Nûçeyên Iraqê
Civak

Rejîma Sûrî rêkarên tund bo leşkerîya neçarî dide pêş

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanên Sûrî li Şamê tên girtin bo ew leşkerîya neçarî bikin. [Wêne jiMihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ciwanên Sûrî li Şamê tên girtin bo ew leşkerîya neçarî bikin. [Wêne jiMihemed Bêk hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî ciwanan li navçeyên li jêr kontrola xwe digire bo ew biçin leşkerîya neçarî, çalakvanan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku li hemberî vê girtina berfireh, bi hezaran ciwanên temenên wan li jêr 42 salî ye ji navçeyên li jêr kontrola rejîmê revîyan yan jî xwe veşartin.

"Rejîma Sûrîrêkarên xwe yên têkildarî leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî tund kirine," parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re daxuyand.

Wî dîyar kir ku ev xebat tê meşandin bo dagirtina kêmahîya di hejmara serbazan de di nav refên artêşê de.

Ciwan li pêş Birêveberîya Leşkerîya Neçarî li Şamê rawestîyane, bi hêvîya ku ew yan ji leşkerîya neçarî bên efûkirin yan jî tevlîbûna wan were derengkirin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ciwan li pêş Birêveberîya Leşkerîya Neçarî li Şamê rawestîyane, bi hêvîya ku ew yan ji leşkerîya neçarî bên efûkirin yan jî tevlîbûna wan were derengkirin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku koka kêmbûna hejmarê ji ber xesarên dijwar ên di enîyên şer de û xwevedizîna bi hezarên ciwanên ku dijberîya rejîmê dikin ji leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî ye, û herwiha ji ber cudabûyîna bi hezarên leşkeran ji artêşê ji dema destpêkirina alozîya Sûrî de.

"Rewşa kêmbûna hejmarê bi tesrîhkirina bi hezarên serbazên ku beşek bûn ji nofê 102 û ew heşt sal bûn ku li leşkerîya neçarî ne kambax bû," wî zelal kir.

Heyama yasayî ya leşkerîya neçarî ji 21 mehan bo 18 mehan hatibû kêmkirin berîya sala 2011an.

Bi dehên ofîsên leşkerîya neçarî li hemû deveran hatin vekirin, "li tenîşt ofîsên sabit li zanîngehan, ên ku faylên xwendekaran dişopînin bo birina wan bo darê zorê bo leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî", Besam got.

Zêdetir, "piroje yasayek derket ku rê li ber derçûna xwendekarên ku xwendina xwe temam kirine digire berî ku ew rewşa xwe li ba Birêveberîya Leşkerîya Neçarî asayî bikin", wî got.

Vegera ji sozan

Rejîma Sûrî berîya aniha çend projebiryar derxistin ku bi hezarên ciwanên ku li derveyî welat dijîn ji leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî efû kirin.

Besam got ku bi sedan kesên ku di van her du mehên dawî de vegerîyane hatin girtin û bo kampên serbazî hatin veguhestin.

"Lîsteyên kesên ji leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî tên xwestin bêhtir ji 250,000 navan ji hemû herêmên Sûrîyayê dihundirînin, ji bilî Idlibê û herêma bakurê Sûrîyayê," wî got.

Ev navçe hîn jî li derveyî kontrola rejîmê ne.

Wî got ku rejîmê sozên xwe yên ji kesên ji leşkerîya yedekî re dabûn nebirin serî, li gorî zagonên berê yên derxistibûn ku li gorî wan navên bi hezaran ji lîsteyan derxistin û ew ji leşkerîyê efû kirin.

Bijareya dayîna peran li hember efûkirina ji leşkerîya neçarî hat rawestandin.

"Van zagonan hişt ku bi hezaran ciwan ji Sûrîyayê birevin bo ji salên dirêj ên leşkerîya neçarî xwevedizin, û wan rêyên qaçax hilbijartin an jî bi rêyên fermî berê xwe dan welatên cîran," wî got.

Nerazîbûn di zêdebûnê de ye

"Nerazîbûn di zêdebûnê de ne li deverên li jêr serwerîya rejîmê ji ber belavbûna bi berfirehî ya polîsê serbazî li hemû navçeyan û girtina ciwan û xortên temenên wan li jêr 42 salî," çalakvanekî bi navê Mihemed Bêk, ji Xûtaya Rojhilatî ragihand.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku ciwanên di temenê leşkerîya neçarî de yan bo kampên serbazî hatine veguhestin berî ku ew leşkerîya neçarî bikin, û yan jî bo çeperên serbazî tên veguhestin bo ew leşkerîya yedekî bikin.

Nerazîbûn "li deverên alîgirên rejîmê bilindtir e, mîna Şam, Laziqiya, Tertûsê, ji ber şêwazê sivkatîkirinê yê ku karmendên ewlekarîyê bi ciwanan re nêzîkatîyê dikin", wî wiha got.

"Ciwan bi awayekî hovane tên girtin û di wesatiyên sergirtî de tên veguhestin, hinek ji wan wesayitan ên veguhestina goşt in, û ew weke tawanbaran qeydkirî ne," wî got.

Bêk got ku navend û ofîsên leşkerîya neçarî yên ku rêdanên seferê didin mişt ciwan û malbatên wan in, yên ku dixwazin ku efûkirinan û fermanên derengxistina leşkerîyê ji ber sedemên cuda werbigirin.

"Lê belê, ew hemû destûrên hatine dayîn aniha helawêstî ne, û rêdanên seferê jî ne grantîkirî ne, helbet ji bilî zarokên kesayetên serbazî û siyasî yên mezin," wî got.

Wî daxuyand ku van malbatan karîn yan zarokên xwe derxînin derveyî welat an jî navên wan ji lîsteyên kesên tên xwestin ji ber leşkerîya neçarî derxînin.

Binpêkirina rêkeftinan

Bêk got ku hêzên rejîmê dorpêçek li ser Xûtaya Rojhilatî sepandiye, û rojane êrîşan pêk tînin bo girtina ciwanan ji ber birina wan bo leşkerîya neçarî.

Wî got ku ev rewş dewam dike tevî kuli gorî rêkeftinên agirbestê, ciwan li navçeyê heta salekê dikarin neçin leşkerîya neçarî.

"Navçeyên li başûrê Sûrîyayê, bi taybetî li Deraayê û derdora wê ji hêrsa dikelin ji ber girtinên bêserûber ji ciwanên temenên wan zêdetirî 18 salî ye ji ber leşkerîya neçarî û leşkerîya yedekî," çalakvanekî ji Deraayê bi navê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev girtin pêk tên tevî rêkeftinên di navbera şênîyan û rejîmê de li dor derengxistina leşkerîya neçarî ya ciwanan herî kêm bo heyama salekê.

Zêdetir, li gorî rêkeftina bi rejîmê re, divê çekdarên opozîsyonê ji navçeyê vekişin û çekên xwe radest bikin, û divê hejmarek mezin a ciwanan ji leşkerîya neçarî bên efûkirin.

"Piranîya ciwanên hatin girtin bo enîyên germ li Idlibê û Dêrazorê hatin şandin, tevî ku rêkeftin dibêje ku paş derbasbûyîna salekê, divê leşkerîya wan yan li Deraayê be yan jî li başûrê Sûrîyayê be," Mesalma got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500