêzgehê, û herwiha piranîya deverên li hawîrdorên parêzgeha Idlibê kontrol dike, li gorî ku çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re eşkere kir.

Şer û pevçûn berî çend rojan li gundewarê rojavayî yê Helebê di navbera Tehrîr el-Şam û Nûredîn Zenkî dest pê kirin û di encamê de tevahîya navçeyê kete destê Tehrîr el-Şam de, û hemû endamên Nûredîn Zenkî vekişiyan.

Wî daxuyand ku Tehrîr el-Şam herwiha hebûna xwe li gundewarê Hema û Idlibê befireh kir, û derbasî bajarê Etaribê, li gundewarê rojavayî yê Helebê bû paş ku ew dorpêç kir û gef kirin ku ew dê êrîşê nava bajar bike.

Çekdarên Nûredîn Zenkî ev tank li şûna xwe hiştine, li gundewarê rojavayî yê Helebê, paş ku ew ji navçeyê vekişiyan. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Çekdarên Nûredîn Zenkî ev tank li şûna xwe hiştine, li gundewarê rojavayî yê Helebê, paş ku ew ji navçeyê vekişiyan. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li bajarê Etarib digerin, paş dorpêçeke ku wan li ser navçeyê sepandin bo neçarkirina komên çekdarên ên din li ser vekişînê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li bajarê Etarib digerin, paş dorpêçeke ku wan li ser navçeyê sepandin bo neçarkirina komên çekdarên ên din li ser vekişînê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Rêkeftineke cengrawestanidnê di navbera komên ku bajar kontrol dikirin û Tehrîr el-Şam de pêk hat, lê hevbendîya tundrew derbasî bajar bû û Suwar el-Şam û Beyariq el-Îslam jê vekişiyan.

Idlibî got ku li gorî rêkeftinê, çekdarên her du koman bo herêma Efrînê hatin veguhestin.

Şer û pevçûn bi awayekî serekî di navbera Tehrîr el-Şam û komên ser bi Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê de bû, û aniha Enî çend cihên ku li ser tilîyan tên hejmartin li bakurê Sûrîyayê kontrol dike paş vê berfirehbûna dawî ya rûbera kontrola hevbendîya tundrew.

Rewşa Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê kambax e

Idlibî got ku di serencama şerê dawî de Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê -- ku komeke ji çekdarên Nûredîn Zenkî û Ehrar el-Şam û herwiha hêzên din ên opozîsyonê pêk tê -- piranîya hêza xwe ji dest da.

Tehrîr el-Şam angaşt kir ku Nûredîn Zenkî û komên din çekên xwe yên weset û giran radest kirin li hember rê ji wan were dayîn ku ji herêma Efrînê vekişin.

"Hinek endamên Nûredîn Zenkî fersenda Tehrîr el-Şam qebûl kirin û tevlî nav rêzên wê bûn, lê piranîya endamên din xwestin ku vekişin bi taybetî paş ku koma wan dawî li rêxistinbûyîna xwe anî," wî got.

Idlibî ragihand ku li gundewarê başûrî yê Idlibê, rêkeftinek di navbera Ehrar el-Şam û Suqûr el-Şam de hate pêş, ku banga radestkirina hawîrdorên rojhilatî yên bajarê Mareret Numan bo Tehrîr el-Şam kir.

Wî dîyar jî ku ew dever gund û bajarkên Herekî, Cercanaz, Xedfa û Telmans dihundirînin, "lê Tehrîr el-Şam teqez dike ku divê ew dest deyne ser hinek bajarên girîng, nemaze Maeret Numan û Erîhayê".

Idlibî dîyar kir ku Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê hewl dide bigihêje rêkeftineke hevbeş bo birêvebirîna van deveran bi hevparî, lê "Tehrîr el-Şam dixwaza bi awayekî tevahî kontrola van devaran bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500