Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîlên Sûrî di pevçûnên li rojavayê Helebê de tên kuştin

Welîd Ebul xêr li Qahîrayê

Perestar Mehmûd Ebdul Îlah di topbarankirina nexweşgeha Kînana de ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hat kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Perestar Mehmûd Ebdul Îlah di topbarankirina nexweşgeha Kînana de ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hat kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hejmarek ji sivîlan hatin kuştin û birîndar bûn di toparanên dijwar ên Tehrîr el-Şam de, hevbenîya ku dixwaze rûbera kontrola xwe berfireh bike li ser hesabêEnîya Rizgarkirina Sûryayê, li gorî çalakvanekî Sûrî.

Tehrîr el-Şam êrîşeke berfireh di berbanga Sêşemê de (1ê Kanûna Duyem) li gundewarê rojavayî yê Helebê, yê ku li jêr kontrola Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê de ye, dest pê kir, çalakvanekî bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hevbendîya tundrew rê bo hewla xwe xweş kir bi rêya topbarankirineke berfireh ji malên sivîlan û nexweşgehan re, topbarankirina ku bû sedema ketina hejmarek mezin ji qurbanîyan li bajarokên Dar Îzayê û Tekedê.

Wî got ku Beşar Etîya û perestarek bi navê Mehmûd Ebdul Îlah Celo bi şarpnêlan hatin kuştin.

Ev şervanên tên dîtin ên Enîya Rizgarkirina Sûryayê ne. Ew hewl didin rê li pêş berfirehbûna Tehrîr el-Şam bigirin li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Helebê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev şervanên tên dîtin ên Enîya Rizgarkirina Sûryayê ne. Ew hewl didin rê li pêş berfirehbûna Tehrîr el-Şam bigirin li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Helebê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev tankeke Tehrîr el-Şam e li nêzî bajarê Dar Izayê. [wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev tankeke Tehrîr el-Şam e li nêzî bajarê Dar Izayê. [wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Dr. Ebdul Rehman Hecî Bekir bi dijwarî birîndar bû, paş ku nexweşgeha ew lê kar dike rastî gurzekê hat di dema topbarankirina Tehrîr el-Şam de.

Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û Tehrîr el-Şam "kontrola wan deveran dikin, û pir caran pevçûn di navbera wan de qewimîne bêyî ku tu alîyek pêş bikeve", Esaf got.

Cengawer û sivîl birîndar bûn

Esaf got ku raportên piştrastkirî dîyar dikin ku hejmarek ji cengawerên her du alîyan hatin kuştin û birîndar bûn, û hejmarek ji sîvlan li nêzî cihê pevçûnan bûn qurbanî.

"Şer û pevçûn li devera bi navê Cebel Şêx Berekat, ku raserî Dar Îzayê ye û xaleke stratîjî ye li enîya şer ku weke Xala 33 tê naskirin," wî got.

Wî got ku pevçûn heta bi derbasgehên bajêr dewam kirin, bi taybetî derbasgeha bakurî, û herwiha li derdora bajarokê Tekedê.

Li gorî Esaf, nakokî roja 28ê Kanûna yekem pir kûr bûn, dema ku pagereke Tehrîr el-Şam hewl da ku dest deyne ser rêbendeke Enîya Rizgarkirina Sûrî, û di encamê de pevçûn dest qewimîn.

Pênc endamên Tehrîr el-Şam di bûyerê de hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Esaf got ku hevbendîya tundrew pişt re "ev bûyer weke behaneyekê bi kar anî bo destpêkirina êrîşa xwe ya berfireh, û hevdem li gel êrîşê wê dest bi girtina sivîl û endamên opozîsyonê yên ku li dijî hebûna wê ne kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500