Hêzên ewlekarîyê yên herîma Kurdistana Îraqê dest bi operasyonên parêzî dikin da ku molgehên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nehêlin.
Bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, van hêzan dest bi zincîreke êrîşan kir da ku hebûna torên DAIŞê li başûrê parêzgeha Silêmanî bi dawî bikin.
Rêxistin hewl dide ku hêza xwe li erdnîgarîya zehmet li ser sînorê îdarî di navbera parêzgehên Silêmanîyê, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê de vegerîne.
Hêzên pêşmerge, bi piştgirîya hêza cewî ya hevpeymanîya navdewletî, hefteya bûrî li başûrê Silêmanîyê dest bi zincîreke êrîşan li dijî komên çekdar ên DAIŞê kir, peyvdarê polîsê navçeya Germiyanê eqîd Elî Cemal Qedûrî got.
Êrîşê giranî da devera Palkanayê li navçeya Kifrîyê, ya ku li jêr desthilatdarîya polîsê Germiyanê ye.
Qedûrî got derbên hevpeymanîyê yên dijwar giranî dane komên çekdarên DAIŞê yên li wê deverê bûn di rêya agahîyên istixbaratî yên ji alîyê pêşmerge ve hatibûn dabînkirin.
Wî anî ziman ku piştî derban operasyonên lêgerînê yên berfereh li derdor û orta Palkanayê hebûn.
Wî got ku êrîşa hevbeş hejmareke endamên DAIŞê kuştin û veşartgehên rêxistinê li deverê wêran kirin û got ku operasyon "serkeftî" bû.
Hêzên hevbeş ên Germiyanê, Pêşmerge û Asayîşa Kurdî (hêzên ewlekarîya Kurdî) di pişt re operasyonek kirin da ku rêyan ji cebirxaneyên neteqiyayî yên ji alîyê DAIŞê ve li Palkanayê hatin çandin paqij bikin.
"Dema me teqemenî paqij dikirin, milîsên DAIŞê êrîşî hêzên me kir û me fîşek avêtin hev lê me karîbû em ber bi devereke nenaskirî dûr bixin," wî got
''Em dê berdewam bidin di şerkirina DAIŞê de''
Tundrew hewl didin ku hebûna xwe li navçeyên li ser sînorên îdarî di navbera parêzgehên Silêmanîyê û yên nêzîkî wê qayim bikin, cihê ku çîya û erdnîgarîya zehmet dihêlin ku zehmet be ji hêzên ewlekarîyê re ku bigihine wan.
"Lêbelê, em dê operasyonên xwe yên parêzî li wê deverê berdewam bikin û em dê şopandina DAIŞê ranewestînin û dê davikan ji wan re vedin heta em hemûyan bikujin yan bigirin," Qedûrî got.
Wî got ku piştgirîya hevpeymanîyê bo cîbicîkirina vê armancê bingehîn e, û anî ziman: "Hevkarî [bi hêzên hevpeymanîyê re] encamên girîng peyda dike û em planên xwe berdewam dikin da em terorîstan têk bibin."
Hêzên Asayişê li Silêmanîyê di 8ê Kanûna Yekem de got ku di navbera Îlon û Mijdarê de, wan şeş endamên toreke girêdayî DAIŞê girtin, di nav wan de Inxîmasî [xwekuj].
Du xwekujên DAIŞê yên bi navê Amir, 19-salî û Karwan Kurdî, 18-salî tên naskirin di operasyona Îlonê ya sêyem de hatin girtin, wan di daxuyanîyekê de got.
Di 10ê Mijadarê de, Asayîşê kesê berpirs bo guhestina tundrewan ber bi Silêmanîyê ve girt, yê bi navê Ebû Umer tê naskirin, ê 28 salî ye û du xwekuj Ebû Sufyan Kurdî yê 20 salî û Jelal Kurdî yê 16 salî jî girtin.
Piştî du rojan, kesekî gumanbar ê gunehkar e bi guhestina tundrewan ber bi Silêmanî ve hat girtin, li gorî daxuyanîyê.
Ev tor ji alîyê tundrewên ku li parêzgehên Kerkûk û Diyalayê çalak in ve tê birêveberin, yê herî navdar di nav wan de Hac Museb e, yê ku serperiştîya xwekujan dike, li gorî daxuyanîyê.
Berxwedanîyeke xurt
Endamê parlemana Kurdî yê berê, Ebdil Barî Zêbarî, dît ku ev operasyonên parêzî delîl in ku planên berdewam bo derkirina endam û şanên DAIŞê hene û ew encamdar in.
"Tevî rêxistinê hewl dida ku careke din dest bi çalakîyên xwe bike, berxwedanîya xurt û lezgîn ji alîyê Pêşmerge û hêzên Îraqî yên din ve amade bû," wî ji Diyaruna re got.
Hevkarîya di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêma Kurdistanê de "encamên erênî di şerên li dijî DAIŞê dan û hêmaneke bingehîn bû li pey têkbirîna rêxistina terorîst", wî got.
Wî got ku bi heman awayî, hevkarîya hêzên Kurdî bi hevpeymanîya navdewletî re "xurt" e, û anî ziman: "Weke çawa em bi hev re bi ser ketin û me berda DAIŞê em dê berdewam bikin alîkarîyê bi hev re bikin da ku em komên rêxistinê yên mayî tine bikin."
DAIŞ hewl dide ku ji parçebûnê û hevrikîya sîyasî sûdê bigire da ku careke din xwe bide hev, bi teybet li deverên sînorî di navbera herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqî yên din de, bi awayekî balkêş Kerkûk, Xalid Ebdil Îlah, mamosteyê zanistên sîyasî li Zanîngeha Bexdayê, got.
Wî got ku qayimkirina alîkarîya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanîyê ya Îraqê de girîng e û dê kelemek be di rêya çalakîya terorî de ya ku zêde dibe.