Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşeke asmanî paşmahîyên DAIŞê li çîyayê Etşanayê armanc dike

Xalid Ta'î

Balefireke Îraqî ji celebê F-16C li devereke ne naskirî ye piştî êrîşeke asmanî ku li dijî DAIŞê li Sûrîyayê di 17ê Hezîranê de bi serperiştîya hevpeymanîya navdewletî, hatiye pêkanîn. [Fayl]

Balefireke Îraqî ji celebê F-16C li devereke ne naskirî ye piştî êrîşeke asmanî ku li dijî DAIŞê li Sûrîyayê di 17ê Hezîranê de bi serperiştîya hevpeymanîya navdewletî, hatiye pêkanîn. [Fayl]

Hêza asmanî ya Îraqî roja Yekşemê (16ê Kanûna Yekem) tunêleke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran kir ku weke veşartgehekê li rêzeçîyayên Etşanayê li bakur-rojavayê Mûsilê dihat bikaranîn, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ragihand.

Çar endamên DAIŞê yên di tunêlê de xwe vedişartin di êrîşa asmanî de hatin kuştin.

"Agahîne hewalgirî yên tekûz tevgera DAIŞê ya belawela di kûrahîya rêzeçîyayên Etşanayê de qeyd kirin," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl got.

Resûl got piştî çavdêrîya deverê, hêza asmanî ya Îraqî "êrîşeke asmanî ya serkeftî" pêk anî ku "tunêl bi temamî wêran kir û hemû endamên terorîst ên di hundirê wê de hatin kuştin."

Halîkopterek di ser çîyayên Etşanayê re difire li bakur-rojavayê Mûsilê daku çavdêrîya veşartgehên DAIŞê bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Halîkopterek di ser çîyayên Etşanayê re difire li bakur-rojavayê Mûsilê daku çavdêrîya veşartgehên DAIŞê bike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerin Îraqî li rêzeçîyayên Etşanayê belav dibin, ku DAIŞ wan weke veşartgeh û cihê pêkanîna êrşan bi kar tîne. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerin Îraqî li rêzeçîyayên Etşanayê belav dibin, ku DAIŞ wan weke veşartgeh û cihê pêkanîna êrşan bi kar tîne. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Resûl anî ziman ku "ev ne operasyona yekem e ji vî celebî li herêmê," ku operasyonine din berî wê çêbûn herwiha êrîşine asmanî li dijî paşmahîyên DAIŞê yên xwe li rêzeçîyayan vedişêrin pêk hatibûn.

Resûl got ku DAIŞ çîyayên Etşanayê weke cihê veşartinê bi kar tanî û herwiha bo ji wir ber bi gundên li rojavayê bajarê Mûsilê ve bireve û daku gefan li ewlehîya wan bike.

"Hîna endamên terorîst hene ku li van çîyan, bilndahî û li deverên biyabanî xwe vedişêrin, lê belê em dê ranewestin û dê her wan bişopînin," wî got.

Êrîşine asmanî li Îraq û Sûrîyayê

Resûl ragihand ku hêza asmanî ya Îraqî roja Yekşemê êrîşeke asmanî ya din bir ser aramanceke terorîstan li parêzgeha Selahedînê.

Resûl dîyar kir ku balafirên Îraqî beldozerek aramnc kirin û ajokerê wê kuştin "ku pireke biçûk li ser çemekî li devera Zerkayê çêdikir di navbera Tekrît û Tuz Xirmatoyê de daku 'derbasbûna' çeteyan hêsan bike."

Herwiha milîtanekî ku motorek diajot li deverê hat kuştin.

Resûl anî ziman ku êrîşên asmanî yên berdewam li dijî terorîstên DAIŞê "ne tenê dê çeper û deverên wan li Îraqê armanc bike, lê belê dê ev yek Sûrîyayê jî bihundirîne."

Balafirên şer ên Îraqê roja Sêşemê (11ê Kanûna yekem) bajarokê Sûsê yê Sûrîyayê baombebaran kirin, di demekê de ku civîneke DAIŞê li dar bû, û bi dehan endamên rêxistinê kuşt, di nav de terorîstên xwekuj.

Resûl got "êrîşa ku xwe spartibû agahîne hewalgirî ji alîyê Şana Baz a Hewalgirîyê, bandoreke mezin li hêz û moralên dijmin kir."

"Em dê dudil nebin ji pêkanîna tu rêkareke pêwîst bo em gefa terorê bi dawî bikin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Eger babet bi wêne û dîmenan hatibane zêdekirin,dê bi bandortir bane li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), temwîlkar û alîgirên wê.

BERSIV BIDE