Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Kerkûkê tedbîrên ewlehî yên qayim bo şopandina bermayîyên DAIŞê tên dîtin

Xalid Taî

Endamin yekîneyên Operasyonên Taybet yên hêza Duyem a Ajansa Dijî Terorîzmê li taxa Domîzê li parêzgeha Kerkûkê li endamên DAIŞê digerin di 19ê Mijdarê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamin yekîneyên Operasyonên Taybet yên hêza Duyem a Ajansa Dijî Terorîzmê li taxa Domîzê li parêzgeha Kerkûkê li endamên DAIŞê digerin di 19ê Mijdarê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî didin dûv endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên xwe li bajarê Kerkûkê vedişêrin weke beşekî ji plana nû da ku ewlehîyê qayim bikin, birêveberê ofîsa medyayî ya parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî îro Înê (14ê Kanûna Yekem) ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzin ji yekînyên Operasyonên Taybet ên Hêza Duyem ên Ajansa Dijî Terorzîmê operasyonên berfereh cîbicî dikin da ku bidin dûv bermahîyên terorîst ji 26ê Mijdarê ve," wî got.

Wî got ku operasyonan gelek tax li bajarê Kerkûkê dane ber xwe, û anî ziman ku wan operasyonan girtina 12 endamên DAIŞê encam da "endamên ku bi dizî derbasbûne da ku êrîşan li dijî niştecî û hêzên ewlekarî cîbicî bikin".

Anî dîyar kir ku ev operesyonên girtinê pêşketineke mezin nîşan didin, û li Kerkûkê "ev demeke dirêj e ku tu tedbîrên ewlekarî lê nehatine pêkanîn bo şopandin û girtina terorîstan bi diqeteke mezin".

Tedbîrên parêzî yên mîna van li ser bingeha planên nû ne, da ku ewlehîyê li bajar qayim bikin bi hevahengîya di navbera Ajansa Dijî Terorzîmê û hêzên ewlekarî yên din re, di nav wan de hêzên Polîsê Federal û fermandarîyên operasyonên hevbeş li parêzgehên cîran.

Anî daxuyand ku ewlehî ne tenê ji alîyê hêza serbazî ve tê parastin, lê bi saya beşdarbûna niştecîyên xwecihî, "ji ber ku çi qasî têkilî di navbera hêzên ewlekarîyê û welatîyan de xurt be ew dê ewlehîyê baş bike û derfetê bide ku bi awayekî hêsantir bidin dûv terorîstan".

Wî got ku rewşa ewlekarî di hundirê bajar de baş dibe, tevî ku hîn hin êrîşên belawela li rojava û başûrê parêzgeha Kerkûkê diqewimin, li deverên navçeya Hewîcayê li Reşad, Ebasî, Zab û Multeqayê.

"Çend komên DAIŞê li wan deveran çalak in, bi taybet li Wadî Şay û çemê Zxeytûnê," wî got, lê pêngavên şopandin û çavdêrîyê yên berdewam nahêlin ku tundrew bi awayekî azad tevgerê bikin.

Di heman demê de, tîma teqemenîyan a girêdayî polîsê Kerkûkê bi dehan bombeyên bidestçêkirî û cebirxaneyên neteqiyayî ji deverên cuda yên Kerkûkê rakirin, polîs îro Înê eşkere kir.

"Tîma teqemenîyan 85 bombeyên bidestçêkirî rakirin û 50 bombe jî hatin teqandin li rojavayê Daqûqê," polîs di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku hemû teqemenî ber bi devereke dûr ve hatin guhestin da ku werin teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em ewlehî û aramîyê li welatên Ereban ji Xwedê dixwazin.

BERSIV BIDE